The Hall Kurdî Cotmeh 2023 Derket!!
Hejmara 22an ya kovara The Hall Kurdiyê hate weşandin.
Di bergê vê hejmarê de mijar çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Şemiyê ye.
Li Londonê li Qada Trafalgarê ji bo piştevaniya Dayîkên Şemiyê çalakiya rûniştinê hate kirin.
Çalakî di 7ê Cotmehê roja Şemiyê de bi boneya hefteya 967an hat lidarxist. Wekî tê zanîn ji sala 2018an vir ve hêzên aşayîşê li Stenbol û Amedê nahêlin ku çalakiya Dayîkên Şemiyê bi rê ve biçe. Çalakî hem bo rexnekirina vê rewşê û hem jî nîşandana piştevaniyê bo dayîkên şemiyê hate kirin. Agahîyên bêtir di derbarê vê çalakiya rûniştinê de di nûçeya me de heye.
Lêkolîner û nivîskar Necat Zivingî vê mehê li ser travmayeke kurdan: Dawet daweta mîran, agir ketîye feqîran.
Nivîskar Konê Reş vê carê li ser helbestvanê Kurd ê gewre Cegerxwîn de nivîsî.
Rojnamevan Ercan Dag derheqê Kurdên Anatolyaya Navîn bi nivîskar, lêkolîner û bijîşkê Kurd Fîkret Yildiz re hevpeyvînek kir: 300 Sal di ser Sirgûnkirina Kurdên Anatolyaya Navîn Derbas Bûn Lê Kurdeyatî Jê Neçû.
Çîroknûs Rengîn Amêdî ji bo vê hejmarê çîrokeke nû bo me nivîsî. “Di gerdûneke din de du hespên şeşrengê.”
Nivîskar Muqades Agirî gotarek li ser Sûsika Simo amade kir. Stêrka Elegezê: Sûsika Simo.
Di beşa danasîna pîrtûkan nivîskar Faîk Ocal romana Bendewarên Adarê ya Mehmet Ronahî ji me re hazir kiriye.
Li ser daxwaza wan em di vê hejmarê de 3 pirtûkên nû weşîyayî yên Pall Weşanê didin nasîn.
Hejmara bîst û diduyan bi Fotoşiroveyê temam dibe. Wênegir Dilazad Art dîsa 2 wêneyên xwe bi me re parve kirin.