JI HÊLÎNA CÎHÛ Û HEYA HEMÎN MIŞKÊ
”Hê jî gul û kulên wan di min de erdekê ne ewle diqelişînin ”
Mîrxan bi çend çaksiwaran re ji Amêdîyê dadikevine Barzan û gundên derdorê, ji bo berhevkirina *serzêr û xokê ji cîhû û fileyên deverê. Di vegerê de, li pêça zinarekê asê de û di kûrahiya daristaneke çir û pir ji darê berû û spîndaran, komek rêgirên diz û cerdevan êrişî wan dikin. Di encama pevçûnê de yêk ji wan tê kuştin, yên din direvin û bapîrê me birîndar dibe.
Ew ser devkî ketibû di nava giyayê şil û xûnav girtî de. Lerzînek derbazî laşê wî bibû, bêhna taze giyayê biharê têkel bi xwîn û xwehdanê ber bêhna wî ketbûn dema dengê siwaran dikir ew şiyar dikirin û dixwestin wî bi lez û bez bibin mala Mizrah Levî, pizijkê deverê. (Ev dîmen dikete berçavê nevîçirka wî ya piçûk dema pîrejinên Amêdîyê ew çîrok jê re vedigêrandin).
Mizrah Levî kur nebûn e. Lewma keça xwe ya mezin Hêlînayê fêrî dermansazîyê, stêrknasîyê û teolojiyê dike. Tewrat, Telmud û Zeburê pê dide xwendin. Mezmûrên Dawud pêxemberî pê dide ezbere kirin û razên kûr ên Zohar û Qebala jê re eşkere dike.
Hêlîna dibe çavên bavê xwe yên tûjbîn, piştî ku çavên wî kiz û melûl dibin. Dibe herdû destên wî yên mîna kûçikan mihreban, mîna pisîkan jîrmend û mîna kêvroşkan sivik û lezgîn piştî ku lerz û hejên pîr bûyinê derbasî dest û tilîyên wî yên pispor dibin.
Bavê wê û Haxamê Amêdîyê lihev tên ku keça xwe Hêlînayê bi Haxam re bizewicîne û ew piştî temenek dirêj bibe xelîfe û cêgira *Asînat a Barzanî lê ba li gor daxwaza keştiyan nazivirin, bi taybet dema ew mêvanê ne liwext derbasî mala wan dibe.
Hêlîna berdewam desmalek dikşîne ser dev û bêvla xwe dema ku liber destê babê xwe dixebite. Mîrxan heyamekî li mala Mizrahê cîhû radizê. Dildikeve wê keçika cîhû tevî ku ji hebûna wê tenê du çavên jîr û du destên mîhereban dibîne û dihese. Lê ma qey kîmya wê dizane? Zat li zatî diyar bû, kiras tenê sitar bû.
Dema ku Mîrxan hinekî baş dibe û qesta rê ya Amêdîyê dike, Hêlîna merhemek ji qerenfîl, darçîn, sîr, zerdeçal û reş rihan û emberê dixe destê wî de da birîna xwe her êvarê pê vemale (Keçikên dilşikestî yên Amêdî yê jî dibêjin ewê niviştek sê gûşe ku bi ibrî pêve xwendbû bi stûyê wî xweşmêrê belengaz ve kiribû.)
Herdu evîndar bi malbatên xwe re, serdemek tengezarî û pevçûnan derbas dikin. Ji Mîrxan re dibêjin; ” Amêdî ji Amêdiyan re ye, xwînê ne lewitîne “. Ew dibêje ” resentir dike û na lewitîne.” Jê re dibêjin: Ew cîhû ye! Ew bersivê dide: Xwedê yêk e. Jê re dibêjin: Ligel bavê xwe bi deşt û çiyan dikeve giya û dermanan kom dike. Ew bersivê dide: Başe ku derdan kom nake. Jê re dibêjin: Çîrokbêj e, helbestbêj e. Ew jî dibêje: Wê ji min re jî bibêje. Jê re dibêjin: Lê ji te mezintir e. Ew bersiv dide: Em herdu jî dema ku zûhre di bircê şêr de bû çêbûne.
Mizrah jî xewna xwe ya ku ji bo wê gelek xebitî bû binax dike. Ew li ber derê mala xwe, xatirê ji şagirda xwe dixwaze û bi diltengî dibêje; ” Werîs qetiya û hişke dar belavbûn.”
Hêlîna dibe Hêlan. Bav, ol, pêşeroj û bawerîyê birîndar dike û bi dehol û zorna û liser hespekê kihêl û tîldayî hildikişe kelha kevrîn.
Amêdîyên ku ji serbanan û pencereyan de hatina wê çavdêrî dikirin, ew wîha wesif dikirin ” kirasek lewendî dirêj ji hevrîşim ê sor liber bû, bi serde qûtikek rengîn ku bi qerenfilan şeqa memikan nixûmand bû. Bi ser de kuretekek lê bû ku bi zêr û zîvan hatibû nexişandin. Di navqedê de kemerek bi tavek zêrîn dihat girtin. Her du kezî bi (Gedil)ek tejî ji zengilên piçûk hatibûn alandin. Di serî de (Şoşlatha)ek tejî morî, di nav de telismek hebû ku navê her çar melayiketan liser bû: Rafael, Gabreal, Mikael û Noreal. Di bêvla wê de xizêmek, di stû de girdan û di tiliyan de (Isiqsa) bi tilsimên îbrî nexişandî û bi ser hemoyan de çarikek bi zengilan hatî dorpêç kirin da cin û rûhên xerab jê dûr bibin. Ji milê wê yê rastê zincîra * (Şim şamayî) dadiket heya ranê wê yê çepê ku bi ser de gotinên despêkê yên Sifra Neşîdan nexişandî bûn. Di lingan de xelxal û di pîyan de (çekm)ek çimik bilind hebû ”
Li peyî wê du hêstiran dermanxane ya wê rakiribûn. Li ser hêstirekê qefesa wê ya kewan, sindûqek darîn tejî ji hure diranên ajelan, qoçên pezkovîyan û barek ji kevir û moriyan hatibû barkirin. Hêstira din jî sepetek lê hatibû barkirin tejî bû ji hişke giyayan: Xerdel, Qerenfîl, Zencebîl, Giyayê nusik, Sîvsîvanok, Tûzik, Cedasî, Hêro, Pîr qelaçik, Darçîn, Hevrist, Kuncî, Şembelîlk, Stiryok, Pung, Gêlaxe, Lûşe, Kezwan, Pirpîne û tîvlên henaran, gûyîzan û zeyitûnan. Di jêr cîhazê xwe yê ku bi tilîyên xwe amade kiribû jî, pirtûkek Tawrat ê, şemal a heftîn (Mînarwah) û amûra a mûzîkê Şofar veşartibûn.
Tevî ku ewê gelek destmal, destgûrk û ristik bi diyarî ji mala xezûrê xwe re anîbûn jî, lê xesû ya wê liber derî bi rû girjî genim û av bi ser de reşandbûn. Cerk a tejî sike û milebez li ber pîyê wê şikand bû. Dema ketî hûndûr malê jî, jinan bi ne ji dilî zarokek dabûn hembêza wê da ligor adetan ya bi bereket û zaînde be. Lê ne xeleka zêrîn – çar mûyên pora bokên cîhûyan ligel sê mûyên hevrişmî dihatin hûnandin û alandin li xelekek zêrîn û weke diyarî ji zava re dihatin pêşkeş kirin – dabûn zava yê wê, ne jî Haxam li gor adetan hatibû liser wê Mîşnahê bixwîne.
Nevî û nevîçirkên wê nifş bi nifş vedigêran ewê çawa taseke avê datina li ser banî û li jêr stêrka Zûhre dihêla heta serê spêdê da ku av ji rohnîya wê vexwe û ew av liser hemû zindewerên di malê de diman, ji zarokan bigre heya li ser gûl, nebat û kewan belav dikir. Nalek hespan bi derê derva vedikir, qoçên pezkoviyan bi dîwarê ku tav lê dihilat ve dadeliqand. Heta mirina xwe, wê di rojên şemîyê de ne agir vedixist ne jî xwarin çêdikir. Amêdîyên mayitêker jî dema di serban, berban û pencereyan de şemal a wê a heftîn (Mînarwah) vêxistî di dîtin, gilî û gazindên xwe dibirne cem mêrê wê lê wê bi adalet û hezkirin ew bermayiyên wan mûman ligel qaçikan têkilî hev dikirin û liser nesaxan belav dikirin.
Mîrxan jî, her êvaran piştî ku gilî û gazindên Amêdîyan jê re vedigotin, jê re digot: Tu serê milên min vemale, xwe dilteng neke, heger kes nebû agirê Şemiyan ji te re vêxe, ez ê vêxim Hêlê. (ken bi devê çîrokbêjan diket dema digehane vê beşê çîrok ê.)
Li Hanoka (cejna çira hûrika) cîhûyan, ew li berbanî radiwestiya û çavên wê li rê diman heya ku cîhû rêz bi rêz, ji şikeftên Birîm Zila vedigeriyan. Dema ku wê hevîr dişêla, bi piste pist jê re digot: שתהיה לשרה יד בז שיהיה חלק לעניים ולאביונים ” bila destê Sara tê de be, bila para feqîr û belengazan tê de be.”
Li roja Heşana eger dengê Şofarê nebihîsta, ew ê Şofar ji xezne ya xwe derdixist (Amûrek mûzîkê ya cîhûyan e, ji şaxê pezkovîyan çêdikin). Gelek caran ne diwêrîya di mal de Şofarê bijene, lewma perê kewekê ter dikir bi zeyita gijnîjan û dixiste Şofarê da dengê wê zirav derkeve.
Êvara înê beriya şemiyê (şabat a), ewê xamosta tirş dixwar ji berku Merîx dadiket ber Gelawêjê (stêrka Iştarê dema dibe stêrka sibê) û dûmahîya şeva şemîyê dema ayin diqediya bi kelegirî ber xwede digot: אולי לא יישאר איש בישראל, ומי שיישאר ירים את ראשו מורם dibe ku kes li Israelê nemîne, lê yêk jî bimîne serbilind e serbilind.”
Di Şaavot ê de (Cejna cehê zer) diçû Barzanê liser gora Nathnil Halivî, da ku mûmek ji bo hemî giyanên qenc re vêxe. Li roja (Haşana) xwarin liser hejar, derbeder û gerokan belav dikir û êvaran çîroka pîrik Naomî û malbata cinan, çîroka mîrê Amêdî yê û Jîrmendê cîhû, dastana hespê reş û dastana Sîsebanê vedigêrandin.
Li roja serê salê jiberku nikarîbû weke hemo Amêdîyên cîhû biçe ser devê Şîrhê (Ji sorê Amêdîyê re tê gotin) lewma li serbanê malê radiwestiya, li ava Sûlavê dinêrî û dema dengê Cîhûyan bihevre bilind dibû “kî wek te ye xweda?” Ewê sê caran delingên cilên xwe dadiweşandin û biwanre digot; “Me hemû sûcên xwe avêtine nava avê, em amade ne têkevîne sala nû.”
Ewê dema zarok dibûn li dor xwe û zarokê xwe heya çilika wê radibû, çemberek xêz dikir û diber xwe de digot “Li dor me tu heyî” û zarokên nû ji dayik bûyî bi ava xwê dişûştin da *Alkêmî ya wan qenc û lihev hatî be.
Derîyê wê herdem ji nesaxan û yên ku li şîretan digeriyan re vekirî bû ye.
Berî mirina xwe, wê wesîyet kiribû ku ew li kêleka mêrê xwe bête veşartin. Weke ku bibêje “Bedel giran bû lê qet ne poşman im.”
Gelawêja Caf jî gul û kulek derbasî xwîna min kiribûn. Macid begê caf ê Sûlêmanî weke qayimqam dişînin Amêdî yê, ew jî xûşka xwe ya bê dayîk û bav bi xwe re dibe. Çawa çavê Hesen paşa bi wê dikeve ji bav û birayê xwe re dibêje; ” Ez vê dixwazim.” Jê re dibêjin; ” Soran e, behdînî nizane.” Ew dibêje: Ez ê fêr bikim. Dibêjin: Gelek bilind e dê te bixe jêr çengê xwe. Ew dibêje: Kî kê dixe jêr çengê xwe, ew me eleqedar dike. Jê re dibêjin: Gelek qure û bi desthilat dixuyê. Hesen paşa dibêje: Lewma li mal û meclisan de cîyê min vala namîne. Dibêjin û dibêje heta ku ya xwe bi serê xwe dike û wiha Gelawêja Sûlêmanî bi dihol û zirnan ji mehla serdepkê tê qesrê.
Amêdî weke herdem li pişt dîwaran diaxvin: Hesen paşa çi zû jibîra kir ya ku Mîrê kor û leşkerên soran anîbû serê Amêdî û Amêdîyan. Bersiv jî bi gelemperî bi zimanekî gelêrî tejî hêmayên cinsî dibû ku xelkê Amêdî yê pê tên naskirin; “Heyi Ho, dema rabûn herdu mîrên sor, nasnakin mîrê kor.”
Xizmetkar gilî û gazindeyên xwe ji Hesen paşa re radigihînin; em ji zarê wê tênagehîn, em bi tiştên ku ew dixaze nakevîn, lewma aciz û xembar dibe. Hesen paşa ji wan re dibêje: Ma qey kî li ba kê kar dike? Hewil bidin ji wê fêm bikin. Lê gava ku ew bi tenê dibûn ewî jî gazindên xwe jê dikirin: Tu her fêrî Behdînî nebûyî! Bersiva wê jî herdem amade bû; “Take şitêk min be şarekem, de bestêtewe, ew zarawe ye Hesen paş a.” Heya dimre bi soranî diaxve û carna jî pê distir e.
Heft zarokên wan çêdibin, hinde ji xwendin û zanabûnê hezdike, dema serê zarokan di wextê xwendinê de liser pirtûkan nebîne ewan siza dide lewma jî her çar kurên wê di wan demên zû de (çarika yêkem a sedsala bîstan) xwendina bilind bidest dixin, parêzerîyê, endazyarî û efserîyê li Baxdadê dixwînin û yêk ji wan demekê serokatiya zankoya Sûlêmanîyê dike weke wefayek bo dayika xwe. Ew keçan jî dixe ber xwendin ê, ji berku li wan deman medresên keçan nebûn e, ew jûrekê di malê de vala dike û mamostayan tîne mal û ligel keçên xwe rûdine heya dersên wan diqedin.
Di dilê wê de xwezîka dîtina bajarê wê Sûlêmanîyê hebû, her ku derfet bigûnca ji Hesen paşa re digot; ”Hergîz belêneket cê be cê nekird û minit ne bird e Sûlêmanî.” Hesen paşa jî berdewam soz û peyman nû dikirin lê Gelawêj tûşî nesaxîyek dibe ku herdu pîyên wê ne dihatine ber wê û wiha hesreta dîtina Sûlêmanîyê di dilê wê de dimîne.
Di nexweşîya wê de jî Hesen paşa lê miqate dibe û jiberku naxaze têkeve ber destên xulaman, ew gelek caran dikeve jêr çengê wê û dibe û tîne serşoyê û alîkarîyê lê dike. Guhên xwe li gotinên jinên Amêdî yê digre dema li kolan û serbanan dibêjin: Bo biyanîyan xulamin, bo dotmaman zilamin.
Ew xweş mizac û huner dost bûye lewma êvarên înîyan jinên çîrokbêj û dengbêj di dîwanxanê de kom dikirin. Xwarinên kevnar ên Sûlêmanîyê mîna Terxêne û koftên Sabonkeran û birincên bi giya û goşt tevlî mutfexa Amêdîyê kirin e.
Li ser gora wê ya ku bi rex gora Hesen paşa ve ye li goristan a Amêdî yê, min hinek ax, gûl û rihanên Sûlêmanîyê jê re biribûn û di gohê wê de çirpand bû: Be saqew bim nene giyan, bextewerim ke beşekî le xwênim.
Mehcemîn jî Nêrgizek bedew bû di devê goristanekê de. Pismamê wê yê ku ji wê gelek mezintir, ewê di derzek diwarê baxçeyê mala wan de dibîne; “Ewê porek reş û dirêj şe dikir, û di sîbera porê dirêj de du çavên hingivî dibiriqîn.” Bi vî rengî bapîrê min ew kêlî wesif dikir.
Di cih de diçe ji mamê xwe dixwaze. Dayika wê itiraz dike ji ber ku biraziyê wî jinek berdaye û du zarokên wî hene. Lê bavê wê, wê gotûbêjê bi hevokeke bêveger diqedîne: Nabe zarokên me di ber destê biyaniyan de mezin bibin û wiha bê ku kes êşa dilê wê bizanbe. Mehcemîna 16 salî di şev û rojekê de berpirsyariya mala mêrekî tund û dijwar ligel du zarokên biçûk digre ser xwe.
Berî vê bûyerê, xizmetkarek diçe fesadîya wê û kurê sofî dike. Dayika wê jî bi veşartî gazî kurê sofî dike û jê re dibêje: Me Mehcemîn da pismamê wê. Dest dirêjî kîjan keçkê bikî ezê perê mehir û qelenê wê bidim te û bê ku kes bizanbe.
Kurê sofî piştî çend hefteyan destê mirovek xwe digre û berê xwe didin Baxdadê bê ku girûra wî bihêle peran ji kesê bistîne.
Di zaroktiya me de ewê gelek caran çîroka keça paşa û kûrê sofî ji min re vedigêrand û her carekê digiha “lewma keça paşayî duayek li kurê sofî kir.” Dengê wê digoherî û carna kelûgirî dibû. Dûmahîya wê çîrokê jî her carekê bi rengek cûda diqedand. Dema mezin bûyim min ji Nefela Botî pirsî, ewê ne tenê liber destê wê kar dikir. Ew cîyê sirên wê jî bû. Ewê nevî û nevî çirkên wê jî dane pişta xwe û di temenê 102 salîyê de koç kir.
Min wek e her car serê xwe xiste hembêza Nefelê û jê pirsî; “Dadê, ew çi dua bo dapîra min li kurê Sofî kiribû?”
Ew ji matmayînê veciniqî û çend caran di ber xwe de got: Fihêtê, te çawa zanî? Lê tu nevîya wê ya dilxwaz bûyî, erê erê tu ji hemû nevîyên wê bêhtir rengê wê didî.” Dest di pora min de anî û bir û tiştek ne got. Ez cardî ketim navberê de û min pirsa xwe dubare got. Ewê devê xwe anî ber guhê min û ew dua ya delal bi piste pist ji min re got û tilîyên xwe yên tejî çirç danîn ser devê min o got: HiŞŞŞŞŞŞ…
Ez rabûm ser xwe û li beramber wê rûniştim û min pirsî: Ew dua pêk hatibû? Ewê tilîya xwe ya îşaretê li beramber çavên min qît û dirêj kir. Ji keyifan min ew têr hembêz kir.
“Giyanê herduyan şad be, xwedê bike hevdu li cîyek baştir bibînin.” wiha ewê pirejina mihreban axaftina me ya veşartî qedand bû.
Mehcemînê kur nebûn lewma biraziyê xwe Hekar weke kurê xwe mezin dike. Gelek bi wî ve tê girêdan. Hekar mezin dibe, tevlî partîya komunistan dibe û dibe pêşmerge. Di çemberekê de wî bi saxî digrin. Yêk ji sîxûran şîretan li leşkerên Iraqê dike ku wî nedin ber gûleyan jiberku nûciwan e û gel jê hezdike û gora wî wê bibe weke abîdeyek qehremanîyê û mezerak jiber vê yêkê ew wî bi Helîkopterê ji çiya yê Gare ve bi saxî davêjin û wiha Mehcemîn parçek din ji dilê xwe ji dest dide.
Dema ku kes li der dora wê namîne, navê Hekar li pisîkeke nû ji dayik bûyî dike û liber pencere ya malê li benda wî dimîne. Berî mirina xwe jî dema ew çîrok ji zarokên nevîyên xwe re vedigêrand, gelek caran navê kurê Sofî û Hekar tevlîhev dikirin.
Hemîn-Mişk jî dapîrê min bû, Belê (Mişk). Ji kevinde digotin, xwedê neke Amêdî paşnavekî li kesê bikin, jiber ku ew paşnav navê rastîn dixe bin siya xwe û tiştek neşê wî bigohrîne, mirin jî tê de.
Bapîrê me xweşmêrekê delal bû, govendgirek, stranbêjek û lawek lihev hatî bû. Ewî kevne helbestên kurdan di şevbihûrka de bi deng dikirin.
Êvarekê piştî ku ew ji karwaneke bazirganiyê ji bajarê Musil vedigere, Kekê wî jê re dibêje ku ewî keça mela yî jê re xwest. Ew ji qehran nesax dibe lê birayê wî yê mezin jê re dibêje; ” Tu mezin bûyî û pêwiste bitebitî. Tû kesek inad û poz bilindî û kesê na acibînî. Ez gelek li bendê mam bêyî û bibêjî evê bo min bixazin lê te nekir.” Dema ku ew israr dike di neqebûlkirinê de, jê re tê gotin; “Peyiva ku nehatî gotin xulama te ye û gava tê gotin tu xulamê wê yî. Me peyiva xwe ligel cemaatê gotîye û veger tê de tune ye.”
Hemîn hûr û xwedî sîmayek ne xwazyar bû li gor pîvanên bedewîyê yên Kurdan. Hûr e kezîyek biçûk bi qasî dûvê mişkekî li bin destmaleka spî vedişart. Lê ew mîna teşîyek ê di mal ê de dizivrî. Ji bo wê qapên paqij, serçev û nivînên rêkxistî, mal û baxçek temîz û xwarinek bi selîqe hatî lînan, evîn bi xwe bo.
Ewê ti caran ne cilên kurdî yên nû li xwe dikirin ne jî zêrek bi xwe ve dikir. Deh hincet derdixistin da ku ew li kêleka mêrê xwe ne raweste. Ne di malê de xwedît (xwedîk) didaliqandin ne jî rûyê xwe ji jêr destmalan derdixist. Rûbirûbûna wê ya berdewam bi tinazan, peyivên birîndarker hêşt bû ku ew hest bi ne qîmet danek kironîk beramber bi xwe bike. Ew nedigrî lê nikar bû dilxweşîyê jî li derdor xwe biafrîne. Xwe ewle his dikir dema ku ducan dibû. Xwe parastî û xwedî nirx didît dema ku li zarokan, kurek din zêde dikir. Ne dizanî ku gelek rengên bedewîyê hene û bedewîya herî mayînde girêdayî hiş û giyanî ye.
Ti caran ewan bi hev nekirin lê herdem jî li dor sîbera mêrê xwe baz dida. Dema neçar bûyîn berê xwe bidin çiya piştî ku her sê kurên wan tevlî pêşmergan bûn, Hemîn bi bêdengî li pişt mêrê xwe meşiya bû û dabû rêyên dûr û xeternak. Ji jinekê bêhtir xwe wek xizmetkarekê didît. Her carekê jî mala wan ji hêla hukumetên li pey hev ve dihate wêrankirin û şewitandin, ewê ligel wî ew mal dîsa ava dikir. Lê tiştek her dem di navbera wan de kêm dima, aloz û bê aheng dima…
Min dema xwest ku xwe binasim, pirs û bersivan ez ber biwan ve jî dikêşam. Min zanî ku ez gelek qatên zemanan im di vê kêlîyê de. Ez zeryayek bê dawî me di dilopekî de. Zincîrek dirêjim ji dapîr û bapîrên xwe di şanek zindî de.
Em ji wan tenê rengê pêst û çavan, formê kelex û kiloxan nagirin. Lê me mîrasek ji tirs, kîn, birs, birîn û ji êşkişanên wan jî standîye. Me ji zanîn û nezanîn, ji behre û ne lihevhatinên wan jî feyiz girtîye.
Ew hemû di me de ne û em di hêkeke piçûk de, di malzarokê kevne dapîrek xwe de veşartîne.
Dema zivirîm û min li jiyana xwe nêrî min rûyên wan yêk bi yêk dîtîbûn. Di min de dem bi dem kul û gulên wan erdek qelişandbûn û ger birînên wan derman nekim dê berdewam erdekê ewle di min de biqelişînin.
Nîşe û çavkanî:
*Serzêr û xok yan parçek zêr bû ye yan jî miqdarek ji peran bû ji alîyê cîhû û fileyan ve dihat dayin berdêla beşdarnebûna wan di şerên mîrgehê de.
*Asinat Barzanî אסנת ברזאנ (1590–1670) yêkem Hexama jin bû di dîroka cîhûyan de ku li Amêdîyê Haxam bûye û li wir jî dimre. Ew teolog, astrolog û dîrokzan û helbestvan bû. Helbesteke wê bi navê ”Ji Sihyon ê Xerîbûn” (Longing for zion) heye.
*Navê zêrên jinên kûrdên cîhû ne ku hêşta jî li Botan, Behdînan, Cûlemêrg û Wanê jin li xwe dikin ligel cilên kurdî.
*Dibe ku koka peyiva Alkemy, Alchemy, Kîmya, Xêmya ( xwê-mya ) ji gotina kurdî Xwê hatibe. Ji berku Xwê made ya despêkê ye ku di vê pêvajoya Xwêmyayî û di heman demê de felsefî tê bikaranîn.
*Rituel û vegêrandinên ku di vî babetî de hatine behiskirin, ji jêderên mîna ( Jewish and Their Tribal Chieftains in Kurdistan ) ya Murdakhay Zaken ligel pirtûka ( Cîhûyên Kurdistanê ) a Erich Brauer û Raphael Patai hatine piştrastkirin.