Silav û rêz xwînerên Kurdîhez.
Bi hejmara donzdehan (12) yek saliya The Hall Kurdiyê temam dibe. Ji bo vê em gelek dilşad û bi kelecan in. Em ji dil û can spasiya nivîskar û xwînerên xwe dikin. Hûn her hebin.
Ev nêzikî 3 meh in li Rojhilat û Îranê jinan dest bi serhildanê kiriye û doza mafên xwe dikin. Hêviya me ew e ku ev serîrakirin dê bibe şoreşa jinan û jin û gelê Kurd li Îranê bigihin jiyaneke azad, aram û serbixwe. Bi vê şoreşê re jî dawî li her cure diktatoriyan were. Babeta sereke û mijara bergê kovara vê mehê jî ev serhildana paqij û biqîmet ya jinan e. Me bi jineke şoreşger, pêşmergeya berê û aktivîsteke çalak ya mafên jinan Diana Nammî re hevpeyvînek kir. Diana û jenerasyona wê bi şoreşê Şah û rejîma diktator têk bir. Aqûbet li serê jinên şoreşger yên vê demê be. Diana Nammi li Londonê Organîzasyona Mafên Jinên Kurd û Îranê, IKWRO, avakiriye û ji bo jinan bi salane têkoşîneke gelek hêja dide. Niha jî ji bo palpiştiya “Jin, Jiyan, Azadî” bike di asta navdewletî de mucadeleyê dide. Hûnê di hevpeyvîna me de di derbarê xebatên IKWROyê, danezana wan û jiyana şoreşgerî ya Diana Nammî de agahiyên berfireh bibînin.
Babeteke gelek girîng û bi min divê her Kurd teqez bixwîne jî gotara nivîskar Necat Zivingî ye: “Tirknasî”. Mamoste Necat bi berfirefî pênaseya “zanîn” û “nasîn” ê dike û dûvre dikeve pey bersiva vê pirsê: Em û tirkan hezar sal e di bin guhê hev de ne. Ne bi hev re ne, lê ji hev ne cihê ne jî. Îcar em çiqas hev nasdikin? Belê pirs gelek hêja ye lê divê em bersivê jî bizanin.
Di hejmara Kanûnê de nivîskar û dîroknasê zindî yê Rojava Konê Reş şewata Sînemaya Amûdê nivîsî. Lê bi şêwazeke cuda. Di vê gotarê de hûnê ji girîngiya bajarê Amûdê bigrin heya bûyerên dîrokî û lehengên Kurd gelek agahiyên hêja bibînin. Binêrin ka Amûdê çi bajar bûye.
Duyemîn heypeyvîna vê hejmarê jî bi mûzîkjen Sîmir Rûdan re ye. Blogger Salomè Cizrawî bi hunermendê ciwan ê Kurd Sîmir re sohbeteke xweş kir. Ev heypeyvîn derbarê xebat û hûnera wî û mûzîka Kurdî de daneyên xweş dihundirîne. Jê nemînin.
Meha 12an salvegera mirina lîstikvan û derhênerê gewre Charlie Chaplin e. Nivîskar û sînemanûs Rûmet Med hostayê hêja Chaplin nivîsî. Ew bi bêdengiyê karî bi her zimanî biaxive û bê fehmkirin.
Zimanzan Abdullah Încekan li pey şopa nivîskarê alman Rilke derket gereke dijîtal. Mamoste Încekan Çend cihên di jiyana Rilke de girîng in ji me re nîşan dide.
Antropolog Welat Ramînazad ji bo The Hall Kurdî analîza Pirtûka Golda Meir a bi navê “Jiyana Min” ku Fahriye Aksayê ji îngilîzî wergerandiye ser Kurdî, kir û bal kişandiye ser têkoşîna cihûyan, bidewletbûna wan. “Asovekerîya Jîyannameya Golda Meir û Li Ser Kurdan Çend Hîpotez”
Mijareke din a kovara vê mehê jî sporeke lihevdanê ya populer e. Nivîskar Evdî Hesqera li ser pêşbirka Prochazka vs Teixeira analîzek nivîsî.
Piştî demeke dirêj dîsa helbestek kovara me dixemilîne. Helbestkar Çayan Okuducî nivisî: Ez Ne Şaş Bim.
Û fotoşîrove. Vê carê wêne ji Stenbolê ye. Ji vîzora Mem Artemêt binêrin: Dewr-î Dinya 2022.
Bi vê hejmarê saleke me bi Kurdî re temam bû. Di sala bê de em hêvî dikin Kurdî pêş bikeve, Kurdîzan û Kurdînûs bi milyonan zêdetir bin. Jinên Rojhilat û Îranê azad bin, azadî li çar perçe xaka Kurdistanê berbelav be.
Jiyan bi zimanê dayîkê xweş e. Bila jiyana we bi qasî Kurdî dewlemend û bi qasî Kurdistanê rengîn be.
Ji dil û can spas!