Mixed Martial Artsê cih li boks û kick boksê teng kir, êdî bazara wan qewî kesad e û nîn e ji qumaşê wan re xerîdar. Asayî ye di dewrana contemporary artê de meriv bêje “yê nû hat, yê kevin hilat/bû xelat”.
Ev hunera lihevdanê ya têkel 30 sal in li dara dinê ye. Ji wê çaxê bi vir de çend nifş pêlewan kevn û ko/kuh kirin. Em ê pêşbirka du şêrgeleyan vebêjin; navsalekî (fighter zû pîr û kal dibin) ji nifşê ku diçe û şarezayekî ku jêr ve tê.
Jiri Prochazka hêj 30 salî ye. Lê ji 33 matchesan bes 3 dane der (Volkan Oezdemirê bavkurd jî têk biriye).
Glover Teixeira li gorî dijberê xwe kalê dewr û zemanên berê ye, 43 sal emir kiriye. Di 41 pêşbirkan de 8 caran bi bin ketiye. (Bes Xwedê û Khabib Nurmagomedov têk neçûn. Ya Xwedê diyar e lê sedema têkneçûna şervanê Dagestanî wrestlerîya wî ye; camêr kulm û pîn li merivan nedidan, pirî caran ‘ey reqîb’ên xwe digewixandin heta bêhn li wan diçikîya).
Lihevadana Prochazka û Teixeira 5 raundan ajot. Lê mala wan ava, wekî hinek qaşo şerkaran nîv saetê di dor hev re nezivirîn û temaşeger bi pehînek û du kulman eware nekirin. Mêrikan mîna “lawê bava” ji destpêkê heta dawiyê mist li nav çavan û pîn li kulîmekên hev kêm nekirin (Loma şîrovekaran serê kêliyê carê digotin nice shot).
Rounda pêşî bi gotinên what a round, what a startê qediya.
Ya didoyan punches and punches…
Di big third roundê de xwîn bû notla çirikê. Ne çirik be jî xwîna dîkekî jê çû.
Çar: Kalo stûyê xorto guvaşt lê yê li bin radest nebû, tew bi rakirina tiliya mezin ji hekem re îşaret kir go “dest lê nede bila ew jî hewesa dilê xwe re mantokî bajariya li bejna xwe ke”.
Fifth and final round in Singapore: Di destpêkê de her duyan bi kubarî û gentlemanî hev hembêz kir. Dûv re xorto, faster and youngero bi submissionê mesele safî kir û bû New Light Heavyweight Championê UFCyê!
Axirî bi kneeyan (Yên ku heta vê saetê berê xwe nedabin karekî wiha wê bêjin: Wey dayê, bi junîyan, bi çogan diçin hev) bi slicing elbowan (erê yabo bi enîşkan diçerpînin yekûdu) camêran reng kirin! Eynî welle kalo çend caran keys lê anî kulixî ser belam Xwedê siûd û talih û êqbal jê re li hev neanî.
Gelî xwîneran! Match hene meriv di dilê xwe de hêla şervanekî digire, bi perspektîfa wî tevdigere; bi wî re dikeve octagonê û kutikan dadike yê din. Lê match jî hene reqîb ji hev çêtir in, meriv aliyê her duyan jî bernade, ji serî heya dawiyê bi kêf û kelecan li derbên wan dinihêre. Ev pêşbirk ji yên duyem e. Ger heyfa Gaza Şorikê ji dilê we jî dernehatibe kerem kin li vî şerê kurê camêran, şerê canega û beranan temaşe bikin!
Ji vir şûn de em ê dia bikin rojekê serê Jiri Prochazka û Jon Jones jî bi hev re derê…