Mirazekî Celadet Alî Bedirxanî tenê hebû: Bi zimanê xwe yî zikmakî (Kurdî) nivîsîna romana Bîra Qederê. Di destpêka romanê de jî serleheng dest bi romana xwe (Bîra Qederê) dike. Roman ji 16 beşan pêk tê. Him di destpêka romana Mehmed Uzunî de romana Bîra Qederê ya Celadet Alî Bedirxanî heye him jî romana Celadet Alî Bedirxanî bi Bîra Qederê ya Mehmed Uzunî bidawî dibe. Roman di hundirê romanê de hatiye sêwirandin. Ew jî îsbata hostatiya Mehmed Uzunî ye. Xwîner bi meraqdarî romanê dişopînin. Lewre Mehmed Uzun bi teknîkên modern 16 fotografên balkêş wergirtinê. 16 fotograf li ber çavên me xwîneran zelal in û hûrgilî hatine vegotin. Em her kesî û her tiştî dibînin. Ew jî di romana modern de serkeftina Mehmed Uzunî ye. Lewre wî bi teknîkên modern û bi vegotineke di cî de romaneke gelekî herikbar afirandiye.
Cudahiya Mehmed Uzun û yên romannûsên Kurd ên din çi ye? Bi peyvekê, fiction e. Mîna avahîsazekî hosta romana xwe afirandiye. Xwîner qet bêhnteng nabin; berevajî wê di kûrahiya romanê de dimeşin û diherin.
Mehmed Uzun teknîkeke cuda bikar aniye. Di romanê de serleheng (Celadet Alî), bi vebêjerî re diaxive. Serleheng rewş û nêrînên xwe raveyî vebêjerî dike. Em xwîner him bi nêrînên vebêjerî him jî bi yê serlehengî bûyeran dişopînin.
Bûyerên xeyalî (wek ji dayîkbûna Celadet û evîna wî û Cananê) bi hostatî bi rastiyên jiyana Celadetî ve hatine kêlijandin. Xwîner di bûyerên xeyalî de rastiyên jiyanê, di rastiyên jiyanê de jî bûyerên xeyalî dibîne.
Di gelekî beşan de dawiya beşê xilas dibe û destpêka beşa nû heman hevok in. Wê jî hêz û rîtmek daye romanê. Roman behtir bi hevdu re hatiye kêlijandin û girêdan.
Bîr di gelek beşan de wek leitmotiv hatiye bikaranîn. Leitmotivbûna bîrê aheng û harmoniyek daye romanê. Di destpêkê de jî, di nava romanê de jî, di dawiya romanê de jî bîr hene. Bîrên curbicur. Bîrên ku serlehengî ber bi dawiya qedera wî ve dikişînin.
Romana Bîra Qederê xêncî destpêkê, ji 16 fotografan pêk tê û di navenda 16 fotografan de jî tim bîrên curbicur hene. Mehmed Uzun 16 fotografan bi bîran ve girê dide. Bîr bîra qederê ya Celadet Alî Bedirxanî ye. Serleheng di destpêka romanê de bi bîrê ve vedijî û di dawiya romanê de di bîrê de dixeniqe. Hemû bûyer li hawîrdora bîran diqewimin.
16 fotograf li ku derê û çi zemanî hatine wergirtin? Fotografa yekemîn: Cî, mala Bedrî Paşayê Bedirxanî ye. Sal, 1893 ye. Fotografa duyemîn: Cî, mala Emîn Alî Bedirxanî ye. Sal, 1895 e. Fotografa sêyemîn: Cî, Pira Galatayê ye. Sal, 1905 e. Fotografa çaremîn: Cî, dikana kitêbfiroş a Signore Rionaldiyî ye. Sal, 1909 e. Fotografa pêncemîn: Cî, restorana Cenyoyê ye. Sal, 1913 e. Fotografa şeşemîn: Cî, devera Meletiyê ye. Sal, 1919 e. Fotografa heftemîn: Cî, sirgûnî ye. Sal, 1920 e. Fotografa heştemîn: Cî, bajarê Munîxê ye. Sal, 1922 e. Fotografa nehemîn: Cî, mala Sureya Beg a li gundê Zeytûniyê ye. Sal, 1925 e. Fotografa dehemîn: Cî, Hasiçê ye. Sal, 1930 ye. Fotografa yanzdemîn: Cî, mala Celadet Alî ya li Şamê ye. Sal, 1932 e. Fotografa danzdemîn: Cî, mala Celadet Alî ya li Şamê ye. Sal, 1935 e. Fotografa sêzdemîn: Cî, mala Celadet Alî ya li Şamê ye. Sal, 1935 e. Fotografa çardemîn: Cî, mala Celadet Alî ya li taxa Mahîcîranê ye. Sal, destpêka salên 1940î ne. Fotografa panzdemîn: Cî, Şam e. Sal, dawiya salên 1940î ne. Fotografa şanzdemîn: Cî, taxa Kurda ya li Şamê ye. Sal, 1951 e.
Mehmed Uzun bi Bîra Qederê him jiyana Celadet Alî Bedirxanî vegotiye him jî bi jiyana wî bûyerên ku nîveka sedsala 20an ve girêdayî vegotiye. Ew tarîx teqabulî rûxandina împaratoriya Osmanî û damezirandina komara Tirkîyê û serhildanên Kurdan dike. Em di romanê de hemû bûyerên tarîxî dibînin. Kîjan bûyerê û bi çi awayî bandor li ser Kurdan kiriye? Em gişkan yekbiyek dibînin. Mehmed Uzun, bi hostatî dika romana xwe ava kiriye. Li pêş dikê bi 16 fotografan jiyana Celadet Alî tê rave kirin, li paş dikê jî bûyerên tarîxî tên vegotin.
Çapa yekem a Bîra Qederê di sala 1997an de çêbûye. Çapa çaran a di destê me de di sala 2016an de ji Weşanên İthakiyê derketiye. Mehmed Uzun bi romanên xwe zimanê Kurdî yê modern afirand. Romana Şivanê Kurmanca (1932) ya Erebê Şemo destpêka romana Kurdî ya modern e, lê romanên Mehmed Uzun îsbatbûna romanên Kurdî yên modern in. Bi romanên Mehmed Uzun, zimanê Kurdî pêvajoya romana modern biserkeftî derbas dike.
Mehmed Uzun bi romana xwe ya ‘Tu’yê (1985) dest bi nivîsandina romanên xwe dike. Di nav romanên wî de cihê Bîra Qederê cuda ye. Lewre Bîra Qederê fikra netewebûna Kurd bi hostatî rave dike. Bîra Qederê romaneke biyografîk e. Mehmed Uzun di Bîra Qederê de jiyana Celadet Alî Bedirxanî vegotiye. Di vir de du xalekên girîng derdikevin pêrgî me. Yek, Celadet Alî Bedirxan bi hemû ked û xebat, hewildan û fedakariyên xwe ve di nava gelê Kurd de fikra Kurdayetiyê (netewebûn) afirand. Bi pêşengiya wî û yên mîna wî (bi rastî yên mîna wî pir kêm in, ew şubhê soralmastekî ye) Kurd derketin li ser qada cîhanê. Mehmed Uzun ravekarê şoreşa Celadet Alî Bedirxanî ye. Bîra Qederê bi hostatî ravekirina têkoşîna Celadet Alî Bedirxanî ye. Celadet bi kovarên xwe ve (Hawar û Ronahî) ji pêşengên hişyarkeran bû ku Kurdên li her derê dinyayê belavbûyî kom kirin û fikra netewebûnê di nava Kurdan de belav kirin. Mehmed Uzun jî bi romanên xwe ve (yek ji wan kesan bû ku wan) pişta “asîmîlasyona post-modern” şikand û zimanê Kurdî rakir li ser piyan û romana Kurdî ya modern biwêrekî bi rê kir(in).
Mehmed Uzun him diyalogên tirkî û him jî navê xwarinên tirkî bi tirkî daye, kirasê Kurdî li wan nekiriye. Ew kêmasî ye. Belkî zimanê rojane yê karakteran bi tirkî ye lê divê ew bi Kurdî hatibûna nivîsandin. Jixwe serleheng û romannûs doza Kurdî û Kurdayetiyê dikin.
Her çendî di rêziman û zimanê Mehmed Uzun de çewtî û xeletî gelek bin jî lê zimanê wî modern e. Reh û ruhê zimanê Kurdî bi dest xistiye. Zimanê Mehmed Uzun di navbera Kurdiya berê/paşerojê û ya nû/pêşerojê de pireke bêhampa ye. Mehmed Uzun romannûsekî diasporayê ye. Wî hemû derfetên diasporayê bidest xistine û ew di romanên de bikar anîne.