The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 5»Starlînk çi ye?
Hejmar 5

Starlînk çi ye?

DigiKurdBy DigiKurd03/05/2022Updated:11/06/2022Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Înterneta Rasterast a ji Fezayê

Projeya Starlinkê dike ku girêdana înternetê hêsantir bibe. Bi xêra vê projeyê rasterast ji fezayê înternet tê girêdan. Îro li gelek welatan tora înternetê ya Starlinkê heye û xizmetê dide.

Starlink navê komeke peykên li asîmanan e û ji aliyê şirketa SpaceXê ya Elon Musk ve di sala 2015an de wek projeyê destpê kiriye. Ji wê demê heta niha gelek peykên ceribandinê dihatin şandin. Lêbelê di Îlona 2020an de êdî ev proje bi temamî ket rewacê. Vê koma peykan di navbera xwe û navendên xwe yên li erdê de pêwendiyek çêkiriye. Bi riya vê pêwendiyê înternet li asîmanan digere. Wekî tê zanîn tora înternetê li tevahiya dinyayê ji kabloyên mezin ên di binê okyanûsan de pêk tê. Starlink jî versiyoneke wê ya li asîmanan e.

Wekî di vê wêneyî de xuya dike înternet bes bi toreke hevpar pêkan e. Ev tor di bin okyanûsan de ji aliyê şîrketên taybet an jî dewletan ve hatiye avakirin.

Elon Musk bi projeya xwe ya Starlinkê zêdetir dixwaze kesên li çol û çolteran bigihîne înternetê. Li derdora tevahiya dinyayê dibe ku bi milyonan mîtro kablo hebin lêbelê hêj beşeke girîng a dinyayê nikare bigihêje înternetê.

Bi taybetî li çolter û deverên çiyayî peydakirina înternetê gelek bimesref û zehmet e.

Starlink înterneteke dîrekt a ji fezayê ye. Bi amûr û alavên antenê, her kesekî dûrî înternetê dikare xwe bigihîne înternetê.

Em bi kurtasî bibêjin Starlink înterneta rasterast a ji fezayê ye. Li fezayê li dora dinyayê bi sedan peykên Starlinkê hene. A niha nêzî 2 hezar peyk hene. Armanc di demeke kurt de şandina 12 hezar peykan e. Armanca dawîn jî bi temamî şandina 42 hezar peykan e.

Starlink di bazara înterneta fezayê de ne tenê ye lêbelê dibe ku pêşengiyê bike. Înterneta fezayê ji berê ve jî ji aliyê gelek şirketên taybet tê dayîn.

Înterneta ji Starlinkê li tevahiya Dinyayê ne aktîf e lêbelê gelek welatên Ewropayê û tevahiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Kanadayê dikarin xwe bigihînin vê xizmetê.

Li vê derê nexşeya înterneta Starlinkê heye û nîşan dide ku li ku derê înterneta Starlinkê heye.

Elon Musk di destpêka şerê Ukraynayê de ji rêveberiya Ukraynayê re bi dehan antenên Starlinkê şandin. Peykên Starlinkê li ser Ukraynayê hatin aktîfkirin û înterneta fezayê destpê kiribû.

Înterneta Starlinkê gelek caran ji înterneta bikablo bileztir e. Înternet li deverên ku dikişîne di navbera 75 megabît ~ 150 megabîtê de ye. Li hin deran digihêje 250 megabîtê jî. Bi riya ADSL û VDSLê hê jî li gelek cihên dinyayê înternet ne li ser 20 megabîtê ye.

Peykên Starlinkê bi roketên SpaceXê tên şandin fezayê. Elon Musk ji bo ku peyk li tevahiya dinyayê belav bibin carna bi xwe li fabrîkayan dixebite.

Ji bo ku xizmeta înternetê bê dayîn divê destûra welatan jî hebe. A niha Rûsyayê ev destûr nedaye şirketa Starlinkê.

Li ser Starlinkê gelek qisawet jî hene. Lewra bi hezaran peykên li fezayê temen-kurt in û wê di 10-20 salan de vemirin. Ev peyk wê bibin perçeyekî çopa fezayê. Şirketa SpaceXê niha li ser komkirina çopên fezayê planan dike.

Çopên fezayê ji bo keştiyên fezayê gelek xeternak in û dikarin keştiyan bixin xwarê jî.

Înterneta Starlinkê li deverên çalak mehane 110 dolar e. Ji bo carekê jî heqê sêl û modemê tê girtin û ew jî 599 dolar e.

Gulan 2022 Hejmar 5 Starlink
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 5 Derket

Ji Edîtor 5

Gaza Kurdistanê û Derfetên Nû

SUNA ALAN: DENGEKE KURDÎ LI LONDONÊ

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.