Romana Memê Din a rêzdar Îlhamî Sîdar ji 17 beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de çîroka sê birayan –Elî Beg, Elmas Beg, Emer Beg- tê vegotin. Di beşa duyemîn de Xwedê lawek daye Elî Beg û navê wî jî Memê Alan e. Em, vebêjerî di vê beşê de dinasin. Di beşa sêyemîn de sê keçên padîşahê periyan (Tavbanû, Heyvbanû, Stêrbanû) daxilî çîroka Memê Alan û Zîna Zêdan dibin. Di beşa çaremin de navê Kaniya Qestelê derdikeve pêşberî me. Bi Kaniya Qestelê re jî Zîna Zêdan. Di beşa pêncemîn de Mem dikeve dû xewna xwe ya şevan. Di beşên din de Mem tê Cizîra Botan. Bûyerên ecêb diqewimin. Tabî bingeh eynî ye: Mesnewiya Ehmedê Xanî. Encam eynî ye: Memê dikujin, Zîn jî xwe dikuje. Lê vegotin yekser romanî ye. Em çawa dizanin berhema li ber destê me forma romanê girtiye? Hevalê Memê, Beglî tê Cizîra Botan û tola Memê ji Mîr Êzdîn û Bekoyê Ewan hiltîne.
Nivîskarê ku hakimê zimanê xwe be dikare bi her şiklî binivîse, vebêje. Îlhamî Sîdar hakimê zimanê xwe ye. Kurdiyeke rengîn û zengîn, sivik û heri kbar, nerm û germ bikar aniye. Em destaneke kevnar bi forma romaneke nûjen de dixwînin? Belê, ew jî serkeftina Îlhamî Sîdar e, delîlê xwedanuslûbbûna wî ye. Şêwekar dikare pir vebêjaran bikar bîne. Di vê romanê de jî pirvebêjerî bala me dikêşîne. Ev yek jî şêwekariya Îlhamî Sîdar rave dike.
Romannûs Îlhamî Sîdar, vebêjerên (vegotîner) xwe baş hilbijartine. Di seriyekî tevna romanê de Mem heye, di yê din de jî Zîn heye; gilokê vegotinê di navbera herduyan de diçe û tê. Lehengên din (Beglî, Mam Kemal, Elî Beg, Emer Beg, Elmas Beg, Tajdîn, Çeko, Hesen, Rihan, Badîn, Mîr Êzdîn û Bekoyê Ewan hwd) li gor hincetên Mem û Zînê derdikevin pêşberî me. Herkes rola xwe baş dileyîze.
Di romana Memê Din a Îlhamî Sîdar de du vebêjerên sereke hene. Yek di destpêka romanê de (beşa Dîbace) û di dawiya romanê de (beşên Zeyl, beşek jî derveyî navendê, di şûna “encam”ê de) vedibêje; ya din jî xwînerê romanê ji me xwendevanan re romanê rave dike. Îlhamî Sîdar teknîka pirvebêjeriyê bikar aniye, merama xwe rave kiriye. Bi bikaranîna herdû vebêjeran ve xwendevanên li derve mayî, daxilî romanê kiriye. Îlhamî Sîdar bi vê teknîka pirvebêjerîyê dixwaze çi bike, çi vebêje? Ewil mesnewiya nemir Ehmedê Xanî bi forma romanê honandiye û ji bo hemû pirs û pirsgirêkan, hemû rexne û lêpirsînan bersiveke berfireh û edebî daye. Bi rastî karekterên nivîskarê Xerzî û xwînerên meraqdar li hev cuda ne. Ew jî serkeftina Îlhamî Sîdar e. Paşê romannûs him xwestiye forma Memê Alan a gelerî ya Mem û Zîna Xanî biparêze ku bi rastî jî parasti ye- him jî ruhê destanê bi terza romanê ji nû ve biafirîne, bivejîne ku bi rastî ew jî kiriye. Sêyemîn, di destpêk û dawiya romanê de bi destên xwendekarên meraqdar mudaxaleyê metnê kiriye. Serkeftî ye? Erê. Romannûs vegotina herdû vebêjeran (nivîskarê Xerzî û xwendevanê mereqdar) bi hostatî hevdû ve kelijandiye.
Memê Din
Îlhamî Sîdar
Weşanên Avesta
Rûpel 272
Stenbol, 2021