The Hall Kurdî Tebax 2023 Derket!!
Hejmara 20î ya kovara The Hall Kurdî hate weşandin.
Di bergê vê hejmarê de Komkûjîya Ku DAIŞê lî Êzîdîyan kiribû cî digre. Lewra hikûmeta Keyaniya Yekbûyî biryareke dîrokî stand û di 1ê Tebaxê de îlan kir, kiryarên ku Daîşa hov li gelê Êzîdî kiriye jenosîd e.
Derbarê vê geşedanê de me nûçeyek jî amade kir. Hûn dikarin agahiyên bêtir tê de bibînin.
Di kovara Tebaxê de Konê Reş li ser Qedrî Can, Necat Zivingî li ser dûyê nivîsî.
Blogger Salomé Cizrawî ji Yûnan antîk behsa Sendroma Ikarus dike. Rengîn Amêdî dîsa hûnera xwe ya çîrokbêjiyê bi çîrokeke ji jiyana mirov nîşanê me dide.
Armanc Dayan ji kovara me re behsa Chalakîno û nîşandan fîlman dike.
Digikurd li ser germahiyên zêde û tesîra wê ya li ser jiyana microvan gotarek pêşkeş dike.
Helbest, nasandina pirtûkan û fotoşîrove, mijarên din yên vê hejmarê de. The Hall Kurdî Tebax 2023 bi naverokek rengîn weşîya.
Jê nemînin.