The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 6»The Hall Kurdî 6 Derket
Hejmar 6

The Hall Kurdî 6 Derket

revebirBy revebir11/06/2022Updated:11/06/2022Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

NAMEYA EDÎTOR

Silav dildarên zimanê şêrîn.

Me meheke din li paş xwe hişt. Di meha Gulanê dê li Brîtanyayê 2 bûyerên sereke û girîng rû dan. Ya yekem di 5ê mehê de hilbijartinên herêmî hatin kirin. Partiya deshilat ango partiya Serokwezîr Borîs Johnson Conservativeyê şikestin xwar. Dengên Partiya karkeran Labour li gelek devaran bilind bû. Lê di vê hilbijartinê de serkeftina namzetên Kurd bal kişand. Em bêjin ne tu partî lê Kurd biserketin şaş nabe. Lewra ji 30 namzetên Kurd dora 25 kes li herêmên xwe biserketin û ketin meclîsên şaredariyên xwe. Kurdan li şaredariya Enfiled a Londonê hema ji sedî 30yê meclîsê bi dest xist.

Li Skotlandê jî serkeftina Roza Saliha keça Kurd a Başûrî hêjayî pesnê ye. Roza Salih ji Partiya Netewperwer a Skotlandê, SNP, kete hilbijartinê û bû yekem penabera hilbijartî di dîroka Skotlandê de.

Nûçeya serkeftina namzetên Kurd, peyamên wan û hevpeyvîna bi Roza Salih re di vê hejmarê de cîh digre.

A diduyan jî Jubîliya Platîn a Qiralîçe Elizabetha II. bû. Di dawiya meha Gulanê û destpêka meha Hezîranê de xelkê Brîtanyayê Jubîleya Platîn a Qiralîçeyê pîroz kir. Lewra Qiralîçeya 96 salî îsal 70 saliya xwe li ser têxt temam kir.

Paytext London di serî de li seranserê Brîtanyayê û welatên 54 Commonwealthê ku Qiralîçe seroka wan e, bi çalakiyên cur be cur û bi coş Jubîliya Platîn hate pîrozkirin.

Dîsa di dawiya mehê de li Londonê festîvala Elewiyên Brîtanyayê hebû. Festîvala ku cara 11an hate kirin, bi coş û şahiyeke mezin berdewam kir. Ji seranserê Brîtanyayê dora 60 hezar Elewî hatin festîvalê. Peyam û hêviyên rêveberên sazî û dezgehên  Elewiyan di hejmara Hezîranê de ye.

Nivîskar Necat Zivingî vê mehê ji me re gera xwe ya li Yewnanistanê nivîsî. Çavderiyên wî hêjayê xwendinê ne. Ez dibêm bila şopîner û meraqdarên nivîsên mamoste Zivingî jê nemînin.

Di salvegera mirina wî de em ê helbestvan, nivîskar û rojnameger Pîremêrd  bi bîr bînin. Mamoste Zûlkûf Ergûn ji bo The Hall Kurdiyê nivîsî:  Pîremêrd: Helbestvanekî Pêşeng

Babeteke din a vê hejmarê jî Dengbêja Hizin û Kederê Meryem Xan e. Rojnameger Melahat Uluçê ku li ser wê tez nivîsandiye, ew ê wek dosye di kovara me de behsa Meryem Xanê bike.

Ji bo hezkiriyên zanîst, teknolojî û sînemayê jî kovara me vê mehê jî têra xwe naverok  dihûndirîne.

Ji Londonê digel silavên germ…
Şahî û xweşî her para we be.

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

Derket Hejmar 6 Hezîran 2022
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
revebir
  • Website

Rêvebirê The Hall Kurdîyê

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 21 Derket

The Hall Kurdî 20 Derket

The Hall Kurdî 19 Derket

The Hall Kurdî 18 Derket

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

Hejmara Dawî

The Hall Kurdî
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.