“Di dîwarê pira kevnar de, laşê wê keçika biçûk bi saxî hatibû zindebeçal kirin. Hêj jî hinek mirovên wî bajarî dibêjin em dengê wê dibihîsin, digrî û lavelavê dike li jêr qatên rêz kirî ji kevir û herîyê. Ne ewê texmîn dikir dê wê spêdê bi pîyên xwe ber bi mirinê ve baz bide, ne jî ewê pira wêran dizanî dê heta hetayê navê wê girêdayî gûnehekê bibe.
Ma qey ne dîrok jî her wisa pêk tê? Ew lihev helingavtina bûyerên biçûk e ku bi carekê weke topek ji berfê mezin dibin û di pêst ê dem û cîyekê (zemkan) dîyarîkiraw de şopek dihêle.
Nav: Pir a Zaxo ankû pir a mezin!
Cih: Bajarê Zaxo (zêxok, zaxota ankû bajarê Azoxîz ê kevnar ku navê wê di despêkê de tê xûyan weke kuu navek yûnanî be lê ew Av û Xîz e û weha hatîye destnîşan kirin di letratûra ewrupî de, hê jî zaxoyî ji beşê bajar ê ku nêzî avê ye, dibêjin (xîzê dû avî).
Dem: Li gor gûte gûtên xelkê bajarê Zaxo, ew pir li serdemê abasîyan hatîye ava kirin, lê qeyîd û hêmayên liser pirê hatine dîtin behsa dîrokek gelek kevnar dikin ku dibe gelek caran hatibe rûxandin û ji nû ve ava kirin.
Serbûrî: Fermana avakirina pirekê li bajarê Zaxo tê standin. Sererayî beşdar-bûna baştirîn endazyar û jêhatîtirîn bena û paleyên avakirinê, lê her carê û piştî rojên dirêj ji kar kirinê, ew pir heldiweşe û diherife. Sererayî kû niştecîyên bajar, nimêjên bi komel encam diden, niza û lewjên ulî liser dixwînin lê her sibe li ber çavên xwe kavilek ji kevir û herîyê dibînin.
Rojekê rûspîyek ber pirê de derbaz dibe û ji wan re dibêje:
– Dermanê vî derdî goşt û xwîn e.
Gava jê dipirsin çawa û çima, ew bi bîra wan tîne ku tiştek li vê cûgrafîyê
de bê goşt û xwîn ne dest pê kirîye ne jî dûmahî pê hatîye. Dema ronkirinekê jê daxaz dikin, ji wan re dibêje pêwîste tûreyî û silbûna xwedayan bê ragirtin. Rê û rêbaza wê jî birîtîye ji bi qûrbanî kirina zindewerekî, bi mercek ku bi saxî di dîwarê pirê de bête veşartin, jiberku tenê êş û azar rê gehana rûhên biçûk e ber bi rûha bilind a xwedayan. Berî kû karker û andazîyarên pirê ronkirinek din jê bixwazin, ew rûspî yê bi sehim û raz, pîlana wê retuelê datine û ji wan re dibêje zindewerê despêkê ber bi pirê ve tê ew bijarte ya xwedawenda ye, lewma pêwiste bê qeyid û merc bê desteserkirin û zinde beçal kirin.
Spêda roja paştir keça biçûk a nobetdarê pirê, ya kû navê wê Delal bû, li gel kûçikê xwe sefertasa xarinê ji bavê xwe re tîne û dema kûçikê wê dide pêşîya wê û baz dide ber bi pirê ve, keyif dikeve dilê nobetadr û grupê li wê derê kar dikirin, lê ew kûçik bi bermayek xarinê ve dimîne û wisa Delal dikeve pêşîya wî û ber bi pirê ve tê. Ew nobetdar ji sersamî û şilejanîyê dengê xwe ji dest dide û dest bi girî û zêmarê dike lê bê mifa bû jiberku nabe ti kes beramberî hilbijartinên xwedayan derbikev e.
Weha Delal a biçûk bi saxî di dîwarê pirê de tê zindebeçal kirin û kevir û herî liser tên barandin. Ji wê rojê ve navê pirê dibe Pir a Delal.”
Min nivîsa xwe bi vî rengî di bîst deqan de nivîsî bû, gava di grupa nivîsandina afrêner de (creative writing group) ku jimarek ji nivîskarên swedî yên bi ezmûn birêve dibirin, ji me nivîshezên beşdar bûyî wê grûpê xastibûn em behsa yêkek
ji dastanên kurt ên navdar li welatê xwe bikîn. Bi hevokên kurt û sade, mercê (behis neke lê nîşan bide) têde berçav derbaz bikin. Min jî piştî hizirkirinek kurt, serbûrîya Pir a Delal hilbijart bû û nivîsîbû.
Nivîs bi bêdengîyek kurt û xemgîn hatibû pêşwazîkirin lê yê ew bêdengî têkvedayî, Erwîn ê Albanî bû, dema ji nîşkave destûr xast û got:
– Ev dastanek navdar e li Albanîya. Dastana Pira Çemê Oyan e.
Ewî dastan ji nûve vegêrand lê di dastan a Albanî de ewî nobetdarê pirê, sê kur û sê bûk hebûn e. Sondê bi kurên xwe dide xwarin (sonda Besaa a Albanî) ku hilbijartin ketîye ser yêk ji hevjînên wan weke qurbanî bête bexşîn ji xwedayan re û nabe ji hevjînên xwe re bibêjin û bûka ku despêkê xwarinê ji xezûrê xwe re tîne ser kar û ber bi pirê ve gavan bavêje, ew dibe qurbana ku pêwiste bê zindebeçal kirin. Du kurên wî sond û peymanê dişkînin û ji hevjînên xwe re dibêjin lewma jî xanimên wan roja paştir xwe nesax dikin û dur digehe bûka navencî ku xwarinê dibe ji xezûrê xwe re û wisa tê desteser kirin. Ligor dastanê ew xanima bê sûç, xwe davêje bextê wan mêran û lavelavê dike û ji wan tika dike ku memikê wê derveyî pirê bihêlin da bo cara dawîyê şîr bibexşîte zarokê xwe yê sava lê daxaza wê nayê pejirandin.
Weke keseka hertim di lêgera kifişkirin û têgehiştina hişê kurdan di dastan, bawerî, cîrok, reftar, stran û dembûrîyên wan de, bala min çû ser wan cûdahîyên giring yên kû di navbera herdu versionên dastanê de hebûn. Dibêjin ya şeyitan di wirdekariyan de veşartîye. Belê, rastî û authenticbûn jî di wan wirdekarî û cudahîyan de xwe dide axaftin.
Di dastana Pir a Delal de qurbanî nahête sinordar kirin bi cûre, regez û rewşa civakî. Giring ewe zindewerek be û bête zinde beçal kirin. Ev jî vedigere bawerîya kurdan a herî resen û kevnar ku jê re tê gotin yêkbûna hebûnê (wahdat al wijud). Li cem kurdan hemû hebûn biheve girêdayî ye û ew hebûn a yêkgirtî û bi aheng, xweda bixwe
ye. Li jêr çi heye li jor jî her ew heye. Hemû tişt di hebûnê de xwedî rûh in (ya ku zanist navê enerjî yê lê dike) û ew rûh girêdayî rûha afrênerê mezin in, lewma jî hemû zindewer yêktane, bêhempane, wekhev û beşekin ji hevdu.
Berevajî wê, dastana Pira Çemê Oyanê mehkûmî hiyerarşîya civakî, cûreyî û regezî ye, jiberku qurbanî tenê bi mirovan û ji regezê jinan, di jinan de jî astê herî lawaz di heremê civakî de ku ew jî bûk in tê sinordar kirin. Xala dûwem nizîkbûna ji jinan di her du civakan de diyar dike. Di demê ku di civaka Albanî de tenê jin weke malê bi qurbanî kirinê tê temaşe kirin, lê di civaka kurdan de navek wisa lê nayê kirin û bi yêk çav lê tê nêrandin ligel regez û cûreyên din.
Reftar û bûyerên di qewimin di dastana kurdî de, nîşan didin ku ev serbûrî hatîye jiyan kirin berî hatina ulên Îbrahîmî jiberku piştî bûyera pêxember Îbrahîm û kurê wî Îsmail – ku pêşbînî tê kirin, di devrên nizîk de hatibe encam dan – êdî li van deveran ji dêvla bi qurbanî kirina mirovan, ajalan dixene dewsê jiberkuu êdî mirov dibe centerê hebûnê û hemû hebûnên din dikevine xizmeta wî de.
Kulturê bi qurbanî kirina zindeweran, kulturek kevnar e di axên mezobotamiya de. Ew weke şêwazek niza, tika û xwe paranewe bûye ji bû xwedayên ture, sil û şerengîz.
Bû cara yêkem di goristana şajina sûmerî Şabaadê de gelek isklêtên mirov û ajalan hatine dîtin ku gelek ji wan bi saxî hatine zindebeçal kirin jiberku di bawerîya wan de, goşt û xwîn a zindeweran şeraba herî bûha û bi nirx e li ba xwedayan û êşkişandina zindeweran merhema asûde kirina xwedayan e ku bi zimanê sûmerî jêra Nîqû dihat gotin.
Babiliyan têgeha “vegera bi êş” hebûye. Ew bawerîyek totemî ye, xwe liser bingeha bexşîn û gehanê rêkdixe (Herkesê qûrbanîyek sax û zinde dibexşe, dikeve temasê li gel rûh ê xwedayan û êşkişandina qurbanîyan ewê gehan a pîroz pesend dike).
Gelên Aztek li Meksîka xwedayê Tavê perestine û di wê bawerîyê de bûne ku xwîn hêza berdewamîyê dibexşe xwedayê wan. Herweha gelê Inka li Peru û Ecuadorê, bexşîna mirovan bi saxî weke rituelek pîroz lê meyize kirine.
Di navberê de, ez û Erwîn ê Albanî û çend nivîshezên din lihev civyayîn. Ewî romana nivîskarê Albanî Ismail Kadarea ya bi navê pir ji min re pêşniyar kir ku têde behsa wê dastanê dike. Min jî bi alîkarîya pirtûkên digital ew bidest
xist û di trênê de heya mal ew roman a biçuk xwend. Roja dîtir min ew babet weke lêkolînek biçûk xiste hevpeyîvîna grupî. Di mesela jinan de, cardî kurdan û nêrîna wan jiboyî jinan qazanc kiribû. Di grupê de em karîn liser vê bîrokê yêkra bin ‘Berhengarbûn û wêrekîya jinên kurd li hember Daîşê, pêşengîya wan li hember faşizma ulî li Iranê, xebata wan a berdewam li dijî dagîrkeran, ne derketinek nû û awarte ye. Ewê hêz û wêrekîyê, reh û rîşeyên xwe yên dîrokî, ceografîk û kulturî hene. Ew bizirek resen û xweyî ye û bi amadebûna şert û mercên guncaw ji nû ve şên û vejen dibe. Jinên wisa jî bêguman zehmet e li wan bê nêrandin weke qurbanî jiberku ew herdem di helgirtina berpirsyarîyan de serkêş bûne. Rêveberê grupê ku swedîyek kurdzan e, bala me kişande ser wê nakûkî û girêkûra di rewşa jinên kurd de heyî. Bi matmayîbûnek xemnak got: Li rojhelata navîn ya ku mêran nekarî bikin, jinên kurd bi wêrekî û hişmendîyek mezin encam dan. Li Filisetînê jî xanima despêkê berhengarî askerên Israielî bûyî navnîşana wê Al kurdî bû, lê ev jin mixabin bi destê mêrên kurd tên kuştin û bi heder dayîn.
Ewî tilîya xwe danî bû ser birînek bi êş û bo careka din di serê min de ew pirs azirand bû. ’’Me kurdan çawa û bi çi dînamîkan hişê xwe, hişê ayidî xwe ji dest dabû û kengî despêka wê şikestê bû?” Ez di wê bawerîyê de me ku bersiva van pirsan dê rê pêşander be ji me re ku rewşa xwe ya îro di hemû biyavan de şirove bikin û rê çareyan jê re bibînîn.
Grupa me ji mirovên cûda pêk
dihat, jin û mêr, mamosta, piskolog, parêzer, polîsek ku dixast romaneke polîsî binvîse û Erwîn, ew pizîşkê diranan yê wêjevan û nivîs hez. Dema ji yêk yêk ji me hat pirsîn çi kar dikin
û çawa terazûyê radigirin di navbera kar, jiyan û heza we a wêje ye de,
ewî bi pêkenîn weha bersiv dabû: Neçarim heftê çend diranan derxim wek e debara jiyanê da bişêm bi rehetî binvîsim. Min jî bi henekî jê re got ”çend diranêt rizî derdixî da bişêyî çend peyivên delal rêz bikî, tu vezivrandineke ( Recycling prosses ) hêja dikî.” Ew gelek dilxweş bibû bi vê nirxandin ê û daxaz kir vê şiroveyê di nivîsek xwe de bi kar bîne. Min got lê vê carê wek e bapîrên xwe neke û mafê hizrî û dîrokî yê kurdan destnîşan bike. Em hemû keniyabûn û em liser wê yêkra û hev nêrîn buyîn ku dastan, hizir û bîrok e bi per û bask in. Ew ji civakekî derbasî civakên din dibin lê her civakek li gor xwe û li gor hiş û bawerî û dîtinên xwe kirasekî lê dikin..
Nîşe:
– Zemkan (zeman / mekan) têgehek fîzîk e, derbirînê ji her 4 pîvana dike dirêjî, firehî, bilindî û pîvana çarem zeman e. Bi taybet ligel teorîya nisbîbûnê a Albert Einstein hat bikar anîn.
– Lêkolînvan Konrad Bryosuer dema tê Zaxo dinvîse ”Me xwe liber giravekê dît, navê wê Azoxîz bû ew birîtî bû jî av û xîz.” Hê jî xelkê bajarê Zaxo ji devera nizîk çemê xabûr re dibêjin Xîza dû avî!
– Delal peyivek kurdî ye nek erebî ye û ji du beşan pêk tê. Dil – al ku tê wateya mirovê nizîk ji dil. Peyîva “al” ji milê Zaxoyan ve tê bikar anîn ji dêvla “li nik, li cem, li ba, li rex, li def û hwd.” Ji kurdî derbasî zimanê erebî bûye û ereban ew di wate ya “delalî kirinê” de bikar anîne.
– Ismaiel Kadare nivîskarek Albanî ye, yêk e ji pêşrewên şêwaza realîzma efsûnî (magical realism) di nivîsandina romanê de.
– Colonel Mark Sykes dema li Kurdistanê digere û lêkolînekê li ser êl
û eşîrên kurdan çêdike dibêje ”gelek ji wan eger ne wenda jî bin lê xwedî hizrên pir balkêş û felsefî ne, min ji cotkarekê ne xwenda ji eşîra qureyşiyan pirsî tu xwedê diperstî? Ewî bersiva min da “Na. Ma çawa beş dikare
giştî bipereste, em û xwedê yeki in.” Yêkbûna hebûn ê (wahadat al wijud) bawerîya herî kevnar û bi nirxe bû li cem kurdan berî hatina ulên din.
– Totem bawerîyeke pêk hatîye ji hinek hizir, hêma û rituelan ku bingeha wê liser têkilîya di navbera grupek mirovan û hebûnek zindî an jî xwezayî weke ajelan, daran û diyaredeyek sirûştî û gerdûnî. Li kurdistanê hatîye jiyan kirin û hê jî hinek kevneşopî û rituelên ku kurd bi navê kultur berdewamîyê pê didin, bingehên wan yên totemî hene.