Çavê helbestvan bi kulîlkên bin naylon ket
Piyê wî nêzîkê xanî
Ger destê xwe direjke hîv bibe du qet
Destê xwe ne tewand ji bo naylon
Çav girt, dil jî girtî bû
Gavê xwe ajot, siya wi pêy ket
Kesera kulîlkên bin naylon weşiya
Jêr û jor
Helbestvan
Helbestvanekî westiya
Peyvên xwe weşand axê
Pênûs ji destê wî ket
Berê xwe qelapt naylon
Çavên wî, kes nizane di kîjan qulê de
Zimanekê bêdeng
Got
– Ez jî bê bîn mam, wek kulîlk naylon jî hejayê helbest
Add A Comment