The Hall Kurdî Çile 2024 Derket!
Hejmara 25an a Kovara me The Hall Kurdiyê weşîya.
Kovar bi sernavê “Potansîyela Kurdên Li Ewropayê Ji Bo Yekîtî” ye. Babeta bergê kovarê ji konferanseke ku meha çûyî li Almanyayê pêk hat, tê. Nivîskar Necat Zivingî jî di vê konferansê de beşdar û axaftvan bû. Agahiyên zêdetir hûnê di vê gotarê de bibînin.
Di vê hejmarê de 2 şexsîyetên Kurd têne nasandin. Nivîskar Konê Reş ku ji Qamişlo ye, li ser Sebrî Botanî nivîsî. Nivîskar Fatma Eto jî dengbêjeke jin Fatma Îsa dinasîne.
Nivîskar Rengîn Amêdî jî dîsa gotareke balkêş di vê hejmarê de cî girtiye.
Di beşa felsefeyê de nivîskar Dilazad Art li ser girîngiya wergerê sekiniye.
Helbes, Danasîna pirtûkan û Fotoşirove beşên din yên hejmara yekem a sala nû ne.
Jê nemînin!!