Hollanda ku yek ji wan welatan e ku di cîhanê de herî zêde turîst serlêdanê dikin (qesta wê dikin) û Keukenhof ji bo van turîstan di demsala biharê de cihê herî zêde tê ziyaretkirin e. Ji bo du mehan salane mîlyonek û nîv ziyaretvan dikişîne.
Parka Keukenhofê ne tenê li Hollandayê lê li cîhanê jî baxçeyê biharê yê herî xweş tê hesibandin. Parka ku hûn dikarin her sal ji dawiya Adarê heya dawiya Gulanê tenê 8 hefte serdana wê bikin; bi hezaran laleyan, baxçeyên bi têgehên cuda hatine amadekirin, pavyonên ku çalakî lê tên lidarxistin li benda hezkiriyên kulîlkan in. Ka em bi dîroka Parka Keukenhofê destpê bikin, em li hemî agahdariya ku hûn hewce ne binihêrin, wek mînak; meriv çawa bigihîje wir, bihayê bilêtan çi ne, û dema çûyînê ya herî xweş.
Di vê gotarê de hûn ê çi bibînin?
- Cihê laleyan di aboriya Hollandayê de
- Dema laleyan li Holandayê
- Diroka Parka Keukenhofê
- Avahiya Keukenhofê
- Parka Keukenhof li ku ye û meriv çawa diçe wira?
- Divê ez kîjan demê biçim serdana Parka Keukenhofê?
- Bihayên bilêtên Parka Keukenhofê
- Nexşeya Parka Keukenhofê
1-Cihê laleyan di aboriya Hollandayê de
Li gor amarên aboriya 2019an a Hollandayê bi 94,5 mîlyar Euroyan li cîhanê di rêza duyemîn a hinardekirina çandiniyê de ye. Berhemên sereke yên ku Hollanda difroşin cîhanê hilberên xwarinê, ampûl û nebat in. Li gorî hejmarên fermî berhemên herî mezin ku Hollandayê di sala 2019an de herî zêde hinarde kirine kulîlk û nebatên xemilandinê ne. Bi 9,5 milyar Euroyan di rêza yekem de ne. Bi dîtina van jimareyan, ew nîşan dide ku hinardekirina kulîlkan ji bo Hollandayê, bi taybetî çiqas girîng e.
2-Dema laleyan li Hollandayê
Demsala laleyan ku her sal li Hollandayê di dawiya meha Adarê de destpê dike, heya dawiya Gulanê didome. Yek ji cihên herî xweş ên ku hûn dikarin vê serhildana rengan a 8 hefteyî lê bibînin Parka Keukenhofê ye, ku wekî baxçeyê herî xweş ê biharê yê cîhanê tê zanîn. Ev parka ku di heman demê de di nav Rêya Laleyan de ye ku wek yek ji baştirîn rêyên cîhanê tê nîşandan, bi angaşt(îdia)a ku li dinyayê bexçeyê herî xweş ê kulîlkan e hat avakirin.
3-Diroka Parka Keukenhofê.
Tê zanîn ku di sedsala 15an de li vê herêmê dehl û daristan hebûn û girikên qûman bû. Erdên Bavyera Countess Jacob of Gennegau (Jacoba van Beieren (1401-1436)) bûn. Daristana derdor wekî çavkaniya nêçîra ajalan, kivark, ber û giyayan, li qada nêzî kelehê ji bo çandina fêkî, giya û giyayên metbexê dihat bikaranîn. Navê “Kukenhof” ku ji Hollandî wekî “Baxçê Metbexê” tê wergerandin, ji vir tê. Keukenhof, di sala 1641ê de hatiye avakirin û rûbera derdora wê ji 200 hektarî derbas dibe. Di 1857an de, Baron Van Pallandt mîmarê perestgehê Jan David Zocher û kurê wî Louis Paul Zocher wezîfedar kir ku qada dora kelehê sêwiran bikin. Di dema danîna parkê de prensîbên klasîk ên avakirina parka îngilîzî hate bikaranîn. Ev park bi şêwaza perestgeha îngilîzî hîn jî bingeha Keukenhofê pêk tîne. Di sala 1949an de, komek ji 20 hilberînerên pêşeng û hinardekarên ampûlê plansaziyek çêkir ku erd wekî pêşangehek ji bo ampûlên ku biharê şîn dibin bikar bînin. Parek sala paşîn di sala 1950an de ji gel re vebû û ew serkeftinek mezin bû, tenê wê salê 236,000 ziyaretvanên wê hebûn. Di van 72 salên dawîn de, Keukenhof bûye nîşanek navdar a cîhanê.
4-Avahiya Keukenhofê
Parka Keukenhofê li bajarê Lisse, nêzîkî Amsterdamê ye, û zêdetirî 32 hektar baxçeyên xweşik hene: heya 7 mîlyon nebat (ji wan 100 cûreyên cuda hene, ku ji wan nêzîkî 4,5 mîlyon lale û sumbul in) hene û nêzîkî 90 cureyên daran hestek bêdawîtiyê, hestek li bihuşta kulîlkan diafirînin. Ev heybetiya kulîlkan ji hêla 100 pargîdaniyên beşdar ve hatî çêkirin ku katalogên xwe yên zindî nîşan didin. 500 cotkar li zêdetirî 20 pêşandanên kulîlkan cûrbecûr gulên birîn û nebatên kulîlkan pêşkêş dikin. Park ji sê serayan pêk tê: Paviliona Willem-Alexander zambakan, nêrgiz, sumbul, nebatên di încaneyê de hene. Di Paviliona duyemîn de (Oranje Nassau) freesia, gerbera, gul, laleyên, irises, alstroemerias, daffodils, chrysanthemums, calla û karanfi hene. Paviliona sêyem a Beatrix ya bi orkîde, pavilyona kesane ya Prensesa Hollandayê ye. Di nîvê parkê de hewzek heye ku qubebaz û teyrên din ên avê lê dijîn. Bi tevahî dirêjahiya hemî rêyên meşê bi qasî 15 km ye. Li kêleka rêyan peykerên hosteyên biyanî û Hollandî yên serdemên cihê hene. Weke Key (Qral), Kervel, Vermeer, Bruning, Alexander Taratynov. Li ser erde parkê gelek gol, gola avjenîyê, çem, kanal hene. Piraniya wan bi keştiyan têne gihîştin. Zêdeyî 40 pir û peyayan qeraxên gol û kanalan bi hev ve girêdidin. Di parkê de cotxaneyek heywanan, Pavilion Royal Hats, Pavilion Tea English, kompleksa şahiyê ya Bollebozen, xwaringeh, kafe û cihê parkirinê jî hene. Bi navînî, meşa li parkê bi kêmî ve 3 demjimêran digire, lê ev dem dê ji bo nasîna kulîlkan û bedewiya wan têr neke.
Di van 69 salên dawîn de, Keukenhof bûye nîşanek navdar a cîhanê. Di parkê de aşê bayê jî heye. Ew di sala 1892yan de li bajarê Groningenê hate çêkirin û di eslê xwe de mebesta kişandina avê ji deverên deryayî yên nizm hebû. Di sala 1957an de, Holland American Line melkeba bayê kirî û diyarî Parka Keukenhof kir. Avahiya ku di sala 2008ê de hat nû kirin, niha wekî muzexane dixebite. Ezmanê zelal, ku her kes dikare li avahiya hundurîn a bayê klasîk a Hollandî temaşe bike.
5-Parka Keukenhofê li ku ye û meriv çawa diçe wira?
- -Keukenhof bi qasî 40 kîlometreyan li durê Amsterdamê ye. Hûn dikarin bi kirêkirina gerîde(erebe)yê, bi bîsîklêtê, bi veguhastina giştî ya ji Amsterdamê an jî bi kirîna gerokek pakêtê biçin Keukenhofê.
- -Heke hûn bi wesayîta xwe an bi bîsîkletê biçin, hûn dikarin bikaranîna otobanên A4 an A44 bigihîjin wir.
- -Heke hûn bi veguhestina gelemperî werin; Hûn dikarin otobusên rasterast ên ji navenda bajarê Amsterdam, Balafirgeha Shiphol an jî Harleemê diçin, bi kar bînin.
- -Dema ku hûn bilêtên Keukenhofê bikirin, hûn dikarin bilêtek hevgirtî di forma otobus + bilêta têketinê de bikirin.
- -Ger hûn di demsala laleyan de çûne Amsterdamê, hûn ê gava ku hûn li bajêr digerin gelek ajansên ku gerên Keukenhofê difroşin bibînin. Hûn dikarin yek ji wan hilbijêrin.
6-Divê ez çiqas dem biçim serdana Parka Keukenhofê?
Ez ji we re pêşniyar dikim ku hûn bi kêmanî nîvê rojê veqetînin ku hûn biçin parkê, û heke mumkin be, serê sibê zû werin. Bilhasa heke hûn dawiya hefteyê biçin, malbatên bi zarok danê nîvro dest bi hatina xwe dikin, ji ber vê yekê baş e ku hûn biçin deverên ku hûn dixwazin bibînin berî ku ew werin. Yan jî piştî ku ger û malbat diçin, yanî piştî saet 16:00an hinekî bêdeng dibe.
7-Buhayên bilêtên Parka Keukenhofê ji bo 2022yan wiha ne:
- -Mezinan: 18,50 €
- -Zarok (4-17 salî) bihayê bilêtê: 9 €
- -Kom (20 kes û zêdetir) bihayê bilêtê: 17 €
- -Bihayê hevgirtî (Otobus û bilêt)
- -Ji Amsterdam RAI
- Bilêta Combi ya Mezinan 33,50 €
- Bilêta Combi ya Zarokan (4-17 sal) 15,50 €
- Ji bo zarokên heta 3 salî belaş e.
- -Bilêtên hevgirtî di forma otobus + bilêta têketinê 33,50 € ji navenda Amsterdamê, 29,50 € ji balafirgeh û Harleemê ne.
- -Parka otomobîlan, 6 €
8-Nexşeya Parka Keukenhofê
Nexşeya Veguhestina Parka Keukenhofê
*nexşe ji malpera fermî ya Keukenhofê hatiye girtin