Peyva pastoral peyveke latîniye, koka wè “pastor” e. Wateya ferhengî ya bêjeya “pastor”şivan e. Ev peyv ji sedsala 12. vir ve di wateya xweza û gund de tê bikaranîn. Helbestvanên klasîk Theokrîtos ji edebiyata Yewnanî, Publius Vergilius Maro jî, edebiyata Romayê mînakên herî mezin ên helbesta pastoral nivîsandine. Eclogue ya Vergilius, bi kûrahî bandor li helbestvanên Ronesansê yên wekî Dante, Petrarca û Boccaccio li Îtalyayê, Pierre de Ronsard li Fransayê û Garcilaso de la Vega li Spanyayê kir. Her wiha helbestvanên îngilîz ên wekî Edmund Spenser, Robert Herrick, John Milton, Percy Bysshe Shelley û Matthew Arnold dikarin ji nivîskarên ku di vê cureyê de berhemên serkeftî derxistine bêne hesibandin. Di helbesta îngilîzî de yekem helbestên pastoral di destpêka sedsala 16-an de derketin. Lê di sala 1579an de bû ku, edebiyata pastoral bi pirtûka Edmund Spenser “The Shepheardes Calender”, ku tê de ne tenê helbestvanên klasîk, lê her weha helbestvanên Ronesansê yên fransî û îtalî jî mînak hildabû ve bû mode. Shakespeare, bi vê modeyê di lîstika “As You Like If’ de tinazan dike, ku bi xwe jî lîstikek pastoral e. Romanên pêşîn ên îngilîzî yên bi eslê xwe emerîkî Robert Greene û Thomas Lodge yê îngîlîzî jî pastoral bûn.
Di gelek pirtûkên cîhanê de têgeha ax, xweza û welat hevpar e. Ax ji dîrokê heta roja me wekî dayikê tê pênasekirin. Dayik ku hebûn, wate, bawerî, dilşadî û hembêza herî germ e. Ax jî , dişibe şîrê dayikê, wisa pîroz û girîng. Çawa ku meriv di zarokatiya xwe de, ji tiştekî ditirse xwe dispêre hembêza dayika xwe, ax jî wisa ne. Meriv li ser axa xwe, di baweriyê de xwe hîs dike. Ev di derûniyê de hesta xwemalîbûnê ye. Çavkaniya kesayetiya meriv ax û kevneşopiyên meriv e. Bingeha wateya jiyanê, dilşadî, xeyal, li ser axê ava dibin. Ev rih û hestên zindî derbasî nifşên nû dibin û wiha jî berdewam dike. Ax siruşt e, av e, hewa ye, tav e, hêyv e, însan e, ajal e, ciya ye, çem e, gol e, robar e, deşt û zevî ye, daristan e, kulîlk e, kalîna berxane, firîna kewan e… Li ku dera dinê û kîjan serdemê dibe bila bibe, hestên merivan dişibin hev.
Bi taybet li hemberî siruştê. Li ber çemekê zelal bêguman gelek kes xwe baş hîsdike. Her wiha bêhna kûlîlk û karziyan di wêjeyê de ji bo evînê her tim bûye metaforeke zexim.