Dengê daholê ji dûr ve xweş tê. Derveyê wê te, hundirê wê min dişewitîne.
Tevger û partîyên niha wisa ne. Ji dûr ve û ji derve, gelek mirov, modern û demokrat in. Hinekên wan jî gelek dîndar û xwedayî.
Taximan li xwe dikin, qerewatan girêdidin, xeberdanên xweş dikin. Bi kê re têkilîyê deynin li têla wan dixin, bi dilê wan dibêjin. Bi Ewrûpîyan re dibin yên herî modern û medenî. Bi Kurdan re dibin Kurdperwerên dilsoz. Bi olperestan re dibin mucahid. Lê ku tarîya “fake” avêt, dibin şeytanqûnî û bi derdorê dikevin.
Çi krîter û exlaq ji wan re tune ye. Derew û bêbextîyan, heqaret û tehdîdan dikin. Tiştên nebûyî dixin sitûyan.
Yên xwe teslîmî partî û cimaetan dikin, bi îrade û mêjî dimirin. Dibin mirî/d û vediguherin zombîyan. Ew ên piştî mirinê radibin û di nav mirovan de digerin. Şekl û qelafetê wan yê mirovan, lê ew êdî ne mirov in. Ew white walkers (ak gezenler) in. Şeytanqûnî ne. Serok û îmamekî wan heye, hemîyan hîpnoz dike û kîjan hedefê nîşan bide, pêl bi pêl diherikin wir.
Dema te bi bawerîyeke bê nîqaş, xwe teslîmî tiştekî kir, tu dimirî. Dibî mirî/d. Lê heta serê te li ferşa gorê nekeve, “yên ne wek xwe” mirî dibînî, pê nahesî ku yê mirî tu yî. Xwe gelek dînamîk û dilsoz hest dikî. Bi nezanîya xwe bextewar î.
Erê difikirî, lê bi term û têgehên dîyarkirî. Erê zanîneke te heye, lê bi qederê ji te re gotine. Lewma ew fikirîn ne aqilkirin, ew zanîn ne ilm e. Encama her fikr û zanîna te tim dîyar e. Helbûkî mirovên normal di encama fikr û zanînên nû de digihîjin encamên nû, gelek caran diguherin. Lê tu naguherî. Ji heft salî heta heftêyî, li ser heman qeysê yî. Şeytanqûnî yî.
Çawa mirovên di zindanan de jî derdikevin holekê, volta davêjin, dimeşin, derdikevin hobîyê û gelek aktîvîteyên din dikin lê di rastîyê de ne azad in. Zindan, dinyaya wan e. Tu meş wan dernaxe cîyekî din. Mirîdên partî û cimaetan jî ne aqil dikin, ne jî azad in. Heta ji wê hîpnozê xilas nebin, nizanin azadî çi ye jî!
Li gor wan aqilmendî û azadî, jirêderketin, xurifîn, xirabûn, xayîntî û dijminî ye. Lewma herî zêde ji mirovên azad aciz in û êrîşî wan dikin. Şeytanqûnî ne.
Pirbûn wan motîve dike. Nizanin yek kevirê almastê beranberê sedhezar kevirî ye. Zikr û mûzîk û govend, hîpnoza wan e. Û xwîn… Şeraba wan ji hiş dibe, xwîn e. Lewma ewqas fetîşîzma şehîdîyê dikin. Li cem wan, mirî/d tim ji zindîyan biqedirtir in.
Di heman tîpê de ne, tev heman benîştî dicûn, heman jiberê dûbare dikin. Ger mirov bi wan bizane dikare hemî klişe û şablonên wan texmîn bike. Mirov li yekî guhdarî kiribe, dizane wê hezarên din çi bêjin. Gotin bi serê wan nakeve. Tim û tenê ya xwe dibêjin. Di şekl û qelafetên mirovan de, lê zombî ne. Şeytanqûnî.
We mirîdek dît jê dûr biçin. Ne mirîdên şêxan, yên partî û cimaetan. Şêx êdî demode ne. Trenda nû, mirîdîya partî û orgutan e. Di sûretê mirovan de, lê ne mirov in. Ji bo wan mirov çar kategorî ne: alîgir, dijmin, sempatîzan û kerî. Ji alîgiran re di rastî û xirabîyê de piştevan in. Ji mixalifan re dijmin û bê exlaq. Ji sempatîzanan û girseyê re şîrînok û heval in. Hêvîyê dikin wan jî bikin zombîyên wek xwe, mirîdên cimaet û orguta xwe. Şeytanqûnî.
Hêza şeytanqûnîyan hêsanîya xirabkirinê ye. Rihetîya gumançêkirinê ye. Maske ne. Pirbûna kerî ye. Hîpnoz e. Di tarîxê de gelek caran şeytanqûnîyan mîna kulîyan bi ser welatan de girtin û bi dehan salan wêran kirin. Nazîyên Hîtler yek ji mînakên wan in. Îro jî şeytanqûnî kamp bi kamp in û bi milyonan in.
Evqas fîlmên zombîyan binhişekê dîyar dikin. Qey dema hûn wan fîlman temaşe dikin, bira jî li bendê ne ku rojekê mirov ji gorên xwe rabin û bidin dû we! Hema li dora xwe binêrin û bibînin bê ew hevalên we yên rebenok, çawa li ser torên dîjîtal şeytanqûnî ne!