Li gelek welatên cîhanê, zankoyên gelek miletan hene. Çima yên Kurdan tune ne?
Ne dewlet bi tenê, şirket, karsaz, weqf, enstîtu heta cimaet jî unîversîteyan dadimezrînin.
Di 30 salê dawî de li Herêma Kurdistana Federe ku ji Iraqê hinekî azad e, di 10 salên dawî de jî li Rojavayê Kurdistanê ku ji Sûrîyeyê hinekî azad e, zanko hene. Ev zanko çiqas perwerdehîya zanistî dikin, çiqas serkeftî ne, mijareke din e.
Lêbelê, li Kurdên bi milyonan li derveyê Kurdistanê dijîn rastîyek xwe ferz dike: Zankoya Kurdî ya Ewrûpayê.
Çima Ewrûpa?
Di serdema modern de navenda azadî û zanînê Ewrûpa ye. Huqûq û ewlehî heye. Hemî cîyawazî bi aheng pêkve dijîn. Gelek derfetan pêşkêş dike. Ne dûrî Kurdistanê ye.
Hûn nikarin zankoyeke welê li Kurdistanê ava bikin. Berya her tiştî wê ne azad be. Ne di ewlehîyê de be. Ji wesayetên sîyasî xilas nebe.
Serdema modern, di heman demê de serdema perwerdehîyê ye. Tevger û fikreke di asoyê wê de perwerdehî tune be, nikare bi serdemê re bigihê. Digel vê, xala herî zêde Kurd piştguh dikin, perwerdehî ye.
Di sedsala dawî de çend zanayên Kurd ku li cîhanê têne naskirin derketine?
Ji van çend kes derveyê bijartin û keda xwe ya kesanî, bi rêberîyê gihîşt wê astê?
Bi deh salan, tevgerên Kurd yên bi hezaran, bi deh hezaran Kurd kirin leşker û hêza xwe xurt kirin, berê çend Kurdên jîr dan zanist û perwerdehîyê?
Çendên wan li cîhana pêşketî dan xwendin? Ji çendan re alîkarîya ekonomîk kirin, bûn piştevanê perwerdehîyê?
Çend fizîknas, matematîknas, bîyolog, kîmyager, endazyarê AI û robotîkê, endazyarê nanoteknolojîyê, derûnnas, arkeolog, pisporê astronomî û zanistên fezayê, endazyarê genetîkê û felsefevan hene?
Em ji van borîn, antropolog, sosyolog, dîroknas, zanyarên sîyasetê, zimannas jî di asta tunebûnê de ne. Yên di van qadan de xebatê dikin, hema bêje tev amator in. Pirên wan bi alîgirîya polîtîk xebatên xwe dimeşînin.
Hema qismekî ji milyar dolar sermîyan û bi deh hezaran mirovên ku di çalakî û aktîvîteyên rojane de têne serifandin, ji bo perwerdehîyê bihata veqetandin, belkî pêşî li paşvemayîna zanîn û zanistî ya Kurdan bihata girtin.
Di pêncî salê dawî de her sal 10 ciwan bi taybet bihata xwendin, ji van 1 bi ser biketa, niha li cîhanê 50 Kurdên bijarte hebûn. Gelo 5 kes hene?
Cizayê serê bê hiş, pî dikişînin. Gelo digel ked û sermîyanê xwe yê ezamet, sedemê ku Kurd tu encamê bi dest naxin ne ev kêmasî be?
Di ronakbûn û azadîya neteweyan de dîyaspora tim xwedî roleke navendî ye. Pêşeng e. Tevgerên azadîyê bi rêbertîya azad ya vê koçberîyê welatê xwe rizgar dikin.
Bi taybet ji bo Kurdan, bi giştî ji bo xebatên Kurdolojîyê, Zankoya Kurdî ya Ewrûpayê (Zanîngeha Kurdî ya li Ewrûpayê, European Kurdish University) şert e.
Zankoyeke Kurdî ku li Ewrûpayê bê damezrandin, di qada zimannasîya Kurdî, çanda Kurdî, dîroka Kurdî, erdnîgarîya Kurdî, arkeolojîya Kurdistanê, şaristanîyên Kurdistanê, sosyolojî, antropolojî, felsefe û zanistên pozîtîf de dikare bibe navenda xebatên bêhempa.
Divê Zankoya Kurdî ya Ewrûpayê ne partî û rêxistinên Kurdan, zanyarên Kurd yên azad, karsaz û entelektuelên Kurd damezrînin.
Divê zanko ji hemî wesayetên îdeolojîk û polîtîk dûr be.
Divê hiş û hişmendîya Kurdî bide tecelîkirin.
Divê bi derfet û îmkanên xwe, bîr û hafizayeke dewlemend û ewle pêşkêşî Kurdan û cîhanê bike.
Zankoyeke welê namzetê roja Kurdî ye di hemî zanistan de. Wê ji çar alîyên cîhanê lêkolîner û zanyarên Kurd bikişîne xwe, bibe yek ji navêndên perwerdehîya îdeal.
Ev zanko di serî de ji bo ciwanên Kurd yên li Ewrûpayê, wê bibe navnîşana ciwan û lêkolîneran ji çar alîyên cîhanê, di zanistên cuda de xebatên bijarte bike, ji bo Kurdan bibe kursiyê ronakbûnê.
Yên vê markayê dîyarîyî nifşên bê bikin, wê li dîroka Kurdistanê bi herfên zêrîn bên nivîsîn, tim bi qencî bên bîranîn.