Spîtama ji çil beşî pêk tê. Ji destpêkê heta dawiya romanê de agirê Spîtama, ewil wek çirûsk, paşê jî wek alavên gur vêdikeve. Xwîner agirê Spîtama meraq dike. Gelo ew agir dê heta kîngê vêkeve? Para kê jê heye? Yên bê par kî ne? Vebêjer Ahûra Mazda vedibêje, xwîner jî agirê Spîtamayî yê vêxistî dişopînin.
Serlehengê romanê Spîtama ye. Dema romanê berî mîladê derdora salên 600’î ye. Cî û warên romanê Împaratoriya Medî ye.
Felsefe û doza Zerdeşt tê rave kirin. Dûalîzm: Ahûra Mazda ronahî û başî ye, Angra Maînya (Ehrîmen) tarîtî û xerabî ye. Bi zimanê Spîtama, Aşa ronahî û başî û rêgez û harmonî ye. Dirûj derew û xerabî û xwarî û bêrêgezî û kaos e.
Mesaja romanê vekiriye: “Binêr Spîtama, mifteya çûna bihuştê û xêr û qenciya kesayet û civakê ev e: Ramanên baş, gotinên baş û kirinên baş. (Rûpel; 28).
Felsefeya Spîtama: “Mirovê ku hez neke nikare bawer bike, mirovê ku bawer neke nikare hez bike, hezkirin û bawerî bi hev re ne, yek ne berî yekê ye.” (Rûpel; 34).
Spîtama bi felsefeya xwe li hember civaka genî têdikoşe. Roman tekoşina Spîtamayî vedibêje. Spîtama kî bû? Ji bo çi heşt salan li çiyayê Sabalanê ma, şûnde vegeriya civakê? Bersiva civakê çi bû? Spîtamayî gotibû kê pozika sola te xwar e? Yên spî û ronahî kî bûn, yên reş û tarî kî bûn? Em bersiva van pirsan di romanê de bi berfirehî dibînin, dixwînin.
Gava ku mirov romanê dixwîne, du rê tekûz û vekirî li ber mirov vedibin: Rêya ronahiyê û rêya tenêtiyê, rêya tarîtî û rêya qerebalixê. Romannûs ji xwîneran re dibêje: Rêya xwe hilbijêre! Mirovên biaqil rêya yekemîn, yên bêaqil jî rêya duyemîn hildibijêrin.
Gatayên Spîtama rîtîm dane romanê. Roman bi Gatayan radibe û dadikeve, radiweste û dimeşe. Rênas Jiyan bi Gatayên Spîtama harmoniyek daye romanê. Tu herî ku derê deng û awazê Spîtama, deng û wateya Gatayan dê bi te re bin, di guhê giyanê te de olan bidin.
Romannûs dixwaze ku Spîtama ji bo felsefeya xwe çi bedel daye, em xwîner bibînin. Felsefeya Spîtama eşkere ye: Ramanên baş, gotinên baş û kirinên baş. Jixwe Spîtama, romaneke bîyografîke. Em him jiyana Spîtama dibînin him jî felsefeya wî hîn dibin. Birêz Rênas Jiyan bi hemû hebûna xwe ve ketiye nav agirê Ahûra Mazda û bûye rênasekî zerdeştiyê. Wî bi Spîtama re ev yek dîtiye. Wî dîtinên xwe ji me re jî rave kirine. Em her tiştê Ahûra Mazda dibînin û dizanin? Belê, jixwe mesele jî ev e.
Rênas Jiyan helbestkarekî mezin e, helbestkarê helbesta Janyayê û bi eynî hizran Spîtama jî nivîsandiye. Di helbesta Janyayê de jî, di romana Spîtamayê de jî merama Rênas Jiyan eynî ye: Tim û tim rastî û ronahiyê dê bi ser bikeve û derew û tarîtî dê binkeve.
Him fikrên Spîtama baş hatine rave kirin him jî helwesta ronahî û taritiyê bi zelalî hatiye şîrove kirin. Bi wan ravekirin û şîrovekirinan roman bi teswîrên di cî de hatiye xemilandin, sêwirandin.
Pirtûkên mirov pêşda dixin, dikemilînin, ronahiyê di hundirê mirovî de belav dikin baş in. Spîtama jî yek ji wan romanan e.
Romana Spîtama bixwe bûye rê û rêbaz. Di rêya Spîtamayî de her tişt û her kes sirûşt ango tebiî ye. Ziman û vegotin, fikir û raman, rabûn û rûniştin, jiyan û mirin hwd hemû Zerdeştî ne, Medî ne, Kurdî ne.
Spîtama
Rênas Jiyan
Weşanên Belkî
244 rûpel
Amed, 2018