The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 1»Trajediya li ser sînorê Poland û Belarusê
Hejmar 1

Trajediya li ser sînorê Poland û Belarusê

Erol BaşakBy Erol Başak01/01/2022Updated:08/03/2022Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Koçber bûne qurbaniyên gengeşiya di navbera dewletan de

“Koçber di şikeftan de dimînin. Ji birçîna dimirin. Ji bo rehmê lava û fîzar dikin. Lê ji bo Polandiyên dilreş dîtina vê tabloyê mîna diyariyeke ji cinetê ye. Hesta serdestiyê dide wan.”

Ev gotin ji hevpeyvîneke rojnameya Polandî Gazeta Wyborcza ne. Ev bi tena serê xwe nîşan dide ku Polandî derheqê penaberan de çi difikirin. Bi hezaran koçber ku pirraniya wan kurdên Başûrê Kurdistanê bûn, di navbera Belarus û Polandê de asê man. Piştî têkiliyên dîplomatîk nêzî 4 hezar mihacîr bi balafiran vegerandin welatên wan. Lê hê jî bi sedan koçber li kampên eskerî yên li Poland û Belarusê dimînin. Hal û rewşa wan ne diyar e. Destûr nîne ku rojnameger têkevin van kampan.

Gengeşiya di navbera Belarus û Yekitiya Ewropayê de rê li ber koçberan vekiriye

Havîna sala 2021ê li Belarusê Alexander Lukashenko bi awayekî biguman dîsa hilbijartin qezenç kir. Pişt re li wî welatî xelkê dest bi protestoyan kir. Lukashenko bi tundî mudaxele li çalakvanan kir û rikberên xwe jî avêtin hepsê. Dîsa Lukashenko ji ber ku rojnamegerên muxalif tê de bûn balafira RyanAir a Îngilîstanê bi darê zorê daxistin Belarusê û rojnameger binçav kirin. Yekitiya Ewropayê jî ji ber van rûdanan li ser Belarusê kirdarî dabûn sepandin. Wê heyamê wezîrekî Belarusê daxuyandibû ku ew ê vîzeya turîstên ji Iraqê hêsantir bikin.

Koçber çawa karîn ji Rojhilata Navîn heya ber sînorê Polandê werin?

Li gorî lêkolîna Hêzên parastina sînor û peravên Yekitiya Ewropayê Frontexê, koçberên ku dixwazin ji Belarusê derbasî Ewropayê bibin ji Iraq, Afxanistan, Sûrî, Lubnan û Somaliyê ne. Piraniya van penaberan xelkê herêma Kurdistanê û Rojava ne. Ligor nûçeyên BBC, Reuters, DeutcheWelle û rojnameyên Almanî li Bexda û Hewlerê ofîsên ku bi hêsanî vîzeyên turîstîk ên Belarusê didin vebûne. Bi alikariya qaçaxçiyên mirovan koçberan bi çend hezar dolaran vîze û bilêtên balafirê eyar kirine û heya Mînska paytextê Belarusê hatine û ji vir jî bi wesaitên ku qaçaxçiyan ji wan re eyar kirine çûne ber sinorê Poland û Lîtvanyayê. Seferên balafiran ji Erbîl, Bexda, Dubaî, Stenbol û Beyrutê hatine kirin.

Li gorî lekolîna ku ajansa nûçeyan a Reutersa Îngilîz derbarê krîza koçberiyê de daye kirin û li gor daneyên Flightradar24ê dibêje Şîrketa Rêhewayê ya Belarusê Belavia û Şîrketa Rêhewayê ya Tirkan THY di mehên bihar û havînê de di navbera Stenbol û Mînskê de seferên xwe zêdetir kirine û koçber anîne Belarusê. Şîrketa Belaviayê di Sibata 2021ê de 28, di Adara 2021ê de 31 sefer di navbera Mînsk û Stenbolê de kirine û ev hejmar di Tirmehê de bûye 65. THYê jî di Adar û Nîsanê de li ser heman rotayê 32 sefer kirine lê di Tirmeh û Tebaxê de 64 sefer kirine. Her du şîrketên rêhewayê di Cotmehê de bi tevahî li Mînskê 124 sefer pêk anîne.

Koçber bûne qurbanî

Welatên Ewropayê, Belarusê ji bo berjewendiyên we bikaranîna koçberan sucdar dikin û dibêjin li pişt Lukashenko serokdewletê Rusyayê Putin heye. Li gorî analîst û pisporan Rusya dixwaze bala cîhanê ji ser Ukraynayê bikşîne ser meseleya koçberan û helwesta Yekitiya Ewropayê ya li dijî pernaberan. Wekî tê zanîn Rusya li ber sînorê Ukraynayê esker bi cih dike. NATOyê, herwiha Amerîkayê jî li welatên Baltik; Litvanya û Letonyaya ku beşdarê NATOyê bûbûn, esker bi cih kiribûn û herwiha nêzî Rusyayê bûn. Ev yek Rusyayê aciz dike û jixwe Putin nerazîbûna xwe tîne ziman. Ji loma jî analîst dibêjin bi vê hamleyê Rusya dixwaze Yekîtiya Ewropayê bixe tengasiyê.

Helwesta Polandê li dijî penaberan çima tund e?

Meseleyeke ku lazim e bê zanin jî ev e ku di vê qeyrana koçberan de ti têkiliyên Polandê bi cîranê xwe Belarusê re tune ye û Poland naxwaze pê re têkiliyê deyne jî. Aboriya Belarusê pabendê bazirganiya bi Yekitiya Ewropayê re ye. Mal û berhemên Rusyayê jî dîsa ji Belaruê diçin Polandê û ji wir diçin welatên Yekitiya Ewropayê. Heke Poland bixwaze dikare sînorê xwe ji vê transît re bigre û aboriya Belarusê têk bibe. Lê nake. Çima? Sedem jî ev e: Qeyrana koçberan ji bo siyaseta hindurîn bi kêrî hikumeta Polandê tê. Ev ji bo wan fersend e. Lewra piraniya xelkê wan penaberan naxwazin. Hikumet jî bi hestên neteweperest tevdigere û wisa nîşan dide ku ew dikarin welatê xwe, sînorê xwe biparêzin. Birçîmayîn an jî mirina koçberan a ji ber sermayê ne xema wan e. Li gorî anketan li Polandê piştî van bûyeran piştgriya ji bo hikûmetê zêde bûye.

Kurdên başûr çima dibin koçber?

Li gorî daneyên saziya parastina sînorên Yekitiya Ewropayê Frontexê ji sedî 70-80yê koçberên ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin kurdên Başûr in. Koçberên ku ji Reutersê re axivîne bersiva vê pirsê wiha didin:

  • Derfetên kar li herêmê kêm in.
  • Di îşên heyî de pere kêm e ji bo debarê têrê nake.
  • Êrîşên balafirên şer li ser endamên PKKê yên li gundên ber sînor xelkê ditirsîne û xelk ji wan deran koç dike. Bes ji Şeladizê dora 400 kesî ji ber vê hicetê koç kiriye.

Eşkere ye ku koçber di lîstikeke qirêj a siyasetê de bûne dîl, bûne qurbanî. Li aliyekî Lukashenko ji bo provokasyonekê penaberan bikar tîne li aliyê din jî hikumeta Polandê ji bo siyaseta navxwe bi tundî û miemeleyeke durî mirovahiyê mudaxeleyê li koçberan dike. Koçberên reben jî bê çare li derve û di serma yê de mane.

Wekî Mueyed Teyîb gotî: 

Ne Mirinê Ez Divêm
Ne Min Jiyan

Ez
Du destên bê dil im,
Di nav vê deryaya har da.
Ji bo çi ye
Avjeniya min?
Werin, ey hemî hovên avî!
Werne min!
Di nav vê deryaya swîr û tal da,
Şirîntir ji xwîna min,
Çi heye?

Ez
Du piyên bê ser im,
Di nav vê daristana tarî da.
Ji bo çi ye
Beza min?
Werin, ey hemî hovên bejî!
Werne min!
Di nav vê daristana pîr û kal da,
Terrtir ji goştê min,
Çi heye?

Erol Başak

Hejmar 1 The Hall Kurdî
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Nivîsên Têkildar

Metaverse: Mirovahî Gerdûna Xwe Diafirîne

Ji Edîtor 2

NFT [non-fungible token]: Hunera li ser blockchainê

Hevpeyvîn ligel Koshe Salayî

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.