Hejmara 15an ya The Hall Kurdiyê derket!
Kovara çandî ya mehane The Hall Kurdî ku li Londonê tê amadekirin di hejmara meha Adarê de erdheja 6ê Sibatê kir bergê xwe. Kovar bi sernava “Erdhejê Hilweşand, Bêxwedaniyê Kuşt” hate belavkirin.
Li gor hejmarên dawîn li Tirkiye û Sûriyê û bajarên Kurdistanê zêdetirê 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Yek ji girîngtirin sedemên mirinan derengmayîna alîkarî û xebatên xilaskirinê bû. Kovara me ji ber vê hincetê ev sernav bijart.
Di hejmara 15ê de nivîs û gotar bêtir li ser erdhejê ne. Endezyarê Jeolojiyê Ümit Eke li ser erdhejên Bazarcix û Elbîstanê gotareke analîzî nivîsî. Digikurd wek kronoloji 10 erdhejên herî mezin yên di vê sed salê de li dinyayê çûbûne berhev kirin.
Erdhej tenê malan hilnaweşîne, derûniya mirovan jî xirab dike. Derûnnas Siyabend Aslan “Alîkarîya Pêşî ya Derûnî” nivîsand.
Derûnnasê Klînîkê Yusuf Atabay jî li ser vê mijarê sekinî: Erdhej û Anksiyete.
Zimanzan Abdullah Încekan bi gotina nivîskarê navdar yê alman Geothe li ser navê yên li paşmayî bang kir: Ronahî, hinekî din ronahî.
Mamoste Konê Reş dest bi rêzenivîseke li ser Kovara Hawarê û Nivîskarên wê kir.
Nivîskar Necat Zivingî jî vê hejmarê li ser “Guharên Mêrên Kurd” nivîsî.
Di beşa FOTOŞIROVEyê de wênegir Mem Artemêt bi fotografên xwe rastiya tûj ya erdhaja 6ê Sibatê raxist ber çavan.
Û di hejmara 15an de digel kovarê pêvekek heye.
Wergêr Şerîf Kaya çîroka Haruki Murakami “Beq Efendî Tokyoyê Xilas Dike” li ser boneya erdhejê ji bo The Hall Kurdî ji Îngilîzî wergerand ser Kurdî.