Mîta Enuma Elîş
Ne Îlah hebûn û ne jî kaînat.
Di destpêkê de tenê Apsu û Tîmat hebûn û li gel wan Mummu jî hebû.
Apsu ava şîrîn bû û Tîamat ava şor bû.
Her tişt ji wan peyda bû.
Apsu û Tîamat têkil hev dibin û ji vê têkilîyê jîyan dest pê dike. Ji vê têkilîya di navbera wan de Lehmu û Lahamu çêdibin. Lehmu û Lahamu îlahên pêşî ne. Ev îlah nîvê wan di şiklê maran de ne û nivî din jî dişibe cinawiran.
Lehmu û Lahamu dil didin hev û di navbera wan de têkilîyek çêdibe. Ji vê têkilîyê jî Anşar û Kîşar çêdibin. Anşar û Kîşar ji bav û dîya xwe bihêztir in. Ev îlahên safa duduyan ji yê safa yekê bêhtir pêşketî ne.
Ji têkilîya Anşar û Kîşar jî Anu, Nudîmmud, Marduk, Îgîgên li ezmana û Annunakîyên li dojêhê çê dibin.
Hejmara îlahan roj bi roj zêde dibe. Ev zêdebûn dibe sedema dengderxistin û qelebalixê. Rojekê Apsu diçe ba Îlahan û wan dixwaza hişyar bike da kêmtir acizîyê derxin lê îlah tev êrîşî Apsu dikin û wî dikujin. Dema Tîamat bi vê yekê dihese pir aciz dibe.
Tîamat ji bo tolhildana êrîşî îlahan dike lê kesek newêre derkeve peşberî wê. Hemû îlah ji ber tirsê ji Tîamatê direvin.
Di nava îlahan de yê herî wêrek Marduk bû. Marduk ji hemû îlahan îcazetê digre û radibe diçe êrîşî Tîamatê dike û zora wê dibe.
Marduk radibe ji laşê Tîamatê kaînat, roj, heyv, dinya û stêrkan çêdike. Ji Xwîna wê jî mirovan diafirîne.
Mîta Ea
Roj bi roj hejmara îlahan pir zêde dibe. Îlah jî di navbera xwe de dibin du beş. Beşa pêşî û ya duduyan. Beşa pêşî çîna serdest e û her tişt di destên wan de bû. Beşa duduyan çîna bindest e û hemû di xizmeta îlahên serdest de bûn.
Çîna duduyan li dinyayê karê cotkarî û sewalkarîyê dikirin. Bi vî awayî xwarina çîna serdestê xwe amade dikirin. Rojekê îlahên xizmetkar serî radikin. Ji bo serhildanê jî kar û barên dinyayê dikeve ser hev û ti kar nayê kirin.
Îlahê zîrek Ea peşnîyazê dike û dibêje: “Em insanan çêbikin û bişînin ser rûyê dinê. Bila ji bo me cotkarî û sewalkarîyê bikin.” Ev pêşnîyara Ea tê qebûlkirin û dest bi çêkirina mirovan dikin.
Ji axa Mezopotamyayê herîyê tînin û ji çîna bindest jî îlahekî ser jê dikin û xwîna wî tevlî axê dikin. Di destpêkê de heft mirov têne çêkirin. Van heft mirovan dişînin ser rûyê dinê. Mirov li dinê di nava kêfxweşîyê de kar û barê dinê dimeşînin û bi zewacê hejmara nifûsa xwe zêde dikin.
Mîta Omorka
Hertiştê bi avê dest pê kir.
Berî herî tiştî av û tarîtî hebû li kaînatê.
Navê avê Omorka bû.
Di hundirê Omorkayê de heywanên ecêb çêbûn. Insanên bi du bask û bi çar baskan hebûn, difirîyan. Hinek ji wan du rûyên wan hebûn û hinek jî xwedî du serî bûn.
Mirovên nivî hesp û nivî din insan hebûn.
Kûçikên dûvê wan mîna masîyan hebûn.
Hespên serê wan mîna kûçikan hebûn.
Heywan û cinawirên pir ecêb hebûn di hundirê Omorkayê de.
Bel Marduk hat û bi şûrê xwe Omorka kire du perçe. Ji perçeyê pêşîn ezman û ji yê duduyan jî erd (dinya) çêkir. Piştre erd û ezman ji hev veqetand. Bel Marduk Hemû heywanên û cinawirê di hundirê Omorkayê de kuştin.
Bel rabû roj û şev afirand. Ji bo rojê ronî bike tav û ji bo şevê ronî bike heyv û stêrk afirand.
Bel insan û hemû candarên din afirand. Ronahîya tavê pir dijwar bû lewma hemû candarên hatine afirand tev dimirin.
Bel ji îlahên din re got: “Serê min jêkin, ji Mezopotamyayê axê bînin û wan tevlî hev bikin. Bi vî awayî tişt bi candaran nabe. Îlahên din bi gotina Bel Marduk kirin. Bi vî awayî jîyan li ser rûyê dinê çêbû.
Mîta Marduk û Aruru
Berî her tiştî her der behr bû.
Behr û Marduk hebûn.
Ji bilî wan ti tişt nebûn.
Îlahê mezin Marduk di hundirê çarçoveyek çargoşe de erd çêkir. Di afirandinê de îlah Aruru alîkarîya Marduk dikir.
Marduk û Aruru piştî dinya afirandin dest bi afirandina candaran kirin. Bi hev re gîya, heywan û insan afirandin.
Gava afirandin diqede wan dişînin axa mezopotamyayê.
Mirov cara pêşî li mezopotamyayê derketin ser rûyê zemîn. Marduk ji wan re du heb çem kirin dîyarî. Navê wan çeman Dîcle (Tîgrîs) û Firat (Euphrates) bû. Bi saya wan her du çeman axa mezopotamyayê bi bereket dibe û insan bi rehetî dikarin debara xwe bikin.