The Hall Kurdi Çile Derket!
Hejmara yekem a sala 2023an ya kovara me weşiya.
Di sala nû de The Hall Kurdî bi berga pîrozbahiya sersalê derket. Sernivîsa bergê “Bi Xêr Hatî 2023!” ye. Û li ser bergê wêneyek ji Londonê, ji pîrozbahiyên li ber çemê Thamseê digre. Di resmê bergê de London Eye û fîşeyên hewayî yên rengîn dibiriqe. Pşrozbahiya sersalê vê care gelek girîng bû û wateyeke cuda tê de hebû. Lewra piştî 2 salan mirovahî ji pandemiyê rizgar bû û gihîşt azadiya derketina derve û gerê. Di çalakiya li doraliya çemê Thamseê de zêdetirê 100 hezar kesî beşdar bû. Bi wêneyan me behsa çalakî û pîrozbahiyên li bajarê Londonê kir.
Li Londonê Kurdên Elewî jî bi awayê xwe sersal pîroz kir: Kal Û Gaxan.
Li Keyaniya Yekbûyî qeyrana karberdanê berdewam dike. Di gelek sektoran de karkar grevê dikin. Kîjan sektorin ew, çi daxwaz dikin û hikûmetê çi pêşniyar kir? Di nûçeya me de hûnê meseleyê têbigihên.
Di hejmara 13an de nivîskar û dîrokzan Konê Reş dîrok û çîroka Alaya Kurdistanê nivîsand.
Nivîskar Necat Zivingî li ser girîngî û hikmetên jimara 7ê gotareke hêja hazir kir: JIMAROLOJÎ:Hêlîna Heft Eyloyan.
Serkeftina di xebatên fûzyonê de, roja rojnamegerên li ser kar, Foto Şîrove mijarên din yên vê mehê ne. Ji bo zêdetir agahî û naveroka kovarê biçin malpera me: www.thehallkurdi.com
Ji aliyê din ve The Hall Kurdî 1 saliya xwe pîroz dike. Kovara ku li Londonê di mehya ewil ya sala 2022an de dest bi weşanê kiribû, gihîşt hejmara 13an