Tragedyaya herî navdar a Shakespeare ya ku bi navê Hamlet e, ji du karakterên wê yên jin yek Ophelia ye. Ew her çend di lîstikê de tenê di çend dîmenan de cih bigire jî, heya îro bandoreke kûr li gelek hunermend, wênesaz, peykersaz û helbestvan kiriye. Mirina Opheliayê, di dîroka edebiyatê de wekî mirineke herî helbestî tête pênasekirin. Psîkanalîstên navdar ên wekî Freud û Lacan li ser wê, gelekî ramyarî û teorî damezrandine.
Di şanoya Serdema Elizabeth de, wextê ku jin hîç tew nedikarîbûn derbikevin ser sehnê, lê zilam bi tevî cil û bergên jinan dikarîbûn derbiketina ser sehnê û ew bianiyana berçav û wekî jinekê tevbigeriyana, belê, em tev bi vê yekê dizanin. Aha Shakespeare bi riya vê binpêbûyina navcivakî ya jinê dihizire û Opheliayê diafirîne. Ophelia, jineke ciwan a welê ye ku dorhêla wê bi zilamên hêzdar ve hatiye dorpêçkirin. Ew rastî gelekî astengiyên mêranî yên têvel ên ku geh ji aliyê bira û bavê wê geh jî ji aliyê evîndarê wê Hamlet ve pêk tê, tê. Bavê wê Polonius her tim car wê perwerde dike da ku ew ê di nava civakê de çawa wekî jinekê tevbigere. Birayê wê yê mezin Laerte, ramanine pêşê wê dike da ku ew li ser parastina namûsa xwe bisekine, lê ev yek êdî dibe meseleya dorlêtengkirina wê ya tundiya psîkolojîk.
Hamlet jî ji wê re nameyan dinivîse û radigihîne wê ku ew bûye dilketiyê wê û her weha Opheliayê dike evîndarê xwe û paşê wê paş de vedigerîne û dibêje “Ez hez ji te nakim.” Opheliaya ku bi taya evînê ya sewdaserî dikeve û ew melankolî ya ku tê heyvan tîr dibe û li serê pir tesîr dike, wê ber bi dînbûnê ve dikişîne. Femînîst sedemê dînbûna wê wekî bikaranîna wê ya bi awayekî xirab a ji aliyê civaka mêraniyê ve û hêza pergala patrîarkal e şîrove dike û li ser vê yekê disekine. Foucault wê wekî jineke dildar pênase dike û welê dibêje “melankolî û hîsterî, dere û însanên dildar dibîne û pê ve dizeliqe.” Li gorî mefkureya Lacan jî, dilektîbûna karakterîstîk qelsî ye û sedemê dînbûna wê jî ev e.
Her weha di lehîstikê de bûyerine şax vedidin û peyder-pey tên pê. Ew mêrê ku pir jê hez dike, bavê wê dikuje. Diya wê jî bi mamê wê re dizewice. Piştî van yekan rê li ber Opheliayê dibe asê û xwe wekî di kemî de asêmayî dihîsîne, ji bo wê dermanê mirinê dibîne. Ophelia di seranserê lehîstikê de her tim li dijî rizandinê û bêhnên nexweş, bi çîçek û kulîlkan tête sêwirandin. Wextê dê di sahneya ku ew ê dîn be, hingê wan kulîlk û çîçekan dest pê dike û belav dike. Di dawiya lehîstikê de wextê ku ew dixeniqe, hemû kulîlk û çîçek li derdor berbelavbûyî ne. Aha yek ji berhemên herî navdar ên ku ev wextê ku Ophelia dimire û her weha tê sêwirandin, tabloya Millais a bi navê “Ophelia” ye.
Çavkaniya afirandina tabloya John Everett Millais ya di salên 1851-1852an de bi boyaxa donî çêkiriye, ji lehîstika Shakespeare ya bi navê Hamlet e. Li ser kuştina bavê Opheliayê ku ji hêla hezkiriya wê Hamlet ve hatiye pê, qala mirina trajîk a Opeliaya ku wextê stranê distrê û kulîlkên qirêc berhev dike û dixwaze pê qewzekulîlkekê çêke bi çêm de têwer dibe, dike. Millais, bi riya hevalên xwe Elizabeth Siddalê nas dike. Siddal di dûkaneke şifqeyan de dixebite. Lê paşê ew dê bi tena serê bibe wênesaz û helbestvan. Her weha, ew bi hevalê Millais ê ku navê wî Dante Gabriel Rossetti ye re dizewice. Ew jê re dibe çavkaniya bestê. Aha di vê tabloya bêhempa de ew a ku dikeve dewsa Opheliayê û dibe model Siddal e.
Millais, Ophelia bi du gavan resimandiye: di ya yekê de dîmen (li ber qeraxa Çemê Ewell’de Hogsmillê ku li Surreyê ye, para peyzajê ya derve yê resimê) û paşê jî bi xêzkirina asîka modelê berdewam kiriye. Di studyoya Londrayê, di kuweteke tijî av de, Elizabeth Siddal di nava kincekî tenik ê bi zîv ve neqişandiye yê ku ji hêla resam ve hatiye kirîn ê ji dûkaneke kevnefiroş e, hatiye resimandin. Ji demsalan zivistan e û hewa pir sar e. Tevî ku hunermend, ji bo ku bikaribe avê germ bike, di binê kuwetê de çire pêxistibin jî, nikare rê li ber nexweşbûna Siddalê bigire. Tew di ser de bavê Siddalê radigihîne da ku ew ê lê bibe gilîdar, Millais mecbûr dibe ku mesarîfên doktor bide. Çîrokeke dîtir ê di derbarê vê tabloyê de heye: Me gotibû tablo bi du gavan hatiye çêkirin. Di gavê yekemîn de, ji sedemê xebatên di nav çêm de dê dirêj li ber xwe bide, di tabloyê de kulîlkên ku di demên cuda de vedidin bi hev re tên xuyakirin. Lawê Millais, John, li ser çiqasrasteqînbûna kulîlkên bavê xwe welê nivîsiye: Profesorekî botanîkê ku wî nedikarîbû xwendeyên xwe bibe welêt, ew birine ji bo dîtina tabloya Opheliya ya ku bi qasî xwezayê fêrbar e.
Heke em li ser tabloyê hûr bin: Fîgura Opheliayê di avê de sobarî dike. Para wê yê navînê hêdî hêdî dest bi noqbûnê dike. Kincê kevnare yê taybet ê ku hunermend ji bo tabloyê kiriye, em giraniya qumaş bi awayekî zelal dikarin bibînin. Di heman katê giraniya kinc alîkariya têkçûna Opheliayê dike. Destên Opheliayê xwe teslîm kirine. Wan razîbûn bi qedera xwe aniye û herdu dest bi herdu aliyan ve vebûyî ne. Dorhêla Opheliayê bi kulîlkên havînê û bi nebatên dîtir ên botanîkî ve pêçkirî ye. Di nivîsa Shakespeare de hinek ji wan bi awayekî vekirî tên qalkirin. Yên din jî ji ber wateya xwe ya sembolîk têne destnîşan kirin. Serqiseyê helqeya binevşê ya ku di stûyê Opheliayê de ye sembola pêbaweriyê ye, lê di heman katê de, dikare mirin û îffetê jî nîşan bike. Sinca ku li ber serê wê digirî, evîna terkeser sembolîze dike. Kulîlkên helesor, navlêkirina birayê wê Leartes a “Kulîlka Gulanê” û her weha, ciwanî, evînê û bedewiyê temsîl dike; binevşa belek jî evîna betal…
“Min dixwest ez hinekî binevş jî bidim te, lê wextê ku bavê min mir hemû çilmisîn.”
Her qamûşê ku di avê de zîz dibe, her pel û kulîlk, afirindeyeke tîtîz a yekser a çavdêriyê ya xwezayê ye. Wextê ku meriv li hêdî hêdî combûna jinê ya di ava şêlîn de temaşe dike, ew melakolî ya ku di Hunera Serdema Vîktoryayê de gelekî berbiçav e, bi awayekî xurt hîs dike.
Aha welê ye… Ophelia, ji wê keça piçûk û masûm a ku bi gotina bavê xwe dikir, vediguhere evîndarek dilşewat û paşê jî dibe jinek dîn. Ev yek berteka veguherîna serîhildana li dijî pergala patrîarkal a ku ew nayê famkirinê ye. Bila ruhê wê şa be!