İkarus kurê hunermendekî mezin e ku ew yek ji mîmarên herî navdar yên Atînayê, Daidalos e. Daidalos hunermendekî hînkerê mezin ê welê ye ku, wî cara pêşîn peykerên Xwedawendan saz kiriye. Wî bi gelê Yewnanî yê ku wan heya niha bi hêza bêrikan keştî di nav zeryayê de didan meşandin, bikaranîna baxêliyê bi wan daye hînkirin û her weha wan ji bayê sûd wergirtiye. Tevî ku Daidalos ewçend hunermendekî mezin e jî, çavên wî bar nabin ku şagirtê wî yê bi navê Talos ê ku li ser hunerê hûr dibe, naxwaze ew pêş ve here û li derdora wî deng û nav bide. Lewma jî Talos dikuje. Ji ber vê yekê Daidalos ji Atînayê tê bidûrxistin. Bêgav dimîne, dere û xwe dispêre girava Gîrîdê. Dikeve bin sîwana Keysarê Minos. Lê li Gîrîdê rewş têkel e.
Hingê li Gîrîdê çi diqewime?
Ew kesên ku ji mêj ve ye nivîsên min ên ez diweşînim, dişopînin, dizanin ku min çêlî serpêhatiya Europa û Zeus kiribû. Europa, sê kurik bexşî Zeus kiribû û Zeus jî navê jina ku wî jê hez dikir li parzemînekê danîbû û her weha ew kiribû nemir. Ev her sê kurik; Minos, Sarpedon û Rhadamantys in. Ew her sê zarok wextê ku mezin bûn û gihan xortaniya xwe, di navbera wan de şerê desthilatdariyê derdikeve û Minos vî şerî hildiberîne û dibe Keysarê Gîrîdê. Minosê Keysar, wekî nîşaneya hêzê ya keysariyê, ji Xwedawendan alîkariyê daxwaz dike da qurbaneke spehî li gor şanê wan pêşkêş bike. Xwedawendê Zeryayê Poseidon, xwe bi gazî û hawara Minos digihîne û ji wî re gayekî gewr, xweşik û spehî dişîne. Minosê ku pêrgî spehiya ga tê û dibîne, hingê nade xatirê wî, di dewsa wî de gayekî din dike qurban. Poseidon bi vê sextekariyê dihese û poz li Minos radike, pir sil dibe. Xwedawedendê zeryayên hêçketî, tola xwe zû hildide.
Hevjîna Minos, Pasiphae dike evîndarê wî gayî. Keysareya ku bi evîna ga hêçketî ye, riya xwepêgihandina ga bi saya mîmarê binavûdeng Daidalos bi cih dike. Daidalos ji bo ku Keysare bikaribe vê arezûya xwe pêk bîne, mangeyeke ji maketê pêk tê, çêdike, Keysare dikeve navê û xwe bi mebesta xwe digihîne. Ji vê pevşabûnê, rawirekî ku serî wî ga, bedena wî însan e û bi goştê însên xwe têr dike, Minotauros (Minotor) çêdibe. Peyvwateya wê “Kurê Minos” e. Her weha ji bo ku Minosê Keysar bikaribe hem serdestiya vî rawirî bike, hem jî ji însanan veşêre, bi Daidalosê mîmar qesra Labirantos dide avakirin. Ev qesra hanê ya ku ji bihûr, rê û berfiskên têkilhevbûyî ava bûye, kesek bikeve navê nikare bider were. Aniha, ev navê qesrê, bûye çavkaniya peyvikeke ku ji bo riyên lihevgeriyayî tê bikaranîn: labîrent.
Çîroka me li vir dest pê dike. Rojek ji rojan Thesseus, wekî berendamê qurbanê ji bo ku bi wî rawirî re şer bike û wî bikuje diçe Gîrîdê. Piştî ku karê wî bi dawî dibe, ji bo ku ji hundir derbikeve, ji Daidalos riya vê yekê dipirse. Daidalos ji wî re dibêje “wextê ku tu ketî nav labîrentê, serê gilokeke ben, bi serê cihekî destêpeka têketina labîrentê ve girê bide û pê ber bi pêş de bimeşe û di vegerê de jî wî benî bişopîne”. Thesseus dikeve nava labîrentê, rawir bi cih dike, wî dikuje û paşê jî şîpa ben dişopîne û ji labîrentê derdikeve. Thesseus, dilketiyê keça Minosê Keysar, Ariadneyê ye. Ji bo Minos rê li ber wan digire, ew jî wê ji Gîrîdê direvîne. Minos ji bo vê yekê pir sil dibe. Daidalosê ku nepêniya labîrentê daye Thesseus, ji hêla Minos ve tê cezakirin. Wî û kurê wî Ikarus, wextê ku ev qesr ava kir alîkarî li Daidalos kiribû, tev dixe nav labîrentê wan dihepisîne. Labîrenta ku Daidalos ava kiribû ewqas têkel e ku bi xwe jî nikare riya felatê bi cih bike. Ji bo, ji vê labîrenta ku di navenda zeryayê de ava bûye rizgar bibin, riya rizgariyê, riya firînê ye. Daidalos kesayetiya xwe ya hunerî û hostehiyê bikartîne û ew parzaneyên qazan yên ku ji asîmên dikevin nava labîrentê berhev dike, dide hev û bi şimayê ve dike yekgirtî û paşê pê, pêbask çêdike. Ew û Ikarus, van pêbaskan bi dest û milên xwe ve girêdidin û xwe amade dikin da pê bifirin. Daidalos ji lawê xwe, Ikarus re van tiştan dibêje:
“Wextê ku tu li hewa difirî, divê haya te ji vê yekê hebe. Navê ku tu ne pir li jor, ne jî pir li jêr bifirî. Ji lew re wextê ku tu pir bilind bifirî, tu dê nêzîkî li tavê bikî, hingê şima dê bihele û ew parzaneyên ku me bi hev zeliqandibûn, ji hev de bikevin. Heke tu pir nizm bifirî hingê jî dê hûta zeryayê xwe bi pêbaskên te bigihîne, ew dê şil bike û giran bike. Lewma jî divê tu bidî pey min û rênavînê re bifirî.”
Tev difirin û ji labîrentê derdikevin û bi hewa dikevin. Lê İkarusê ku demekî dirêj bû di girtîgehê de girtî bû, ji firê pir hez dike û heta ku tê de heye pêbaskên xwe diçerpitîne û ber bi asîman ve hildikişe jor. Ew şîretên ku bavê wî lê kiribû, ji bîr kiribû. Hewçend nêzîkî li tavê dike ku, dawiya dawîn, hêza germahiya tavê, şimaya di nav pêbaskên wî de ye, dihelîne. Bêpaskên wî yek bi yek li pey hev, li ser hevûdu, ji hev de dikevin û li hewa belav dibin. İkarusê ku bêyî pêbask maye, milên xwe li asîman bêkêr diçerpitîne û diheje. Paşê ji valahiyê ber bi jêr sersêrî dikeve. Dawiya dawî dikeve nav cihê herî kûr ê zeryayê, difetise û dimire. Çîroka Ketina İkarus, efsaneyeke girîng a welê ye, herçend têkoşîna ku ji bo serkeftinê tê kirin girîng be, hewçend hilberîn û arezûya ku bi dû vê yekê di hestên însên de pêk tê û zerarê dide însên, vedibêje.
Bi rastî jî, paşê, ev rewşa ha ya hestpêkirinê wekî Sendroma Ikarus hat binavkirin; ji hunerê û derdora edebiyatê, ji derdora kar û karsazan, di gelekî qadên din de, bûye çavkaniya bestlêrabûnê. Di termînolojiya psîkolojiyê de jî wekî Ketina Ikarus yan jî Sendroma Ikarus dibûre. Ji biwêja “bi pêbaskên xwe firîn” a ku tê wateya, jiyana ku ji tu kesî piştgirînegirtin û alîkarîmexwestinê û bi hêza xwe karekî erênî pêk anîn re bûye çavkanî. Digel vê hindê, rewşeke hestpêkirina li dijî qedexehiyê û rênedanê jî li dar dixe. Parek însan, vê ketinê; wekî xortên bûgihiştî yên ku bêyî destûra malbata xwe tevbigerin û rêvekirina arezûyên xwe yên xweyî didin pênasekirin, parê din jî girîngiya ramanên di jiyanê de wekî bisemt tevgerînê dide pênasekirin. Her weha di qadên rêvebiriya ekonomî û siyasiyê de Sendroma İkarus cihê xwe dagirtiye.
Pieter Brueghel di sala 1558î de, di berhema xwe ya bi navê “Dîmeneke Ji Rêzê ya Wextê ku Ikarus Dikeve” de, ji mîtê İkarus îlham wergirtiye. Derek ji derên herî berbiçav yên di vî resmî de ew e, cotyarê nêzîkê cihê ku İkarus jê dikeve, bêxemiya şivan û masîgir e. Cotyar axa li pêş xwe, şivan li asîman û masîgir jî li zeryayê fedike. Ne ketina İkarus dibînin, ne jî piştî ku ew dikeve erdê û têkoşîna wî ya ku ew di nav pêlan de dide dibînin. Herkes di hal û ehwalê xwe de û di nava qaxûya jiyana xwe ya rojane de meşgûl e.