The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
    • Hejmar 16
    • Hejmar 17
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
    • Hejmar 16
    • Hejmar 17
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
    • Hejmar 16
    • Hejmar 17
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 17»Xanîyê pêşîn: Mîr Şerefxanê Bidlîsî
Hejmar 17

Xanîyê pêşîn: Mîr Şerefxanê Bidlîsî

Abdullah IncekanBy Abdullah Incekan23/05/2023Updated:24/05/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di tarı̂xa her miletı̂ da hin kes hene, ronahı̂ ne. Ji nav mirovan derdikevin pêş û bi kirin û hebûna xwe mohrê li tarı̂xê dixin. Helbet ji nav miletê Kurd jı̂ di dirêjahı̂ya tarı̂xê da gelek kesên bi vı̂ rengı̂ hebûn û hene. Ji wan yek jı̂ Mı̂r Şerefxanê Bidlı̂sı̂ ye, ku bi xebata xwe ya giranbiha, bi Şerefnameyê mohra xwe li dı̂roknivı̂sı̂ya Kurdan xistiye. Di berhemên li ser dı̂roka Kurdan da ev kitêba han ya Mı̂r Şerefxanê Bidlı̂sı̂ di rêza herı̂ pêş da ye û di kanona dı̂roknivı̂sı̂na Kurdan da xwedı̂yê cı̂yekı̂ saxlem e.

Ya rast, min gelek dereng dest bi xwendina vê kitêbê kir. Her cara ku min dest diavêtê, da ku bixwı̂nim, min dikir-nekir, ez nediketim nava wê. Lê piştı̂ xwendina nivı̂seke Michael Eppel ez li şı̂freya vê kitêbê rast hatim û min ferq kir, ku ji bo hin xebatan kilı̂tên/kilı̂lên taybet lazim in.

Herçı̂ Hezretı̂ Ehmedê Xanı̂ ye, ew nı̂sbeten baş tê nası̂n û wek bavê kurdewarı̂yê tê dı̂tin. Lê tişta ku min di Şerefnameyê da dı̂tı̂ye ev e, divê em vê xelekê berı̂ya wı̂ bi Mı̂r bidin destpê kirin. Û ev tişt qı̂meta gotin û tespı̂tên Hezretı̂ Xanı̂ kêm nake.

Mı̂r Şerefxanê Bidlı̂sı̂ di kitêba xwe da bi awayekı̂ gelekı̂ enteresan li ser sebebê nivı̂sı̂na wê dibêje: “Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in; ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine; behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê, ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min der; behs û serpêhatîyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanraweyên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemî armanc û daxwaza min jî ev e ku xanedanên mezin ên Kurdistanê, navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.”

Bingeha ku li vir Mı̂r Şerefxan Bidlı̂sı̂ ji xwe ra datı̂ne, bingeheke neteweyı̂ ye û du esasên wê hene: Ax û netewe. Ew dixwaze li ser van herdû esasan bı̂reke, hafizayeke neteweyı̂ ava bike. Ev xal gelek balkêş e, lewra weku bi gelemperı̂ zanı̂n, fikra neteweyı̂ bi şoreşa Fransayê tê destpê kirin. Lê li nav Kurdan bi Mı̂r Şerefxanê Bidlı̂sı̂!

Abdullah Incekan Ehmedê Xanı̂ Gulan 2023 Hejmar 17 Jimar 17 Raman Şerefxanê Bidlîsî The Hall Kurdî 17
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Abdullah Incekan
  • Website

Zimannas, Wergêr, Lêkolîner, Wêjevan, Almanya

Nivîsên Têkildar

Ji Edîtor 17

Şeytanqûnî

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan 1895–1978 Xwediyê Yekemîn Rojnameya Kurdî (Roja Nû) Ye

Berhemên Salihê Heydo û Parastina Zargotinê Pirtûka Şerbikê Zîv û Zêr Ji Gerra Doh û Pêr wek nimûne

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
    • Hejmar 16
    • Hejmar 17
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.