“Ma li wêderê jî Kurd hene? Li wir kesên Kurdî diaxivin jî hene.”
Eger em li ser van pirsên şaşmayî-ecêbmayî hûr û kûr bifikirin em ê baş fehm bikin armanca serdestan û rejîmên zordest çawa fîkirên mirovan kontrol dikin, ji bo çi Kurdan ji hev dûr dixin, neferên miletekî qedîm çawa ji hev du re dikin xerîb, biyanî dûv re vî miletî didin jibîrkirin.
Kurdên Anatolyaya Navîn a Tirkiyeyê ku gelek caran leqayî li pirsên jor hatine nivîsin dibin di ser sirgunkirina wan re 300 sal derbas bibe jî tevî zextên mezin ên bermayiya polîtîkaya ji serdema Osmaniyan heta piştî avakirina Komara Tirkiyeyê jî kok û navê xwe yê Kurdeyatiyê bi temamî nedan jibîrkirin.
Fîkret Yildiz ê nivîskar, lêkolîner û bijîşkê Kurd ê ji gundê Mikaîla ya navçeya Polatli ya Enqereyê li ser Kurdên Anatolyaya Navîn lêkolînên berfireh kirine dide zanîn armanca sirgunkirina Kurdên ji bajarên Kurdistanê ber bi Anatolyaya Navîn ve ku ji zexta dewletê pêk tê siyasî ye. Li ser mebesta vê polîtîkayê Yildiz wiha dibêje: “Xwestin di ser vê sirgunê re hêz û yekîtiya eşîr/mîrektiyên Kurdan bê şikestin. Armanca herî mezin a koçkirinê têkbirina yekîtiya siyasî û civakî ya Kurdan e.”
Lêkolînerê Kurd di têkbirina Bedirxaniyan de balê dikêşîne ser hevkariya Osmanî û Almaniyan jî. Yildiz radigihîne serbazê Almanî Helmut von Moltke, di navbera salên 1836-1839an de alikariya artêşa Dewleta Osmaniyan dike û di hilweşandina Mîrtî ya Bedirxaniyan de ev leşkerê Alman wek şêwirmend ji Osmaniyan re dixebite.
Yildiz ê ku di kitêba xwe ya dawîn de a bi navê “Ankara’da Bir Kürt Köyü: Mikaila/İnler/Katranci (Li Enqereyê Gundekî Kurd: Mîkaîla) bi belgeyên arşîva Osmaniyan qala proseya dîroka koçkirina Kurdan ber bi Anatolyaya Navîn û jiyana wan a li vê herêmê dike.
Li gor ragihandina rewşenbîrê Kurd, Dewleta Osmaniyan di sala 1691an de piştî serhildana Celaliyan dixwaze cihê hin eşirên Kurd biguherîne. Piştî vê salê sirgûnkirina Kurdan dest pê dike. Ji deşta Qerejdaxê gelek eşîran sirgunî aliyê Raqayê tên kirin wê demê weke îro sînor tune bû. Lê ji ber zehmetiya jiyanê eşirên Kurd ji vir berê xwe didin aliyê Meletî, Meraş, Sêwaz li van deran jî zêde namînin û di sala 1744an de berê eşirên Kurdan didin aliyê Enqere û derûdora bajarên wî. Lê beriya vê tarîxê jî hin ewraq û belge nîşan dide ku li Çorum, li Kutahyayê Ekrad (Kurd) hene di sala 1573an de ew jî wek Kurdên Şêxbizinî tên destnîşankirin.
Rewşenbîrê Kurd, li Anatolyaya Navîn behsa 3 federasyonên mezin ên Kurdan dike, navên wan wek Şêxbizinî, Reşvan, Canbeg bi rêz dike û amaje dike ku di binê van de jî gelek eşîr hene.
Yildiz li ser belavbûn û jiyana Kurdên Anataolyaya Navîn dide zanîn, zêdetir li Qonya Enqere, Aqsarayê bi cîh bûne lê li derûdora bajrên din ên wek li Qirşehîr, Qastamonu, Çanqiri, Toqatê jî Kurd dijîn. Bi giştî li herêma Anatolyaya Navîn nêzîkî 2 milyon Kurd dijîn. Bi sedan gundên Kurdan hene. Ekonomiyeke girtî di nav Kurdên Anatolyaya Navîn de heye, danûstandin tev li nav herêmeke diyarkirî bû. Li nav eşirên xwe zewaca xwe kirine û heta 1960an bi Tirkan re zewac nekirine ne keç dane Tirkan, ne jî ji Tirkan keç anîne. Kurdiya Kurdên Anatolyaya Navîn û Kurdiya Kurdên Efrîn, Kobanî, Helebê wek hev in. Dema eşîrên Kurd ji hêla Rojavayê koç dikin lê hinek jî li deverên Rojavayê dimînin. Axaftina Kurdî ya niha li herêma Anatolyaya Navîn bi xêra eşîran e ku hemû pêwendiyên li nav xwe bi Kurdî pêk anîne û ev jî bûye wesîle ku Kurdî heta îro li vê herêmê belav bûye, nehatiye jibîrkirin. Lê piştî pêşketina teknolojî, înternet, televîzyonên Tirkî li mala Kurdan tesîreke xerab li ser Kurdî kiriye û dike jî. Ligel vê zarokên di dibistanan de bi Tirkî perwerde dibin ji Kurdî tên dûrxistin. Ev bo dahatûya Kurdî talûkeyeke mezin e. Her çiqas Kurdî di nav hin malbatan de gelek kêm were axaftin yan jî malbatên Kurd in lê Kurdî nizanin stranbêjên Kurd tînin dawetên xwe, bi stran û muzîkên Kurdî daweta xwe pêk tînin.
Kurdên ewil ên sirgûnî Anatolyaya Navîn bûne ji xeynî Kurdî zimanekî nedizanîn lê îro gelek nêviyên wan Kurdî nizanin û gelek ji wan hay ji nasnameya xwe ya Kurd jî nîn in.
Bi temamî li ser hemû Kurdan ev yek neyê gotin jî lê gelek ji nav Kurdan ketin ber bayê sîstema Tirk li çolistanên Qonya û derûdora wî û xwe winda kirin.
Anha çend navên kesan li vir binivisîn ku Kurdên Anatolyaya Navîn in lê di medyaya Tirkiyê de zêdetir bi nasnameya xwe ne Kurd wek Tirk xwe dane nasîn û pênasekirin ku Kurd jî wan Kurdan wek Tirk dizanin!
Çend Kurdên Anataolyaya Navîn: Bedrettîn Dalan ê şaredarê berê yê Stenbolê, Abbas Guçlu yê rojnameger ku beriya çend rojan di qunciknivîsa xwe ya rojnameya Milliyetê de behsa girîngiya parastina zimanê Tirkî dike û banga xwedîliderketina Tirkî dike! Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bulent Ecevît ê ji bajarê Qastamoniyê ye lê kalikê wî ji Dêrsimê ye ku ji wir sirgunî Qastamonuyê hatine kirin û li ser kevirê gora kalê wî “Kurdîzade Şukrî Efendî” tê nivîsin. Serokomarê berê yê Tirkiyê Suleyman Demîrel bi xwe van agahiyên li ser Ecevît dide. (Çavkanî ji kitêba Rohat Alakom a bi navê “Orta Anadolu Kürtleri”)
Dema em li vê tabloyê dinêrin, derencama vê polîtîkaya pişaftinê ku hîma wê di ser sirgûnkirina 300 sal berê re hatiye avêtin piştî salên dûrûdirêj xwe nîşan da. Qonax bi qonax ev polîtîka û aqliyeta dewletê qismen çû serî. Pêşî bi sirgûnê Kurdan li nav çolistanên dûrî welêt li çar aliyê wan bi Tirkan re hatiye dorpêçkirin bi cîh kirin paşê tê da çand û zimanê miletekî bi miletekî din re helandin.
Lê gelek Kurd jî hene ku li Anatolyaya Navîn xwediyê hişmendiyeke mezin a neteweya xwe ne, ji kok û dîroka xwe ya qedîm hayîdar in. Gelek nivîskar, lêkolîner, rewşenbîrên Kurd ên ji Anatolyaya Navîn hene û bi zimanê dayika xwe pêşengiya karên kulturî dikin ku “Kovara Bîrnebûn” yek ji wan xebatan mînakek e. Kovara ku bi Kurdî 3 mehan carekê li ser çand, huner, çîrok, dîroka Kurdên Anatolyaya Navîn ji sala 1997an vir de ev 26 sal in tê weşandin ji bo Kurdan wek dibistanek e. Her xebatên Kurdî nîşaneya şikestina dîwara pişaftinê ye. Çimkî ji bo avakarên vî dîwarê tirsa herî mezin ew e ku Kurdên dev ji ziman û nasnameya xwe bernadin û di pratîkê de jî bi xebatan vê yekê nîşan didin. Ev dîwara wek astengiyek di navbera Kurdan de ji bermayiya polîtîkaya dewletê hatiye avakirin bi xebatên zanistî, kulturî û bi Kurdî dê têk biçe, heta ku ev xebatên Kurdî hebin ew dîwara pûç û plankirî jî ji kokê bi temamî dê hilweşe.