Sandro Botticelli hunermendekî xwepêşvebir ê girîng ê serdema xweştirîn a Ronesansa Îtalyayê ya zanist, huner û felsefeyê bû. Botticelli, bi bikaranîna rengên taswîrên berbiçav ên fîgurên însên û detay û kompozisyonên nedîtî tê naskirin. Wî mijarên bingehîn û karakterên sereke yên Mîtolojiya Yewnan û heyinên Ronesansê bi feresata xwe tekilhev kiriye û felsefeyeke nû ya resimê ava kiriye. Nemaze di resimên xwe de, mîtolojî, lêhûrbûnên îkonografîk û sembolîk li hev aniye. Lewma jî di van resimên xwe de lihevhûnandinên ronesansê wate û felsefeyeke nû aniye pê. Ji ber vê yekê ew bûye orjînal. Em dikarin bibêjin ku Botticelli di serdemek zêrîn a ku di navbera salên 1480-1490î de, di bin sîwana malbata Medici de xebatên xwe afirandine. Tevî ku ne teqez be, mimkin e ku tabloya Pallas û Centaur ji aliyê endamekî malbata Medici ku navê wî Lorenzo de Medici hatiye sîparîşdayin.
Malbata Medici malbateke pêş a ku xwedî li berhemên hunerê derdiket bû. Akademiya li Floransayê ya ku bi navê Neo-Platonik bû ji aliyê Cosimoyê Kal ve hat avakirin. Neviyê wî Lorenzo de Medici jî ev kevneşopî domand. Armanca wan ev bû ku di wê serdemê de hemû felsefevan û hizirmendan bigihînin hev bû. Wekî malbatî xwedanhêzeke hêbampa ya siyasî bûn. Botticelli ji bo wan yek ji resamên girîngtirîn ku ji bo wan resim diresimand bû. Hunera Klasîk ya Ewrûpayê herçend di nav qada ûmûmî de jî, nikare bibe demokratîk. Ji bo fikir û dîtina çînekê hatiye damezrandin û di nav tixûbên teng de li derdorê geriyaye. Bingeha peyva klasîk bi îngilizî “class” yanî “çîn” e, ev jî bi me dide nîşandan ku nasnameya hunerê girtî ye. Ev tablo jî ji bo “çînê” hatiye çêkirin. Hunermend dewsa wextê ku bixwazin ol, bûyerên manewî yan jî polîtîk yekcar îfade bikin, bi riya fîgur, hêma û şeklên têkilhev û nîvveşartî bînin ziman û radigihînin alegorî bi kar anîn. Alegorî, îmkaneke welê tîne pê ku, hingê hunermend dikare mesafeyekê têxe navbera xwe û mijara ku li serê radiwestin. Di tabloyê de fîgur ji mîtolojiyê ne û alegoriyek li pêş çavan e. Arezûya bêserûber, şehwet, têkoşîna bi şehwetê re têkildarê serîtewandina arezûyê ya li hember hiş e. Şîrovekirina vê tabloyê, alîkariya fêmkirina me ya zimanê hunerê yê Floransaya Ronesansê ya têkilhev û tenik dike.
Li ser nasnameya fîgurê nîqaşine hene. Ya ku herî zêde were zanîn herçend Athena be jî; heman Xwedawend Minervaya Romayî, yan jî, di dema Romaya Antîk ya Aeneidê de wekî şervanekê tête zanîn Camilla ye. Kîjan fîgurê efsanewî dibe bila bibe, teqez xwerûyî, hişmendîtî û bi şer re dikare were têkildarkirin.
Centaur mexlûqên wisa ne ku nîvê bedena wan hesp nîvê din jî însan e. Ew di daristanê de dijîn. Ji bo şehweta xwe periyên masûm dikujin. Hem hov hem jî harisbûyî tên zanîn. Centaurê nîvhesp û nîvînsan (ez è di dewama nivîsê de bibêjim sentor) di daristanê de periyan dixe nav xefikê pê xwe rihet dike, paşê difetile cihê qedexe, xwe amade dike da ku kevana xwe bi kar bîne rastî Pallas tê û dikeve ber lepên wî. Nasnameya fîgura jinê herçend ji bo nîqaşkirinê sedem be jî, maneya li pişt sentor hê zelal e. Mexlûqê ku însên û heywên digihîne hev yanî sentor, tizên hov ên însanetiyê -arezûya bêserûber, şehwet, nezanî- sembolîze dike. Lewma jî ev tabloya ku li ser rawestana îteatkirina sentor hûr dibe, temsîliyeta paşdemayina hişmendiya însên, arezûya ku ya îffet e yan jî xweşbîniya ku serî natewîne, dike. Detayên tabloyê yên ku bala meriv dikişîne ser xwe, sembolîzma têkilhev. Xemgîniya fîguran. Mîna pêdiviya şîrovekirina xaçerêzên ku xwedanrazber in tên xuyakirin. Pallasê ku herçend tenik û xweş bête xuyakirin, li piştê mertal, di piyên wî de jî şimikên çermîn hene. Her weha di destên wî de tebereke bêhemapa ya ku pasewan yan jî nobedar bi kar tînin heye.
Ev yek bi me dide hizirîn ku Xwedawend cihekî ku ji xwe re veqetandiye û sentor bêyî destûra wê dikeve navê. Wextê ku bi porê sentor digire, sentor xwe amade dike da ku tîr bifirîne, hingê tê famkirin ku ew tê radestkirin. Hê jî bi awayekî ku tiliya wî ya navînê wekî were xwarkirin a wextê ku amade ye tîrê bifirîne hatiye resimandin. Botticelliyê ku Armaya Malbata Medici mîna sê helqe xistiye nav hevûdu, lixwekirina Xwedawenda zanînê, mîna heyineke dekoratîf beşdarî tabloyê kiriye. Tê wê maneyê ku ev tablo ji bo malbata Medici hatiye çêkirin. Athena -yan jî Pallas- şaxên dara zeytûnê li dor mil û bedena xwe werdaye. Têkildariya Dara Zeytûnê û Xwedawenda Zanînê semboleke pîrozweriyê ye.
Tablo bi tenê ne xemxwirê taswîrkirina sahenyeke mîtolojîk e. Li ser vê hinek teorî hene. Tekneya ku li pey xuya dike bi keştiyên sedsala 15. dimîne. Ev yek jî dide nîşandan ku Botticelli, heyinên Mîtolojiya Klasîk û heyinên siyaset û civaka hemdem ya Floransayê gihandiye hev û aniye pê. Lê ev yek wekî mesajeke kesayetî ya ku Botticelli ji bo Lorenzo de Pierfrancesco hatiye şandin jî tête bilêvkirin. Ev tabloya ku wekî diyariyeke dawetê ye, dikare weha were şîrovekirin ji bo vî zilamê ciwan; rê ber şehweta xwe bigire û ji bo hezkirineke gewre, ji bo xurtbûna manewî serî bi xweşbîniyê li ber jinekê bitewîne.
Mîna gelekî tabloyên dîtir yên Medici, îro Pallas û Centaur jî di galeriya Floransayê ya Uffiziyê daliqandiye. Ez hêvîdar im hûn rojekê Uffiziyê ziyaret bikin, bi hêviya ku em di nivîseke din de hev bibînin.