Rojnivîska Spinoza bi “Vegera Yasîn”î ve ji çar beşan pêk tê. Mijara romanê rewşa welatê Kardoxî ye (Kurdistan). Şener Özmen navê Kurdistanê wek Kardoxî bi nav kiriye. Navê bajarên din jî çar aliyên Kardoxiyê îfade dikin. Romannûs ew navên bajaran kurt kiriye, du-sê tîpên dawiya bajaran bikar aniye. Wek li başûr Xo-Zaxo, li bakur Zex-Hezex, li rojava Dê-Amûdê, li rojhilat Bad-Mahabad. Li her çar bajaran lehengek heye. Li Xoyê Peyman, li Zexê Yasîn, li Dêyê Helbest, li Badê Simko. Mijara romanê li gorî van çar lehengan derdikeve holê.
Mijar em Kurd bixwe ne. Şener Özmen dibêje, ewil em Kurd xwe binasin, paşê jî em ê çareya pirsgirêkên xwe bibînin. Me bi destên xwe birîn li ser birînan vekir. Tenê em dikarin birînên xwe dax bikin, aş bikin, baş bikin. Roman bi ramanî tevdigere, bi hizrên felsefî li pirsgirêkên me dinêre. Romannûs dibêje: Me bi destên xwe kelehên menewî rûxandin û em ketin zindanên maddî. Em mecbûr in ku bi alavên ramanî tevbigerin û kelehên menewî ji nû ve ava bikin.
Bi xwendina romanê re em xwîner dibînin ku serê me Kurdan tevlihev e. Em ji bo xwe, ji bo gelê xwe nizanin çi dixwazin yan jî çi bixwazin. Em rewşa dinyayê nabînin. Em her tiştî tevlihev dikin. Serokên hêja binling dikin, merivên ji rêzê jî dikin serok. Romannûs dibêje: Em niha çar bajar in, heger ku em rastiya xwe nebînin, biaqil tevnegerin hingê em ê bibin hezar parçe, em ê hûrhûrî bibin. Bajarekî me jî namîne. Em îxaneta di hêlîna evînê de nabînin. Tim çavên me li der e, li mal û milkê xelkê ye, li ser rastiya xelkê ye. Ji bo wê jî em li hev dûr in, dijminên hevdu ne. Çima em li hundirê xwe nanêrin û nêzîkahiyê li xwe nakin?
Di her karakterê romanê de aliyekî rewşenbîrî heye. Rojnivîska Spinoza ne romaneke mirovên ji rêzê ye. Berevajî wê her karakter difikire, dirame, arîşe û gelemşeyên gelê xwe rave dike. Şener Özmen xwestiye em Kurd li ser rewşa xwe bi objektîfî bifikirin. Her kes mecbûr e ku çekên xwe yî şexsî (partî) berde û xwe bi hemû hebûna xwe ve berê erdnîgariya Kardoxiyan (Kurdistan) bide. Partiyên Kurdan bûne astengên mezin, dîwarên qalind çavkaniya pêşdaraziyên xeternak, mintiqeyên jehrî. Nahêlin em werin ba hev û rastiya kurdên din bibînin. Berjewendiyên serok û partiyan li pêş doza Kurdî û Kurdistanê ketine. Serok û partî ne ji bo doza Kurdistanê, tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Şener Özmen di romanê de rewşa rewşenbîrên me rexne dike. Rewşenbîrên ku haja wan ji rewşa xwe û neteweya xwe nînin.
Rojnivîska Spinoza ya rêzdar Şener Özmen di sala 2008an de ji Weşanên Lîsê de derketiye.
Şener Özmen li bakur li Zexê bi Yasînî re serdestiya tirkî, li başûr li Xoyê bi Peymanê re serdestiya erebî, li rojhilat bi Badê, bi Simko re serdestiya Farisî, li rojava li Dêyê bi Helbestê re serdestiya erebî baş rave kiriye lê ziman û rêzimana romannûsî Kurdî ye. Karakter bi Kurdî difikirin, bi Kurdî tevdigerin, bi Kurdî diaxivin. Ji xencî çend xetayên piçûk (Rûpelên 124, 135, 144 ) ne di karê Weşanxaneya Lîsê de ne jî di ziman û rêzimana romannûsî de pirsgirêk hene. Em Lal Laleş (gerînendeyê weşanê), Kawa Nemir (edîtor), Dilawer Zeraqî (redaksiyon û sererastkirin) pîroz dikin. Divê em nivîskar û xebatkarên Kurdî ziman û rêzimana Şener Özmenî mînak û bingeh bigirin. Lewre zimanê wî him kevnar e him jî nûjen e. Wî zimanê romana Kurdî ya modern derbasî qonaxa post-modernê kiriye.