Çi cara derfetê dibînim bi rêyan dikevim. Yan jî rêya min pê dikeve.
Vê carê Yûnanistan e: silav Elláda! γεια σου ελλαδα!
“Lêkin tu bibêje ew çi esl in
Qenc keşif bike ku ew çi nesl in”
Mem û Zîn
Welatê ku li Tirkiyeyê jê re Yûnanîstan dibêjin, ne Yûnanistan e. Bi navê xwe yê fermî Ellada (Hellás); yanî Komara Helenê ye. Di zimanên rojavayê Ewrûpa de jî (Ingilîzî, Frensî, Elmanî) jê re Grek tê gotin.
Peyva Yûnanê ji Îyonya tê. Îyonyaya dîrokî yanî Yûnana rastîn herêma Egeyê ye. Tirkan dîsa ya xwe bi me kirine; nav guherandine. Bila tim di hişê we de be; agahîyên tirkan bi giştî bêbingeh, pûç û polîtîk in.
Nifûsa Ellada 10 milyon e. Cîranê Albanya, Makedonya û Bulxarê ye. Bi deryayên Ege, Îyon, Girît û deryaya Sipî dorpêçkirî ye.
Yûnanistan, di 1460î de ji alîyê Osmanîyan ve hatîye dagirkirin û 400 salan di bin desthilata Osmanîyan de maye. 16 sal piştî şoreşa Frensayê, di sala 1814an de li bajarê Odessa ya Ukraynayê hinek bazirgan û rewşenbîrên Yûnanî bi navê Fîlîkî Eterya bi rêxistin dibin û tevgera azadîya Yûnanîyan di 1821ê de li girava Morayê dest pê dike. Elladaya îro, di 1832yan de hatîye damezrandin. Mîna Yûnanê, welatên bi sedsalan di bin desthilata tirkan de mane û piştre serxwebûna xwe bi dest xistine pir in: Sirbistan 539 salan, Xirwatistan û Makedonya 539 salan, Slovenya 250 salî, Romanya 490 salî, Macaristan 160 salî, Gurcistan 400 salî, Albanya 435 salan, Bulxaristan 545 salan, welatên Ereban yên wek Urdun, Erebistan, Yemen, Behreyn, Lîbya û Misirê jî derdora 400 salî…
Ji ber Yûnana antîk dergûş û wargehê felsefe û şaristanîya îro ya pêşketî ye; tim di bîra min de û xwezîya min bû; ku li Yûnanê bigerim. Her çiqas nêzîk be jî; lê hinek tişt tim li benda wextê xwe ne. Gera min a Yûnanê jî yek ji wan bû. Weke pirên gerê min, ev jî ne bi plansazîyeke tûrîstîk pêk hat. Gelek caran karek yan jî hevalek dibe sedem û derî li ber min vedibin. Ev jî wisa bû. (Wek têbinî; gerên min bi giştî ne tehtîl û betlane ne. Û bi pereyekî pir pêk nayên.)
Korfû
Gera min ji bakurê Yûnanê, ji giraveke nav deryaya Îyonê dest pê kir: Korfû (Kérkyra). Li giravê 2 kelih hene. Bi taybet yek ji wan pir asê û zexm e. Bi her awayî ji bo parastinê hatîye dîzaynkirin. Heya niha li hemtayê wê rast nehatime. Li hember dîwarên wê yên bilind û xelekên wê yên parastinê yên di nav hev de, heyirî mam. Tenê ji bo dîtina wê kelehê be jî çûyîna Korfû hêja ye.
Osmanîyan ji bo wê gotine; Korfoz (Körfez) û di serdema herî xurt ya Siltan Silêmanê Qanûnî de (1537) bi 50 hezar leşkerî girav dorpêç kirine; lê bi ser neketine. Di sala 1716an de cara duyem dorpêç kirine; lê dîsa têk çûne.
Korfû di dîrokê de wek qufleya Adrîyatîkê hatîye dîtin. Ji bilî Yûnanîyan; Roma, Bîzans û Venedîkê li giravê hikum kirine. Desthilata Venedîkê 400 salî (1386-1797) domîyaye.
Çanda giravê têkil e. Bandora Îtalî, Ingilîzî û Albanîyan zêde ye. Lewma ne giraveke klasîk ya Yûnanê ne.
Her çiqas hewa baş ne germ bû jî, lê li ber dîwarên bilind ên kelihê min dest bi sezona avjenîyê kir û ketim avê.
Îoannîna (Yanya)
Yek ji bajarên herî mezin yê Yûnanê ye. Wateya Îoannîna; “Bajarê Yehya” ye. Di navbera 1431–1913an de di destê Osmanîyan de maye. Jixwe ji mizgefta biçûk ya hundirê kelê dîyar e. Bajarekî pir çandî ye. Keliha wê gelek fireh û mezin e. Gol û sirûşta bajêr seyrangehên bijarte ne. Gera li kêleka golê û hundirê kelê, mîmarîya kolan û avahîyan, jîyana şevê; çêjeke taybet bi mirov re dihêle. Heya niha min tenê li deverekê tiştekî xwe ji bîr kiriye; ew jî ev der bû. Yekî din li odeyê bû… Îşlik û tîşortê min li wir ma.
Meteora
Di gera Yûnanê de devera herî fantastîk. Li kêleka Çîyayên Pîndos, li jor Kalabaka û Kastrakî… Hê ji dîmenan dîyar bû ku pir cuda ye. Rêyên nav daristanê, rêwîtîya ligel xezalê, keşîşxaneyên li lûtkeyên bilind, bendewarîya roavabûnê li wî asîmanî…
Wateya Meteora “Daleqandî” ye, jixwe Zivinga me jî “Daleqandî” ye. Lewma destê me jê nebû û em du roj û du şevan li wir bûn mêvan. Herdu rojan jî em baş meşîyan û baş hilkişîyan.
Delfî
Piştî Meteora em derbasî Trîkala bûn û ji wir çûn Atînayê. Termînala payîtext weke termînala gundan bû. Ji bo keşfa bajêr me got em bimeşin û li wan kolan û taxên paşvemayî rast hatin. Wê şevê me xwarineke xweş xwar û li mala hevalekê bûn mêvan. Roja din serê sibehê berê me li Delfîyê bû.
Delfî, bi nivîsa li ser derîyê Perestgeha Apollon navdar e: Xwe bizane (Gnothî seauton, γνῶθι σεαυτόν). Yûnanî vê derê wek “navika cîhanê” bi nav dikin. Ev der navenda gerdûnê ye. Kevirê Omphalos li vir e. Agirê bêdawîtîyê li vir pêketî bû.
Dîyar bû ku navendbûneke vê deverê heye. Her wiha seyrangeheke xweş e. Em li bajarê antîk û mûzexaneya bajêr gerîyan û ber êvarê vegerîyan.
Girava Aegîna
Roja din, bi ferîbotê me berê xwe da girava Aegîna. Di mîtolojîyê de Aegîna (Egîna) keça xwedawendê robaran Asopos û nymph Metope ye. Zeûs ew revandîye û biriye girava ku navê xwe ji Aegîna wergirtîye. Hera, dema ev bihîstîye ji dexesîyê gelê giravê tune kiriye. Zeûs jî girav kiriye navenda artêşa Myrmîdon.
Meşa li kordonê, temaşeya deryayê û çîyayên li pişt wê, gera li perestgeh û dêrên sedsalan xweşîyên vê giravê bûn.
Atîna
Me rojên xwe yên dawî jî li Atînayê derbas kirin. Dirba bajarekî Ewrûpayê bi Atîna nakeve. Mîmarîya bajêr ne estetîk e û trafîk pir e. Tenê li Monastrakî hinekî bêhna mirov derdikeve. Baş e Akropolîs heye.
Bajarên Yûnana antîk li derdora Akropolan ava dibûn. Perestgeh û dezgehên dewletê li van Akropolên bilind bûn. Akropola Atînayê, li cîhanê ya herî navdar e. Berya Zayînê di 3000î de ava bûye. B.Z di sedsala 5an de Perîkles ew bi pêş xistîye. Atîna bi vê dîrokê xweş bajar e… Pir xweş bû, temaşeya bajêr, ji wê bilindahîyê…
Mirov here Atînayê û zanayekî weke Ali Karduxos jî nebîne nabe. Di sohbeta wî de zewqa felsefeyeke hûr û kûr heye. Ji bo me Kurdan hêjayîyeke bijarte ye. Pêwîstîya me bi vê awirê heye. Bi sohbet û mazûbanîya wî rûmetdar bûm.
Yûnan, ne welatekî pêşketî ye. Ew jin û mêrên di peykeran de ne xuya ne. Lê dîsa jî mîtolojîya Yûnanê û dastanên Homeros li derdorê ne. Yûnanî, hê jî nanê wan dixwin.
Dîmenên kolan û jîyanê, ji yên tirkiyeya xopan zêde ne cuda ne. Lê ya herî girîng; li derveyê tirkî 1, ne yek (1) e. Me xwarineke xweş bi 9-10 Euroyan dixwar. Bihaya otêlan bi giştî 30-40 Euro bû. Lê kambax be ku bi pereyê tirkî matematîk jî serobino dibe.
Dîsa jî ger xweş e. Hewaguhêzî tendurustî ye. Rê dikemilîne; hevrê dixemilîne. Vê carê di miraq û çelengîyê de em hemtayê hev bûn… Îcar dawî li gerê nayê. Mîna xwarinê; têrbûn tune ye, beskirin adet e. Xweş gotin e: Dum vivimus vivamus. Hê em li jîyanê ne, bijîn.
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol