Xwepêşandanên vê carê yên li Îranê di 43 salên dawî de yên herî bibandor in. Di maweya van 43 salan de heta niha serhildanên wisa bibandor, girseyî û giştgîr çênebûne. Di serî de bajarên Kurdistanê, paytext Tehran, deverên Farsnişîn Îsfehan, Şîraz, Meşhed, Yezd û Belûçistan qada agir bû.
Jîna (Mehsa) Emînî, di 13ê Îlonê de wextê çûbû mêvaniya nasên xwe li Tehranê ji aliyê polîsên pasevanên hîcabê hate girtin. Jîna piştî îşkenceya pasdaran 16ê Îlonê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nerazîbûn û xwepêşandan jî bi mudaxeleya Jînayê re dest pê kirin.
Nerazîbûn ji 16-17ê Îlonê û vir ve berdewam e di 1ê Mijdarê de gihîşte roja 46emîn. Çend rojên din wê bigihê 50 rojî. Xwepêşandanên girseyî berî niha salên 2009an, 2018an û 2019an jî bûbûn lê yek ji wan jî wek vê carê temendirêj nebûn.
Di xwepêşandanan de herî zêde bajarên kurdan derketine pêş. Kuştî li hemû bajaran hebûn lê mudaxeleya herî tund û bêrehmane li Kurdistanê bû.
Dirêjpêderiya serhildanê bû sedem ku di asta herî bilind de eskerî werin ser xetê û gefên xwe ragihînin. Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Îranê Huseyin Selamî, 29ê Cotmehê di axaftina xwe de gef li xwepêşandêran xwar û got dive 30ê Cotmehê roja dawîn a protestoyan be.
Yanî xwest bibêje, ewê îdî bi şêwazekî tundir muamele ligel xelkê nerazî bikin. Ev jî nîşan dide ku bicihanîna daxwazên xelkê li aliyekî, desthilatdarên rejîma Îranê haziriya komkujiyên berfireh kirine û dê dest pê bikin.
Raya giştî ya cîhanê jî heta niha bi pêwistîya hewce bi vê mijarê re elaqedar nebûye û bi gotinên her carê hewl dane xwe ji berpirsiyariyetiya vê pirsgirêka giran vedizin.
Saziya mafê mirovan ya bi navê Hrana ku navenda wê Norwec e, di rapora xwe ya mehek berê de ragihand ku herî kêm 200 kes hatine kuştin, bi hezaran kes hatine birîndarkirin, 5 hezar û 500 kes hatine girtin. Ajmarên 15-20 rojan tenê 200 kuştî bin, yên 50 rojî mirov dikare texmîn bike. Digel ku van hefteyên dawiyê êriş gelekî berfireh û tund bûn.
Di xwepêşandanan de vê carê dîwarê tirsê herifî û xelkê mirin da pêş xwe û daketin kolanan.
Rejîm diger serederiyê bi qadê re bike. Ji ber ku li meydanan gênc, bi taybetî jî xwendekar dixuyên. Ne tenê telebeyên zanîngehan, xwendekarên lîseyê jî bi keç û kuran ve protestoyên xwe didomînin. Zanîngeh digerin qada şer û lîse jî dibine şahidê protestoyên curbecur û rengîn. Xwendekarên lîseyê, bi taybetî jî keç li polên xwe durişman berz dikin û dikişînin vîdeoyan.
Wek me di serî de amaje pê kir, vê carê naşibe carên berê. Lewra serhildan girseyî, giştgîr û xwepêşandêr hişyartir in. Ev ne girêdayî herêmek, neteweyek, çînek û komekê ye. Mijar azadî, maf û jiyaneke birûmet e û loma jî herkes xwe tê de dibîne.
Rejîm, ji bo pêwendiya xelkê ji hev bibire û li ber kombûna wan bibe asteng piştî destpêkê bi çend rojan înternet qut kir. Înternet ji dawiya Îlonê ve qutkirî ye û hê jî nevegeriyaye halê asayî. Dema jiyana asayî ya xelkê têk diçe kesên piştgiriya xwepêşandanan nakin jî hêrs dibin û derdikevin kolanan.
Di halê hazir de pispor rast nabînin ku ji rewşa niha re “şoreş” were gotin, lewra hêj negihîştiye wê astê ku em bibejîn înqilabek diqewime. Lê belê gelek di wê baweriyê de ne ku ev car ji carên berê gelek cuda ye û gihişte merheleya berî şoreşê. Ji bo em bibêjin şoreş divê bi milyonan kes li kolanan bin.
Sedemê sereke yê ku serhildan nagere şoreşê jî ew e ku serok, pêşeng an jî rêberekî vê dozê tuneye. Qerebalixên mezin ji bo armancekê qelen didin lê bedelên ku didin narije hawizekî. Ji ber ku ne organîze ye û rêber tuneye. Ev jî xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj e. Lewra rejîmê di 43 salan de kesên ku ihtimal e bibin rêber û pêşeng yek bi yek yan avêtiye zindanan, an bi sûîqesdan tune kiriye an jî bi mirûra demê dengê wî biriye.
Herî dawîn kesayetên naskirî û rexnegir ên wek Faîze Haşimî û Mistefa Taczade di kêliya bûyeran de hatin girtin. Rêberên tevgera kesk Mûsewî û Kerrûbî hê jî di hepsa malê de ne. Xatemî bi mirûra demê hat kesixandin. Ji çavê xelkê jî ket.
Digel hemû astengî û kêmasiyan, nerazîbûnên berdewam nîşan dan ku gel bi giştî xwastarê guherînê ye û ji bo vê jî li kolanan in. Dirûşmên sekuler berz dikin û ji dîn jî bêagah in. Sekulerbûna rengê serhildanê dibe sedem ku ayetullah bi tu awayî nikarin tesîrê lê bikin.
Di xwepêşandanên vê carê de millet xubara tirsê ji ser xwe avêt. Ferqa vê serhildanê ji xwepêşandanên 15ê Mijdara 2019an û Kanûna Paşîn a 2018an ew e ku bênavber didome.
Di Mijdara 2019an de nêzîkî hezar û 500 kes hatin kuştin lê zû qediya û dewama wê nehat. Ya 2018an jî gelekî girseyî bû lê aliyê mijarê aborî kir ku agir zû vemire. Lewra di wê bûyerê de şirketên fînansê yên ku bi faîzeke bilind pere ji xelkê distendin îflas kiribûn.
Di nerazîbûnên Mijdara 2019an de jî sedem zêdekirina bihayê sotemeniyê bû. Dewletê di yek carê de bihayê benzînê ji hezarî derxiste sê hezaran. Ev jî bû sedem ku xelk rabe ser piyan. Di van xwepêşandanên çend rojî de xelkê hêrsa xwe ya kombûyî diavête der û ev li hesabê rejîmê jî dihat. Lewra her tişt di kontrola wan de diqewimî.
Serhildana vê carê bi pêşengiya jinan çêbû. Mijar binpêkirina heqê jinan, tunehesibandina wê di civakê de, nasnekirina wê, azadnebûna wê û binpêkirina kesayetiya wê bû. Jinan serhildan da destpêkirin. Li kolanan wek egîdan li hemberî pasdaran sekinîn, bê tirs bûn, ji bo azadiyê sond xwaribûn û canê wan di kefa destê wan de bû.
Sîstema siyasî li Îranê ji malbat û civakê gelekî bi paş de maye. Loma jî civak îdî nikare wê ragire.
Yek ji bîrmend û zanayê Îranî Mohammad Reza Nîkfikr wek paşxaneya vê serhildanê dibêje, “Kerameta însan hate têkbirin”. Yên ku çewsandina 2018an û 2019an dîtibûn, ji bûyera xistina teyareya rêwiyan bi moşekên pasdaran haydar bûn, rastî heqaretê hatibûn, şellaq xwaribûn û ji ber cudabûna fikrên xwe îşkence dîtibûn nema sebr û tehemmul kirin. Lewra ew nifşê bi înternetê mezin bûbûn, bi dinyayê re di nav têkiliyê de bûn. Wan jî dengê xwe li kêleka dengê jinan bilind kir.
Alimên neteweyên mafên wan binpêkirî yên wek Belûç û Kurd jî vê carê hatin deng. Gelek melayên Kurd, li mizgeftên Kurdistanê piştgiriya nerazîbûnan dan. Li Belûçistanê jî Mewlana Ebdulhemîd Îsmailzehî, vê carê helwesta xwe guherand û rexneyên tund li rejîmê girtin. Hal ew e ku ewî bi hêviya başbûna rewşê di hilbijartinê de piştgiriya namzedê radîkalan Îbrahîm Reîsî kiribû.
Wer dixuyê ku wê xwepêşandan hê demeke dirêj bidomin û xelk jî dê zêdetir derkevin kolanan. Di merheleya nû de wê ezm û biryara gêncan û bi giştî xwepêşandêran biqewettir be.
Di berdewamiya an jî encama nerazîbûnan de bawer nakim guhertinek çêbe. Ji ber ku dewleta Îranê bi rejîmeke tund, girtî, çewsîner û kesayetên xwedî îddiayên dînî tê birêvebirin, guhertin jî bi xwepêşandanan pêk nayê. Eger di encama nerazîbûnekê de rejîm bi paş de gav biavêje û daxwaza raya giştî bicih bîne, maneya xwe amadeyî demokratîzebûnê û vebûnê ye. Lê ev ji bo rejîma mewcûd nemumkin e. Rejîm, yekser xwe dispêre Xweda û dibêje “ew li gor fermanên Xwedê emel dikin”. Loma jî guherîn bi rêyên demokratîk û xwepêşandanan nabe.
Eger li Îranê guhertinek bibe tekane rêya wê “şoreş” an “darbe” ye. Ji ber ku rayedarên li vî welatî bi tu awayî dest ji desthilatê nakişînin û li hember daxwazan jî nerm nabin.
Ferqa Mela-Pasdaran ji Şah ew e ku ew xwe di asteke “pîroz-muqeddes” de dibînin û hêza xwe jî wek hêzeke “Xwedayî” qebûl dikin. Di tund û tûjiyê û kuştina bi hezaran sivîlî de jî wek Şah dewletê nahêlin û naçin. Ew dê heta neferê xwe yê dawîn jî şer bikin, li ber xwe bidin. Liberxwedana wan jî tê wê maneyê ku ji kuştina xwepêşandêran bi paş de namînin û hetta dê bi şêweyekî tunddir bi ser wan de herin.
Gelekî cihê mixabiniyê ye ku Kurd di vê serhildanê de aliyê herî zirardîtî ye. Û tirsa min ew e ku Kurd zirarên mezintir bibînin. Lewra bêpişt û bêpenah in. Bêxwedîbûna Kurdan dibe sedem ku bi dehan, hezaran hetta deh hezaran werin kuştin û ji kîsê xwe herin. Lewra hêzeke ku li dinyayê li ser Kurdan bixeyide tuneye. Halê hazir jî di nerazîbûnan de li Sineyê, Merîwanê, Baneyê, Seqizê, Kamyaranê, Serdeştê û deverên din ên kurdnişîn xortên Kurd ên 15-16 û 20 salî yek bi yek dikevin ser axê.
Kuştina qîz û xortên Kurdan tenê dibe dabaşa çend xeberên ragihandina Kurdî û fenomenên medyaya civakî. Ji vê zêdetir çi encam jê derdikeve? Hezar mixabin ku tiştek dernakeve.
Heta ku rejîm hilneweşe Kurd zêdetir mafan bi dest naxin, hetta ji mafên heyî jî dê bêpar bimînin. Ji vê xerabtir dê Pasdar bi rêyên nû û cudatir bi ser neteweya Kurd de herin li rojhilatê.
Hêzên Kurdan ên çekdar jî yên wek PDK-Î, KOMELA û PAK, piştevaniya pêwist ji qada navneteweyî wernagirin. Xala di vir de bala mirov dikişîne helwesta balê PKKê li rojhilatê PJAKê ye. PJAK, di xwepêşandanên medenî û demokratîk de piştgiriya xelkê nake, berevajiyê vê îddiayên rayedarên rejîma Îranê tîne ziman. Partiyên Kurd PDK-Î û KOMELA Navenda Hevkariyê ava kirin û hewl didin hincetan nedin destê Îranê. Ji bo vê ragihandin ku ewan şerê çekdarî sekinandiye.
Îranê dema ku li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê êrişî ser meqerên PDK-Î, KOMELA û PAKê kir, hîç karê xwe ji PJAKê neanî. Çima? Ma PJAK li dijî wê şerê çekdarî nameşîne?
Hesabê PJAKê ew e ku li rojhilatê jî wek rojava bi rejîmê de di nav têkiliyê de be û dema rewş guherî şoreşekê ew bi hemahengiya Tehranê herêmên Kurdî bi dest bixe. Loma jî qenaeteke giştî heye ku PJAK, bi hemahengiya Tehranê tevdigere û naxwaze wan li xwe tore bike.
Piştî Partiyên Kurdistanî yên wek PDK-Î, KOMALA û PAKê ragihand ku ew vê gavê şerê çekdarî nakin û hincetan nadin destê Tehranê, li ser medyaya civakî dengoyek belav bû ku PJAKê agirbest sekinandiye. Ev rast e yan derew e nayê zanîn lê diyar e ku pêwendiya vê dengoyê bi tesbîtên me yên jorê re heye.
Rejîma Îranê ji vir û pê de wisa diyar e ku wê bi hêzên eskerî yên mezintir derkeve kolanan û bi ser xelkê de here. Ji bo xwepêşandanên ku nêzî 50 rojî dibin bi dawî bîne wê tank û topan jî bikar bîne. Di vê de hîç tereddudê nake.
Li kêleka vê wê girtiyên siyasî yên di zîndanan de jî yek bi yek îdam bike. Em dikarin di pêşerojê de bibin şahidê xeberên îdamên zincîrî.
Hilweşîna rejîma pasdaran-melayan di halê hazir de zehmet dibînim. Lewra ev 43 sal in ji bo qehîmkirina cihê xwe xebatê dike û hemû sermayeya welat di vê de radizîne. Welatekî wek Îranê xwediyê serwetên ser erd û binerdê û xelkê wê feqîr… Sedemê vê ew e ku Îranê pera li çek, cebilxane, bombe û moşekan radizîne. Erebeyên ku çêdike bi navê Pride di qezayeke trafîkê de dibe du parçe û kesên di navê de ne mumkin e bifilitin lê li aliyê din milyar dolaran li çekan radizîne.
Vê rejîmê hê ji roja pêşî de xelk, gel, kesayet û welatî bi tu awayî di nav bernameyên xwe yên serekî de nejimartiye. Ji destpêka şoreşa 1979an û vir ve pasdaran-melayan hemû xebatên xwe li ser parastina rejîma xwe kirine. Loma heta piştgiriyeke derekî ya xurt li pişt çalakiyên navxweyî nebin ev rejîm qels nabe û naherife. Di vê babetê de tevger, çalakî û gavên Emrîkayê yên 43 salên dawî bi tu awayî hêviyê nade mirov…