Em berê xwe bidin ku derê heger li wê derê hezkirin tune be li wir tiştek şîn nayê. Hemû pedagog, nivîskar, helbestvan û zanyar li ser girîngiya hezkirinê kêm an jî zêde pir tişt gotine.
Ji bo kulîlkan tav çawa girîng be ji bo însanan jî hezkirin wisa girîng e. Hezkirin me li ser piyan dihêle. Hezkirin qewetê dide meriv û bi saya hezkirinê û ji bo hezkirinê em dijîn. Hezkirin ji bo hemû însanan çavkaniya jiyanê ye. Her tişt ji wê çavkaniyê dest pê dike û mezin dibe.
Dema pitik çavên xwe ji bo dinê vedikin dest bi girî dikin. Ev cîhana nû ji bo wan xerîb e. Lê dema pitikê/î didin dêstê dê bi dengê dêya xwe têne ser hemdê xwe. Dengê dêya xwe nas dikin û dizanin di ewlehiyê de ne. Dayîk bi hezkirin û bi dilgermî nêzî pitika xwe dibe û dîsa bi hezkirin û bi dilgermî gazî wê/î dike.
Pitik ji biçûkatiyê heta dema zarokatiyê tim pêdivî û îhtiyacên xwe bi girî tîne ziman. Di her gavê de bi dengê dê û bavên xwe kêfxweş dibin û dizanin ew deng bi hezkirin nêzî wan dibe û dê zerarê nede wan. Pitik dizanin ew deng dê pêdiviyên wan bînin cî.
Pitik heta dema zarokatiyê û zarok jî heta dema balixbûnê bi hezkirinek bê dawî û bê sînor têne hezkirin. Ev yek ji aliyekî ve baş e. Lê dema zarok mezin dibin dê û bav hêdî hêdî xwe ji zarokên xwe didin alî û hezkirina wan kêm dibe û carna jî bi temamî qut dibe. Di rewşek wisa de zarokên balixbûyî an jî yên biçûktir dikevin nava valahiyekê. Cara ewil zarok leqayî valahiyekê tên û nizanin dê vê valahiyê çawa dagirin an jî vê pirsgirêkê çawa çareser bikin. Di rewşên wiha de zarok li pey hezkirinên menfî, maddî û manevî dikevin. Pirî caran zarok dikevin rêyên xirab û bi tiştên xirab ve an jî bi kesên xirab re hêstên xwe têr dikin. Heger zarok bi teknolojiyê re pir mijûl bin û serê xwe ji teknolojiyê dernexin, zarok heger dest bi cixareyê an jî narkotîkê bikin; ew zarok ji hezkirinê dûr mane û pêdiviya wan zarokan bi hezkirinê heye. Dermanê vê rewşê tenê hezkirin e. Bi hezkirinê hûn dikarin zarokên xwe ji tiştên xirab bidin alî û wan biparêz in.
Zarokên bê hezkirin mezin dibin di jiyana de pir nikarin bi ser bikevin. Ger bi ser bikevin jî nikarin karê xwe bi hezkirin bikin û nikarin hezkirina xwe bidin derdora xwe jî. Dê û bavên wisa di dahatûyê de nikarin ji zarokên xwe jî baş hez bikin.
Meriv çi biçînê dema wext hat ew tê destê meriv. Dê û bavê di biçûkatiyê de ger zarokên xwe bi hezkirin mezin neke, ew nikarin di extiyariya xwe de ji wan zarokan hêvîdar bin. Îhtîmala mezin jî dema ew dê û bav extiyar bûn dê ji aliyên zarokan ve ji wan re li mala extiyaran cî bê veqetandin. Ew zarok jî wê bi heman awayî ji dê û bavên xwe hez nekin.
Zarokên ji hezkirin dûr mayî an jî têra xwe nehatî hezkirin ji aliyê dêrûnî û ji aliyê zihnî ve nikarin xwe bi rehetî pêş bixin. Hezkirin hem ji bo kesên tê hezkirin û hem jî ji bo kesê hez dike dibe şîfa. Hezkirin hem ji aliyê dêrûnî û hem jî ji aliyê zihnî ve însanan baş dike.
Di pirtûka Mîrzayê Piçûk (Antoine de Saint-Exupéry) de Mîrza di nava hemû gulên cîhanê de ji gula xwe pir hez dike. Bi gula xwe re eleqedar dibe. Gul jî ji vê eleqedarî û hezkirinê pir kêfxweş dibe û geştir dibe. Dema ku Mîrza ji gulê vediqete gul hêdî hêdî diçilmise. Ev rewş çiqasî çîrok be lê rastiya wê jî heye. Zarokên bi hezkirin tên mezinkirin li gorî yên ji hezkirinê dûr daîma ji xwe bawer û serkeftîtir in.
Di gelek fîlman de meseleya hezkirinê hatiye veçirandin. Li ser vê meseleyê pir fîlmên serkeftî hatine kişandin. Çi hezkirina dê û bav be, çi hezkirina xwişk û bira be an jî çi hezkirina kesên xerîb. Hema bêje hemû cure û fonksiyonên hezkirinê bi awayekî ji aliyê derhêneran ve bi kamerayê hatine qeydkirin. Ev fîlmên hatine kişandin ji bo me hemû însana dibin rêber û rêyên nû nîşanî me didin. Peyama hemû fîlman jî yek e: Dermanê herî baş hezkirin e.
Cureyê fîlman çi be bila bibe di hemûyan de hezkirin derdikeve pêşberî me. Lehengên fîlm bi hezkirinê meseleyên xwe çareser dikin. Dîsa heman leheng bi hezkirinê kêfxweş dibin û bi hezkirin xurttir dibin. Hezkirin ji wan re hemû derîyên xweşî û başiyê vedike. Heger serkeftîbûn, xweşî, başî, kêfxweşî û serfirazî derîyek be mifteha van derîyan teva vedike, hezkirin e. Lewma di hemû fîlman de dîsa hezkirin derdikeve pêşberî me.
Fîlm: Life Is Beautiful
Di vî fîlmî de Roberto Benigni hem derhêneriya fîlm dike û hem jî wekî lehengê sereke derdikeve pêşberî kamerayê. Hem li paş kamerayê û hem jî li pêş kamerayê karê xwe bi profesyonelî kiriye. Bi vî fîlmî Roberto Benigni navê xwe li dîroka sînemayê bi xetên zêrîn neqişandiye.
Guido bi Dorayê re dizewice û ji zewaca wan kurikekî wan çê dibe. Di wê kêliyê de Şerê Cîhanê yê IIyan dest pê dike. Ji ber Guido cihû ye digel kurê wî wan dişînin kempê. Li cihê kempê her çiqasî jiyan zor û zehmetî derbas bibe jî Guido vî mekanî ji kurê xwe re dike ciyê lîstikê. Li gel hemû nexweşî û zehmetiyan ji bo kurê xwe dixebite. Cihê kempê jê re dike cihê lîstikê û kêfxweşiyê. Bi hezkirin û bi lîstikan kurê xwe ji wî halê nexweş rizgar dike. Hezkirin dibe sedema rizgariyê. Bi saya hezkirinê kurê wî zehmetiyan nabîne.
Fîlmên tewsiye:
Nav | -Derhêner
-Çêker |
Senarîst | -Lîstikvan
-Dengvan |
Sal | -Wext
-Beş |
Temen | |
Moonrise Kingdom | Wes Anderson | Wes Anderson… | Jared Gilman, Kara Hayward… | 2012 | 1 s.
34 d. |
||
The Tree of Life | Terrence Malick | Terrence Malick | Brad Pitt, Sean Penn… | 2011 | 2 s.
19 d. |
||
We Bought a Zoo | Cameron Crowe | Benjamin Mee | Matt Damon, Scarlett Johansson… | 2011 | 2 s.
4 d. |
||
How to Train Your Dragon | Dean DeBlois… | Will Davies… | Jay Baruchel, Gerard Butler… | 2010 | 1 s.
38 d. |
||
Finding Nemo | Andrew Stanton… | Andrew Stanton | Albert Brooks, Ellen DeGeneres… | 2003 | 1 s.
40 d. |
||
Monsters, Inc. | Pete Docter… | Pete Docter… | Billy Crystal, John Goodman… | 2001 | 1 s.
32 d. |
||
Klaus | Sergio Pablos | Sergio Pablos… | Jason Schwartzman, J.K. Simmons… | 2019 | 1 s.
36 d. |