Ji çûkanîya xwe heya aniha li mektebê, li malê, li mehelê ez nebûm perçê qerebalixîyê. Û ne ê tiştekî. Ne ku ez mezin bûm û ji însana dûr ketim. Ez hertim dûrî wan bûm. Li nav wan lê ne tevlî wan. Adetê wan, îdeolojîyê wan, dîtinê wan î olî, him pir nêzîkî min bû, him pir dûr. Her îdeolojî karîbû min têxista bin bandora xwe. Karîbûm bibama endamê her olî di wan salan de. Dibû ku ez bibim yamyamekî ku hevalê xwe dixwe jî û bibama veganek jî. Kî kê dixwe, ki bi kê û bi çi bawer dibe, îşê min ne jê ye. Ez ketime heyra hebûna xwe. Heyra dawîya xwe, dawîbûna xwe.
Tada min li kesî nayê. Elaqa xwe ji kesî naynim. Kî çi dibê guhdar dikim. Hêvî bikin ez dikenim. Hevî bikin ez şaş dimînim. Ne ez karim ji kesî re bejim na, ne jî ji wan bixeyidim. Xeyda min jî weka keroşkê ye.
Wê rojê li şirketê zilamê ku ev çendek e min xwe jê giran kirîye, jê heyî ku ez di depresyonê de me. Hat cem min, li halê min pirsî. Go derdekî te heye? Mi deng nekir. Go hewcîya te ji pera heye? Mi go na. Bi dizîka sed milyon xist bêrîka gomlekê min. Min di ber xwe da jî, go hûş, ez birê te yê mezin im, derdek te çêbû va ez li vir im. Min go mala te ava. Ji wê rojê û vir de kengî dikeve hundir ez radibim ser niga. Mêrik xeyda min bi sed milyonî zîvirand mehcûbîyetê.
Ew halê ku carna min dixist bin bandora xwe ku ez tevlî wan qerebalixa bibim, ya jî ez xwe rê wan bidim jî tuneba, ez ji “qulika xwe” razî bûm. Min carna digo ez ê ji qulika xwe serê xwe dirêj bikim û bêjim “ne ku we ez dahf dame vê qulê, ez bi xwe dernakevim nav we.” Lê xema kê ye. Hela min fam kir, tu qîmetê hest û fikrê min li cem wan tuneye. Ma hebûna min? Gava li ber derî şemûgê çekirin çend rojê ewil her kes lê aliqî. Niha jî her kes haya wan ji hebûna wê heye û hurmetê jê re dikin. Lê ez?
Wê rojê pîreka li masa kêleka min (Ez navê wê nabêjim. Ê wê jî piştî çar meha navê min elimî bû. Heyfa min jê re nema) go:
– Ma haya te jê heye?
Mi go qey ji hevalê kêlekê re dibêje. Ez zîvirîm, kes li dorê tunebû. Ez şaş bûm. Ji min re digot. Kêfa min hat bi rastî. Ez hebûm û seval ji min dihat kirin. Ew li bendê bû ku ez peyva efsûnî ya ku axaftinê berdewam bike bêjim. Min jî go:
– Ji çi?
Piştî wê, tenîsa dîwêr bû. Ez dîwêr bûm û wê jî tenîsê dilîst. Erê, dîwêr jî li topê dixe, lê ne ji ber ku dixwaze, ji ber ku mecbûre. Wexta ku her kes çûbû firavînê, ez tenê mabûm di nav lepê wê ji bo paşgotinîyê. Tiştê ku qal dikir ne gorî min bû jî cardin ez dibêm min wezîfa xwe (a diwêrtîyê) xweş anî cî. Go:
– Ma haya te jê tûneye? ( Zanî ku tûneye)
Sere xwe bi maneya na kilk.
– Waaa! Ma tu di guhê gê de yî?
Destê xwe bi herdû alîya vekir.
– Ji kesî re nebêj ha! ( Tê bê qey wê kî li min guhdar bike)
Serê xwe bi maneya temam kilk.
– Min fahm kiribû bi rastî.
Şaş bimîn.
– Weyla! Ez xuha te me.
Feqîrê, seeta fesadîya wê hatibû. Dîwêr mîwêr, ji xwe re îdare kir. Filankesê û filankeso ji hev hez dikin. Yaw çi îşê min! Tûrikê xwe vala kir û vegerîya telefona xwe. Ez jî qulika xwe.
Nizanim kî bi kê re ye, na filan partî, rewşa aborî, şerê li dinyê… Ez di qulika xwe de bi mijarnin girîngtir mijûl bûm. Ser merselê sala 3112an de wê dinya di çi rewşê de be. Li ku, çawa û kengî ez ê bimirim. Vana her tim dihat ber min.
Îdîya çû ez û bavê xwe çûbûn ser mezelê kalkê min. Bavê min go:
– Min li vir, li kêleka kalkê xwe veşêrin.
Li kêleka mezelê kalkê min gelek cîyê vala hebûn. Min go ê bavê min li vir û ê min jî li teniştê. Hew min dî ku ez bêhişî xwe bi axa ku ez ê hetahetayê têdebim dilîzim. Belkî salek, belki deh yan jî bist salê din, li ser desta ez ê vegerim vir û…..Veciniqîm.
Jixwe kengî ez li van tişta difikirim, ji bo ku ez bînê bistînim serê xwe ji qulika xwe derdixim. Ji xwe re li derdê biçûk digerim ku ez pê biştexilim. Xwezî taximek min heba li lîgê. Hesasîyetek, îdeolojîyek, miqedesek min heba. Miqedesa min jî mirine nizanim. Ku ez wê dixim navenda jîyana xwe ji xeynî wê her tişt bêwate dimîne.
Ji neteweperestan hesûd dikim! Û parêzvanên mafên heywanan. Bi taybetî ji komên olî yên radîkal. Yên ku li dijî birçîbûnê şer dikin, yên ku li koçberan xwedî derdikevin. Ez jî carna li koçber, zarok û mirovên birçî difikirim, lê a min wek ew fîlê ku şîna miriyên xwe dikin, însiyatî ye.
Belasebep digerim. Tu derd tam li ser min rûnanê.
Ez xwe di otobuseke ku rêwîyê wê giş di xew de hîsdikim. Û heya şofêr jî di xew re çûye. Ez tenê şîyarim û em bêserî ber bi şerampolê derin. Her kes xewnê şêrîn dibîne. Rewşê ez tenê dibînim lê qeweta min jî tune ku wê biguherînim. Di vî wextê teng de ez jî di xew re biçûma wê baş ba, lê piştî ku min ew şerampol dî nemimkine. Ev otobus wê biqulupe.