Min jî bawer nekir. Çawa yanî? Çima heya niha kesî nebihîstîye? Demildest li erebeyê siwar bûm û bi rê ketim. Wexta gihîştim wî gundê asê yê di çîyê de roj çûbû ava. Hevala ku ji min re behs kir, got di quntara çîyê de şikeftek heye. Di nav gundîyan de wek tirbe tê zanîn û salê hinek rojan diçin ziyaretê jî. Qedexe ye birîna dar û şînahîyan li wê derdorê. Her wiha nêçîr jî. Kes newêre destê xwe bide ti tiştî. Tenê di wextên ziyaretê de diçin diayên xwe dikin, kêl û keviran maç dikin û paçikan bi hinek daran vedikin. Ji bo daxwazên dilê wan pêk bê kevirkên biçûk jî di tehtekê didin, heta pê ve bizeliqe. Lê ya ku kes newêre hundirê şikeftê ye. Tiştên pir ecêb tê de hene, haya kesî jê tune ye.
Hevala ez birim, berya du–sê salan bi xoşewîstê xwe re, bi nezanî ketîye wê şikeftê û wan perên pirtûkan bala wê kişandîne. Xoşewîstê wê pir tirsiyaye û nexwestîye destê xwe bide wan, lê wê bi nîvronahîya tavê li çendekan nihêrtiye û heyirî maye. Dibêje ew pîrebok in. Çûyîna wir ya şevê tirsnak û xetere bû. Lewma me çûna xwe hişt rojê…
Bi sedan çapên dîwana Hafiz (1315–1390) hene; cûr bi cûr. Pirên wan bi resm û nîgar û minyaturan xemilandî ne. Jinên ciwan ên sing û berê wan vekirî direqisin, qedehên meyê pêşkêşî dildarên xwe dikin. Yarên wan jihişçûyî, kûzên şerabê, sirûşt, teyr û her wekî din. Gelek îmge û metaforên balkêş. Di hinekan de li derdora mêrekî bi dehan jinên şox û bedew.
Dema em li seranserê dîwanên wan dinêrin; ger Hafiz reqsa xwe li derdora şerabê kiribe, Cizîrî ya xwe li derdora delalîyê kiriye. Lewma dîwana Cizîrî ji ya Hafiz layiqtirê wêne û dîmenên wan şox û bedewan e. Lê çima ew delal û şox û bedewên Cizîrî heya niha nehatine dîtin? Qet nebe nehatine resimandin? Çi ferqa me Kurdan, ji Farisan heye? Çima dîwanên Hafiz bi reqs û xulxulîna bedewan şên in, yên Cizîrî di kaxez û qewlikên hişk û ziwa de şîngirtî?
*
Îsmaîl Cezerî (1136–1206) yek ji mînakên sereke ye, di cîhana misilmanan de ku resm û wêne û peyker çêkirine. Li Cizîr, Heskîf û Amedê jîyaye. Di sala 1206an de ev wêneyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê Hîyel de jî resimandine. Weke ku Ereb dikin, serê resmên xwe jî nebirîne. Mûzîkjen û peykersazê di cîhanê de navdar, Leonardo Da Vîncî jî (1452–1519) ji wî Cezerî yê Kurd sûd wergirtîye.
Lê îcar hê pir berya Cezerî, di erdnîgarîya Aryanê de yekî weke Manî–Erjeng (216–276) derketîye, bi nîgarvanî û resamîya xwe nav daye li cîhanê. Xanîyê nemir di Mem û Zînê de wiha bal kişandiye ser: “Fehhaşî te kir ji rengê Xanî / Neqqaşî te kir mîsalê Manî” Xanî jî di rastîya xwe de Mem û Zîn weke tabloyên resman neqişandîye. Erê! Helbet wê resmên nü yên Xanî jî derkevin.
Çanda resamî û nîgarvanîyê di nav Kurdan de jîyaye. Di sala 1655an de, dema Ewlîya Çelebî hat Bidlîsê, ji bo Evdalxanê mîrê Kurd got “di resmê de mîna Behzad û Manî ye” û pesnê wî da.
Îcar aldarê işq û delalîyê, Cizîrî (1570–1640) 1300 sal piştî Manî, 500 sal piştî Cezerî hat û resmên xwe yên bi efsûn neqişandin. Lewma dema wî û Mîr şi’r li ber hev xweş kirin, wî got “Xered [xaye] şiklê te bû Manî ji neqşên Çîn û Maçînê” û Mîr jî wiha lê vegerand: “Mîsalê sûretê Çînê xelet Manî xeta kêşa / Ku min dîbû li ayînê ji ber zulfa du ta kêşa.”
Cizîrî, firçe girt destê xwe û dest bi resmê nü kir:
Nebat û şekkera lêvê nesîmê wê gul û sêvê
Hilînit perdeya şêvê şifaya hindekî derd e
Û xwe wek peyrewê Erjeng dît,
li ser resmê xwe yê ji ava sîm û zêr, wiha got:
Bi sîmavê bi zêravê tu rojê neqşikê bavê
Ku da Erjeng ji wê navê li ber rojê nebit perde
Cizîrî bi xwe dizanî. Mîna meczûbên
işqê wî jî nedikarî bê delal û xûban bijî:
Mela zanim ji meczûban, tinê najî tu bêxûban
Dema dil dî bi mehbûban, bi şox û şeng û esmer de
Erê xwînerê! Erê xwînero! Ger tu nikaribî yekî weke Cizîrî ji kevanê (parantez) [alîyekî wê Hezretî, alîyê din Quddîsella] derxînî, ne pêkan e têbigihîjî û bibînî. Tu qet fikirî yî? Heger Cizîrî di cîyê şi’ran de resm xêz bikira, gelo niha wê li hemberî me çi dîmen heba? Û wê kê, çi nêzîkatî nîşan bida, çawa şîrove bikira? Teqez! Pêwîstîya me bi Cizîrînasîyeke nû heye. Cizîrînasîyeke nü! Belkî bi wî awayî em li sirûşta xwe vegerin û rehabîlîte bibin.
Min behsa yek du resman kir. Yê din, belkî rojekê li pêşangeheke ezamet werin dîtin.
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol