Piştî 38 Salên Koçkirinê, Hê Jî Cegerxwîn Dibistana Ziman û Kurdewariyê Ye
Belê, piştî 38 salên koçkirinê, hêjî seyda Cegerxwîn (1903-1984) bi fikir û rewşenbîriya xwe ya jiyanê di nav me de ye. Navê wî, bi saya gotinên helbestên wî, ji nav gel nayên jibîrkirin. Ew helbestên ku rojên çetîn û dijwar derbas kirin û hê jî di nav me de amade ne, wek ku ew nemiriye. Nexasim dema ku em li gotineke Kurdî ya resen digerin, hingê em wê gotinê di nav helbestên wî de dibînin û bi taybetî ewên ku dengbîjan kirine stiran û li ser zarê her mirovekî Kurd in.
Cegerxwînê dest zêrîn.. Cegerxwînê ku bi berdewamî û bêrawestan, bi zimanê xwe yê netewî nivîsand.. Ji ziman û edebiyata gelê xwe re xizmet kir û ji dil û can xwe berda nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe.. ta pileyeke ku mîna dibistaneke ziman û kurdewariyê tê naskirin..!
Her neh-deh dîwanên wî, li ser zîlana ferheng, gramêr, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê dizîvirin û dizîvirin..
Erê, dengê Cegerxwîn bi kovara Hawarê re derket, lê bêtir dengê wî bi saya hebûna feqe û melayên welatparêz di nav gel de belav bû. Ji ber ku ew gund bi gund, bajar bi bajar li welatê xwe digeriya û helbstên xwe digotin. Rewşenbîr û welatparêzên wê demê jî bi hezkirineke mezin li helbestên wî guhdarî dikirin û helbestên wî ezber dikirin. Bi demê re helbestên wî ji hicrikên feqe û melayan derketin û di nav gel de belav bûn.. Gel jî, bi sîngek fireh û bi hezkirineke mezin helbestên wî pejirandin, hembêz kirin, sazbendan kirin stran û mitirban kirin dûrkên govendê.
Helbestên dîwanên wî, bi formên têvel û cihê cihê hatine hunandin ku, hêj helbestvanekî kurdî bi wiha pirrbûn helbest nenivîsandine.
Eger em helbestên Seyda Cegerxwîn li bêjingê xin, li naveroka wan ji rex Mijar, form, felsefe, huner û nûbûnê ve mêze bikin, em ê bibînin ku naveroka helbestên wî li dor van zîlanan dizîvirin:
- Li dor rizgariya welatê wî.
- Li dor yekîtiya gelê kurd.
- Li dor pesnê qehreman û têkoşerên gelê Kurd.
- Dijî kiryarên çewt yên şêx, axa, beg û dewlemendên gelê Kurd.
- Li dor aştî û demokrasiya cîhanê.
- Li dor têkoşîna belengaz û hejaran.
- Şiyarkirin, pend û şîretin ji nezan re
- Wek têkoşerekî ji bo azadiya welatê xwe, ji bo wekheviya civata xwe, ji bo avakirina cihanek aştîxwaz û ji bo serxwebûna welatê xwe nivîsandiye.
- Helbestên wî hawar, gazin û gaziya gelê Kurd in.
Ji rexekî din ve Seyda Cegerxwîn helbestên evîndariyê jî nivîsîne, evîndariya wî jî bi du mijara ye. Yek evîndariya welatê wî ye û yek evîndariya wî a kesayetî ye, wek insan, wek mirov. Mijara dilketiya wî ya pêşî welatê wî ye. Ew welatê ku di şibhê keçekê an jinekê de aniye ber çavê xwe û helbest û sirûd li dor gotine. Mijara din evîna wî a kesayetî bixwe ye, hez kiriye, hez ji jina bedew û spehî kiriye..û wiha helbestên evîndariyê avêtine ser..
Ew yek bû ji wan kesên sereke ku bi berhemên xwe kovara Hawarê ya Mîr Celadet Alî Bedirxan dixemiland û ta rojên xwe yê dawî ma li rex welatiyên xwe bi tev kul, êş û xemên wan ve, hem jî, wî ji tev şoreşên Kurdan re helbest gotine û rojekê pênûsa xwe nekir bin xizmeta şêxekî olî an axayekî zordar, bi tenê pênûsa wî wek şûrê azadiyê bû di destê wî de, bi wî şûrî şer dikir ku xwe bighîne azadiyê.
Cegerxwîn im ji van derda
Li meydanê xwe zû berda
Di nav bahoz û bager da
Bi bîr û bawer û doz im
Ne Şewqî û Zehawî me.
Roja îro Cegerxwîn bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî, di her çar perçeyan de digere. Di wê heyama xerab de, ew heyama ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bigota kurd û ereb an kurd û tirk bira ne, Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û bi mêranî û dengekî bilind helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin. Ta radeyeke ku gelekên wan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û dibêjin.
Di sala 2021ê de min pirtûkek bi navê (Ez û Cegerxwîn), çap kiriye. Cegerxwînê ku temenê min 10-12 sal bûn, min navê wî bihîstiye.. Cegerxwînê ku 38 salan ve -ji roja mirina wî ve- her sal di 22ê Çêriya Pêşî de serdana gora wî dikim..
Ev pirtûka min, çîroka naskirina min bi Cegerxwîn re ye.. Digel ku min jînenîgeriya wî bi kurtî, navê berhemên wî yên çapbûyî û çapnebûyî anîne ziman.. Wiha jî, min çend xalên giring di jiyana wî de dane naskirin wek; pêwendiyên wî bi Mîr Celadet Bedirxan, Qedrî Can û Osman Sebrî re.. Herwiha min cih daye çîrok û deqa helbesta wî, ya ku wî di pesnê Barzaniyê Nemir de gotiye. Ev helbesta ku di dîwanên wî de nehatiye belav kirin!.
Werin.. kurdino werin! Em di roja 22/10/2022an de 38 saliya koçkirina Seyda Cegerxwîn bi dengekî bilind bibîr bînin û li ser gora wî, van gotinên wî bihev re bêjin:
Min ji bo we gelek tişt
Min dîwan û hin nivişt
Gol ji avê bûye mişt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..