Pir şehnaz im ez, bi bûyîna xwe re, hezar carî ji xwedê re şikir û hemd dikim ku ez dame, li vê jiyanê di nav vê mal û malbatê de, her sibeh bi berbangê re gava ku çavên xwe ji xeyalên zaroketiyê vedikim, yekser banga xweda dikim û dibêjim:
- Ey mezinê mezintirîn, ey xwedayê hikim û biryar, ez bi qurbane te me ku te ez keç dame di vê jiyanê de, çi qas hesteke xweş e ku tu keç bî û bi vê keçbûna xwe kêfxweş bî.
Ji vê lava xwe re her roj bi kêfxweşî radibim û dest bi jiyanê dikim.
Gelo ma we dîtiye ku keçek bi bûyîna xwe kêfxweş be di vê jiyanê de? Ez pir li xwe mukir têm ku xwe ecêb dibînim, ne ku ez keç dame, naaaa!! Tu carî wiha nehizirîme di jiyana xwe de, û ez ê wiha jî nehizirim, çimkî ez bi xeyalên zaroketiyê ve hatibûm girêdan. Ma keçeke bi van xeyalan ve girêdayî be, wê çi cudahî têxe nava wan, wê her tim bibêje: çiye keç û xort di dawiyê de her du mirov in, lê mixabin tixûbên tîtalan li pêşiya min sekiniye, nikarim û nawêrim li pêş van tîtalan bisekinim û va gotina xwe careke din bi ser zimanê xwe bînim, wê min bi darên darvekirinê bidin darvekirin, kevirên hewşan bi ser min kin.
Yek ji adetên gundê me ku keç dikare bibe şivan di biçûkaniya xwe de, lê nikare bibe xwendevan, jê re maf tune ye ku bibe xwendevan. Her roj ez û birayê xwe bi dengê barebara pez ji xewê şiyar radibûn, nedihîştin ku ez bi wan xeyalan xwe bidim jiyankirin, li pêşiya min dibûn tixûb, barebar ser û guh ji min dikirin, qey tu dibêjî pez li benda me ye ku em wî bi rêxin ber bi zozan û newalên tijî giyayên kesk in, gul û kulîlk wan sibehiyan bi te re dibişirin, wekî bibêjin hûn bi xêr hatin, em li benda we çilmisîn
Bi rastî ez nizanim, ji ber ku min tu carî ev mesele ne bihîstiye û ne jî ceribandîye, lê min ji derdorê dibîhîst ku tişt bûne adet, li pêşiya wî/ ê nesekine, ji ber ku tu çi bikî, tu carî nikarî xwe ji wê adetê rizgar bikî, fena xwîn û ava tevlî hev bin.
Tu nema dikarî û dizanî ka kîjan ji wan av e û kîjan ji wan xwîn e, ya min û pez jî wek vê meselê bû. Ji pez re bibû adet ku ez û birayê xwe wî ber bi zozanan ve bibin û gul û kulîlk bibişirin ji me re, gelek caran ji wan gulan re jî bibû adet, lê wek dibêjin: ” Her tişt tê guhertin, tenê tiştek nayê guhertin, ew jî guhertin bi xwe ye.”
Dem û jiyan her tim diherike, nema li şûna xwe cemidî ye, bi vê herikînê re her tiştî ser û binî hevdu dike, em jî neçar in ku bi wê re biherikin û her tim di nava guhertinan de bin, lê ev pezê feqîr û belengaz wê ji ku zanibe ku em careke din wî ber bi wan zozanan ve nabin û wê ev gul û kulîlk biçilmisin e, nema ji kesî re bibişirine.
Me riyek din girt ku ber bi wê de biherikin, ku tu carî kesî bawer nedikir ev tişt bibe, lê ji ber ku ez ezîza ber dilê dê û bavê xwe bûm û her tişt bûm ji bo wan ez, ez bi wê rê de berdam. Ez bûm Zerdeştê kal, pir bi xwe şehnaz bûm ku dê û bavê min ev maf dane min e, ez ê serê wan bilind û zana bikime, çawa ku Zerdeşt di tevahiya jiyana xwe de li ber xwe dida da ku mirov ji wî bawer bikin û ew jî wan derxîne riya rast, ez jî vê kêliyê bibûm ew Zerdeştê zana û jîr. Çiqas hez dikir ku bifirim li ezmanan û ev kêfxweşiya xwe li hemû dinyayê belav bikim. Îro bibûm ew kesê ku dil û gotina wê di tiştekî de heye, ji niha û hînî dikarim ji birayê xwe re bibêjim ku ez ne tiştek im, ez tiştek im.
Gava ew û birayê xwe diçûn ber pez, dayîka wê av û nanê wê ji yê wî zêdetir dikire bixçeya wan û digot:
- Evîna min e, naxwezim tu ziyan bigihên te, bêyî te jiyan ji bo min sar e, bê evîn e, tu wate tuneye jê re.
Ew her tim li pêşiya pez disekîniya, lê ew rûniştî bû û bi wê henek dikir û digot:
- Pir bi xwe şehnazî tu, ez dibêjim pir bi xwe şehnaz nebe, ji bo te dibêjim, da ku tu di dawiyê de negirî û kes tune ye wan hêsirên te yên firyalê ji wan kaniyan paqij bike, tu ne tiştekî yê dawiya dawî ez im, nikanin li pêşiya min bisekinin. Ez ê riyek din li şûna vê riyê hilbijêrim, lê tu yî heta dawiya dawî wek xwe li ser vê riyê bimînî.
- Ez evîna dê û bavê xwe me, bawer bike tu yê bibînî, ez li ser vê riyê namînim, wê ji min re her tiştê dixwazim pêk bînin
Rast bû, ew evîna dê û bavê xwe bû, niha jî bi bayê jiyanê kêfxweş û dil tiji hezkirin e, lê birayê wê ji wê zêdetir kêfxweş bû, ji ber ku wî beriya wê, ew riya hilbijartî ye.
Ji malê dûr ketibû ji ber rewşa wê riya ku hilbijartî ye.
Ez, dê û bavê xwe her şev û sibeh li benda dengê wî yê bilind û mezin bûn ku bi me re bipeyve û dengê wî bibihîsin.
Ji mêj ve ye, ew dengê ku bi ser serê min de dihat, bi wî dengî xeyalên min yên zaroketiyê ditirsiyan, min nebihîstiye, çiqas bêriya wî dengî kiriye, ji min re ne xem e bê ew dengê bilind çi qas ez diêşandim, ji ber ku dilê min tijî hezkirin e ji wî dengî re, ew êş li ber vê hezkirinê wenda dibe, nizanim bi xwedê nizanim, ev çi hestên têne min û bi min re çêdibe, lê çi ye ez pir pê kêfxweş im ku ew hest bûye para min, ev cara duyeme ku kêfxweş dibim bi bûyîna xwe re, dibêjim di dilê xwe de:
- Yarebbî!!! Çi qas tu ji min hez dikî ku te ewqas kêfxweşî para min daye.
Dibe ku tehma evînê ye, lê ez temam nizanim, ger bi rastî tehma evînê be, min pir ji wê tehmê hez kir. Lê dilê dê û bavê min her dinalî.
Dinalî, ji ber ew dengê bilind ku niha bê deng e, her roj bi berbanga sibehê re sertewandiyek li ber çavê min xuya dikir, wisa bibû ku her tişt tewandibû heya ew lavên ku her sibeh ji xewê şiyar dibûm û bi kêfxweşî banga xweda dikir, heya ew xeyalên zaroketiyê, min nema dizanî ka ev lav û xeyal çibûn, ji bîr kirîbûn, nayê bîra min, ji ber vê sertewandinê, te digot qey dinya bûye xan e û tu kes tê de nemaye an jî xuya nake, ew tenê di vê xanê de mane, nema dikarin serê xwe rakin.
Min jî di dilê xwe de digot, dayîka min her tim ji min re digot: Tu rastî evîn min î û tiştek ji bilî te xweştir tune ye, lê çima îro serê xwe tewandiye û nema ez li pêş wê xuya dikim,
- Yarebbî!! Ji te rica dikim, çima îro û vê kêliyê ew evîna li pêş wê kaniya tijî ava hezkirinê ez tune me, xwe nabînim, digerim nagerim xwe tê de nabînim ma ev xewna şevan e an jî ecêbeke ji min re hatiye, haya min jî ji vê qet tune ye, yarebbî bi qurbanê te me ez, dexîlê te me ez, bihêle ez xwe di nava wê kaniyê de bibînim, bihêle ez lavan bibîr bînim, bihêle ez bi xeyalên zaroketiyê de bijîm, ez westiyam ji wê sertewandinê, dilê min nikare van tiştan rake, bese ji we re bihêlin ez wê evînê bibînim, nikarin bê wê bi herikîna jiyanê re biherikim, hêz û daqet di min de nema.
Ez nêzikê wê bûm, min ew gotinên ku dilê min ji xweda rica dikir, hes kir anî ser van her du lêvan, lêvên ku her tim dêmên dayîka xwe dimijandin, lê min nizanibû wê diranê min lêvên min gez bike ku xwîn di wan de bifetise, biheniqe xwîn di wan de.
Hezar gotin ji devê diya xwe ya ku ez evîna wê bûm, bihîst, ez wenda bûm,wê kêliyê min hes kir ku ez nizanim ez kî me, ji kur û li ku derê me, eceb ez keça ezîza ber dilê diya xwe bûm an na??
Ji vê pêtir tiştê ku ez pir êşandim û qet nedixwest ku van peyvan bibihîsim, lê min bihîst.
- Tu çi dibêjî, ew mêr e, ne wek te ye, tu li kur ew li kur. Bicehime ji vir here.
Ez cemidîm, bûm ava qeşedayî, bûm cemser, kanî ew lav??
Kanî ew xeyal û evîna diya xwe kanî !!! Yarebbî kanî ku de çûn, nabînime eceb mişkan dizî kirin malê xwe, nema kes dikare ji wir derxe an jî bûn xwê û di avê de hiliyan, ez ê çawa ji mala mişk û avê derxime.
Carekê din min dît ku telefon di destê bavê min de ye, bi kêfxweşiyekê de ye dibêje
“Girt a wê niha veke” ji wa cemada xwe derketim, çavên min li dayîka min ket, pir kêfxweş bû ku ev evîn careke din vegeriya.
Dibêjin:
” xweda lavên kesên baş û paqij pêk tîne”
Yarebbî!! Qurbane te me, te dîsa kir para min ev evîn, lê gava bi bavê min re keniya, dilê min bû volkan dikira biteqiya ji êşan, min pir dixwest ku erd vebe û ez têkevim, çiqas dîn bûm ku ew evîn kir para xwe, her du kêfxweş bûn, kesekî li min nepirsî, qey tu dibêjî xelata nobelê wergirtine, wê kêliya gotina birayê min hat bîra min
- Pir bi xwe şehnazî tu, ez dibêjim pir bi xwe şehnaz nebe, ji bo te dibêjim, da ku tu di dawiyê de negirî û kes tune ye wan hêsirên te yên firyalê ji wan kaniyan paqij bike, tu ne tiştekî yê dawiya dawî ez im, nikanin li pêşiya min bisekinin. Ez ê riyek din li şûna vê riyê hilbijêrim, lê tu yî heta dawiya dawî wek xwe li ser vê riyê bimînî.
Hêsirên min mîna barana bi hêz dibare, kes tune ye, paqij bike.
Dengî wî yê bilind min careke din bihîst, diya min rakir ku bi wî re bipeyve, lê yekser bi ser van lêvên ku bi tiji peyvên xweş xemilandiye, dengê xwe yê bilind berda û bi dehan gotinên ne xweş ku min nedixwest bibihîzim, hat gotin, lê wê her tim digot bi qurbana wa kurê xwe bim, bi qurbana wa kurê xwe bim, serê me bi te bilind e
Enê û bavo qurbanê te bin. Lê wî pişt guh kir û nema me dengê wî bihîst
Piştî axaftinek dirêj, min di rûyê diya xwe de meyizand bê çi qas bi dengî wî kêfxweş bûye, pir li xwe ecêb hatim, tu carî di jiyana xwe de dayîka xwe wiha nedîtiye, bi rastî bibêjim, min nas nekir ku ev dayîka min e, ez di neh mehan de zikê wê de rûniştîbûm.
Gelo wê demê min dayîka xwe baş nas nedikir, ne ku diya min ji min hez nakir, belkî ev xewn e û ez tê de, ma dibe ev tişt, ma dibe ew hemû gotin derew bin, mêjiyê min van tiştan ranake, çavên xwe yên bûne xwîn vedikim digirim, dibînim ne xewn e ne ti rastî ye, li pêş çavê min e, ma ez ê niha çi bikime, xweliya kê li serê xwe kime, wê demê berê xwe bi ezmanan de kir û got:
- Min hînî û ji nû ve bawer kirin ku bi rastî ez ne tiştek bûm ne tiştek bûm, di nava wan tîtalan de, çiqas gotinên wî rast bû, lê min bi xeyalên dagirtî xwe dabû jiyankirin.
Helbest
Hestên bi Jan
Hestên min jî dixwezin li ber dengên mûzikên bi oktavî govend bigirin
Keziyên keçên nûgihayî li ser wan oktavan
Bi fîstanê spî yê di sandiqê de jeh û têlan lêbidin
Lêbidin bi ser dilê min î ku nikaribû hestên min î siqkirî derxîne
Bi her guhdana mûzikên bi oktavî hestên min dibûn heşer û meşer
Bêhna mirov û sewalan diket nava hev
Bêhna janê bafîla ku dayîka min ji havînên bi tîn ava kiribû
Kiribû xwîn
Xwîna ku li ber hubra pênûsa min fetisî bû
Pê pelên bîranînên min wenda dibûn
Dixwezin dilê min li pêş wan biherike
Dixwezin mûzik xwe bigihîne wan
Dixwezin zimanê xweda zanibin
Dixwezin di zengolokê de nemînin
Dixwezin li der diranên deng nekevin
Dixwezin û dixwezin
Ew jî di fîstîvala de cih bigirin
Bibin helbestên piştrast ku sedsal jî bi ser de biçin jî xûz nebin
Hîn jî rast bin bibin pîramêdên Misrê
Bibin Arîn Mêrkan
Bibin û bibin xelata di ser lûtika pêşbirkan de serî hildin
Pê ling û destê min bifirin
Bifirin xwe bigihînin helbestvanê ku diranê helbestê dizane
Wê demê wê jana hestên min bi diranê helbesta xwe bimije û
Min bike helbesta xwe.