Bi mizgîniya du saliya kovara The Hall Kurdiyê dixwazim silav li we bikim.
Hûn her hebin kurdîhezno. Me digel nivîskar û kurdînûs û kurdîhezan bîstûçar mehan bê navber kovar amade kir. Û axir bi hejmara Kanûnê ve The Hall Kurdî dibe du salî. Pîroz û bimbarek be, temen dirêj be.
Vê mehê di bergê kovarê de stranbêjekî Kurd ê ciwan ê serkeftî heyeç Seyîdxan Sevînç hate Londonê. Konserek da. Civaka Kurd li Londonê gelek jê hez. Wî bi bi stranên xwe, bi kurdiya xwe ya zelal û xweşaxaftinên xwe dil ji civaka kurdî bir. Mozeventê ku organîzatorê konserê ye, li ser daxwaza guhdaran 2 rojan piştî konserê şeveke taybet jî li dar xist. Hunermendê ciwan cara diduyan ji bo hezkiriyên xwe strî. Me derheqê konserê de ligel Seyîdxan Sevînç suhbetek kir. Binêrîn ka bo wî gera Londonê çawa derbas bûye.
Nivîskarê me yê gewre Konê Reş dîsa mezîneke Kurdan bi me dide nasîn di vê hejmarê de. Vê carê dor a Musa Anter e. Mamoste Konê Reş bo wî dibêje “ Şêxê Nivîskarên Kurdên Bakur Bû”.
Nivîskar û lêkolîner Necat Zivingî jî vê mehê ji me re behsa weqanûseke Kurd a vî zemanî dike: Zinarê Xamo. Binêrin ka evîndarê zimanê Kurdî Zinarê Xamo ku qet neçûye dibistanê çawa û çima bûye weqanûs.
Nivîskar Muqades Agirî bi gotara xwe ya vê hejmarê me dibe rojhilatê Kurdistanê û helbestvaneke jin a Kurd tîne bîra mirov: Jîla Hûseynî. Helbestvan Şêrko Bêkes, wiha pesnê Jîlayê daye: “Helbest evîn bû û ew jî evîndar bû.”
Çîroknûsa me ya delal Rengîn Amêdî ji bûyereke rastîn û jiyankirî çîrokek serkeftî û bi tesîr nivîsî. Dibe ku çîrok bi we hinek dirêj be lê bêguman piştî xwendinê hûnê di tesîra wê de bimînin.
Blogger Salomé Cizrawî bi nivîsa xwe ya vê mehê me derdixe gereke nû di nav mîtolojîya Yewnanê de. Cizrawî behsa Kompleksa Oedipus û Moreau dike. Li vê ecebê binêrin ka zilamek bi nezanî çawa bavê xwe dikuje û bi diya xwe re dizewice!
Nivîskar û wênegir Dilazad Art êdî digel wêneyên xwe yên xweşik bi nivîsên xwe yên felsefeyê jî bi me re ye. Babeta nivîsa wî “Di Serdema Felsefeya Antîk De Ramanên Fîlozofan” e.
Digikurd piştî navbereke kin bi nivîsên xwe yên zanistî vegeriya nav me. Digikurd di gotara xwe de balê dikşîne ser hêdî bûna dinyayê û dibêje roj dê bibe 25 saet.
Ji Rojavayê Kurdistanê, bajarê Kobanê nivîskar û helbestvan Fatma Eto helbestekê xwe bo kovara me şand: Piştî Çûyîna Te Dayê.
Di beşa danasîna pirtûkan de dîsa pirtûkeke xweş heye. Nivîskar û evîndarê xwendinê Faîk Ocal ji me re romaneke Fawaz Husênî amade kiriye. “Evdo û Çend Bêhnikên Şadiyê”
Begûman kovara vê mehê dîsa bi Fotoşîroveyê temam dibe. Wênegir Dilazad Art ji me re du wêneyên xwe şandin. Yek bi navê “Payîz” a din jî bi navê “Şev” e.
Tiştekî nû. Nîgarvan Ozan Polat beşdari kovara me bû. Polat li ser kincan bi deterjanê motîfên kurdewar xêz dike.Bi ked û hezkirin û evîndariya zimanê Kurdî The Hall Kurdî gihîşt du salîya xwe. Me dil heye ev kovar di rêya xizmeta zimên de her derbewam be. Hûn jî dikarin ji me re gotar, çîrok, helbest û wêneyên xwe bişînin emila me : thehallkurdi@gmail.comBi rêya hesabên medya civakî hûn dikarin xwe bigihînin me.
Ji bîr nekin, jiyan bi zimanê zikmakî bitehm e. Bimînin di xweşîyê de.