The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 3»Metaverse: Mirovahî Gerdûna Xwe Diafirîne
Hejmar 3

Metaverse: Mirovahî Gerdûna Xwe Diafirîne

DigiKurdBy DigiKurd01/03/2022Updated:08/03/2022Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Metaverse an jî gerdûna ferazî, gerdûneke çêkirî ye ku bi temamî ferazî ye. Metaverse konsepteke 3D ango dîmenên 3 alî ye û ev dihêle ferazî be jî alemekê bê afirandin. Metaverse pêşeroja înternetê ye. Înternet jiyaneke klasîk a 2D pêşkêşî mirvahiyê dike û mirov tenê dikare bibîne. Lê metaverse derfeta jiyana ferazî ya înternetê dide.

Ev alem hêj bi temamî ne ketiye jiyana me lêbelê gelek platform hene ku ji niha de ev derfeta metaversê pêşkêşî mirovahiyê dikin.

A niha jiyaneke nêzî metaversê di lîstikên vîdyoyî de hene. Di lîstikên 3D’yê de mirov xwe weke li alemeke din hîs dike û ev hîs gelek nêzî jiyana li metaversê ye. Metaverse kêm zêde dişibe wî rengî.

Helbet armanc û bendewariya ji metaversê ne tenê lîstik in, metaverse bi hebûna xwe wê înternetê bi taybetî alema ferazî ji nû ve biafirîne.

Her çiqas bingeheke têkûz tunebe jî teknolojiya krîptoyê dikare metaversê serbixwe bike. Lewra teknolojiya blockchainê derfeta bênavendiyê dide. Bi saya blockchainê şexş û karekterên li ser metaversê bi riya NFT’yan hêsan e bên afirandin û tescîlkirin. Tokenên krîpto him bi teknolojiya xwe bi jî bi ekosîstema xwe pergalên herî nêzî metaversê ne.

Bawerî û ewlehiya teknolojiya blockchainê ji bo metaversê riya herî bêpawer e.

A niha gerdûnên nêzî metaversê li ser sepanên blockchainê aktîf in. Axie Infinity lîstîkên 3D dihewîne. Wekî din Second Life, SandBox û Decentraland pêşengên îro yên metaversê ne. her çiqas li ser bingeheke hevpar nehatibin danîn jî ev sepanên jor bi çend aliyan ve şemayeke nêzî metaversê pêşkêşî mirov dikin.

Îro gelek şîrketên teknolojiyê dixwazin tevlî trêna metaversê bibin. Facebook jî dixwaze pêşengiya vê dike. Şîrketê navê xwe ji bo vê teknolojiyê wek META guhertiye. Ev gav her çiqas wek gaveke binavend bê qabûlkirin jî ji bo pêşxistina alema metaversê gelek girîng e.

Metaverse wê bi bêrî çi bê?

Metaverse dikare jiyana hemû mirvahiyê di alemeke ferazî de bi hevdu re girê bide. Ev têgeh li ser şemaya 3D’yê ango dîmenên 3 alî ava bûye. Di destpêka şoreşa înternetê de WEB ji bo gelek kesan toreke tevlîhev bû û gelekan hiş jê nedibir. Îro em metaversê jî dikarin wisa bi nav bikin.

Metaverse wê bibe şemaya 3D’yê ya malperên îro. Wek mînak li şûna ku têkevin malperekê hûn ê karibin li ser jiyana metaversê herin dikan an jî saziyên ferazî.

Mirov wê karibin li ser gerdûna metaversê kopyaya heman jiyana rastîn çêbike. Bêyî ku ji cihê xwe rabin mirov wê karibin biçin hemû dinyayê bigerin.

Peyva “metaverse” cara ewil di pirtûka Neal Stephenson a honaka zanîstî ya bi navê Snow Crash (1992) ê de derbas bûye. Wê demê jî alema ferazî fikreke xeyalî bû û hêj îro jî wisa ye. Lêbelê teknolojiya îro dikare vê xeyalê rast bike.

Di bingeha metaversê de wê her şexsek xwediyê avatarekê be û ew bi rastiya ferazî karibe avatara xwe bi rê ve bibe. Bo nimûne, hûn ê karibin di mala xwe de tenê bi berçavkeke VR tevlî civînan bibin û li wê derê fikr û ramanên xwe bilêv bikin. Wekî din hûn ê karibin biçin bankekê û ewraqan îmze bikin.

Bi teknolojiya NFT’yê mirov wê karibe ji xwe re karakter, erd, xanî yan jî danûstandinê bike.

NFT ne tenê transferkirina çend wêneyan e, NFT wê karibe di metaversê de roleke sereke bileyîze û xwedîtiya objeyên ferazî tescîl bike. Helbet teknolojiya blockchainê wê avakirina alemeke metaversê him ewletir him jî yekane bike.

Îro gelek pereyên krîpto hene ku xizmeta Web3’ê didin. Bi saya barkirina daneyan a li ser blockchainê wê dane jî ewletir bibin.

Bi kurtasî îro hêj alemeke yekbûyî ya metaversê tunebe lê di pêşerojê de wê jiyana asayî bi temamî pê biguhere.

DigiKurd Hejmar 3 Krîpto Metaverse Teknolojî The Hall Kurdî
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Nivîsên Têkildar

Erdhejên Serdama Modern

Seferên ji bo Marsê: Nasa wê bi roketên nukleerî însanan bibe fezayê

MOZ | Rastiya Dilsoj a Xwezayê; Heke Moz Nebe Jiyan Jî Nabe

Teleskopa Fezayê James Webb

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.