Pêwiste ku mirov di govenda mêran de dîlanê bigerine, li gor bejin û bala wan, bejin û bala xwe bihejîne.. Pîş û sazên wan ji gelê xwe re derîne.. Erê, êş û azarên wan şanî gelê xwe bide, berxwedan û pêdariya wan, mêranî, dilsozî û wefadariya wan ji xwendevanên zimanê xwe re raxîne..
Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc; (Deşta Cûmê, Şikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya Şêrewayê), da ku pêzanînan li dor kurdên resen Êzidîyan, kom bikim. Di vê geşt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re axifîm û min pirsa gelek kesan û tiştan ji wan kir. Di nav re jî, min pirsa hin navdarên kurdan mina Dr. Nûrî Dersmî kir.. Ewên ku xebat û bizav di ber kêşeya gelê me de kirine, malê xwe û canê xwe di rêka welatê birîndar de winda kirine..
Wiha ez li Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî sekinîm û serboriya wî gelekî bala min kişand.
Dr. Nûrî Dersimî; Yê ku yekî bingehîn bû ji lehengên serhildana Dersimê a 1937an. Piştî têkçûna serhildanê di dawiya sala1937an de û bidarvekirina bihiştî Seid Riza serokê serhildanê û her deh hevalên wî, Dr. Nûrî Dersimî ji neçarî û bi halekî xerab xwe gihand Sûriyê, bajarê Helebê û her 35 salên xwe yên dawî li Helebê, di nav kurdên çiyayê Kurmênc de derbas kirin.
Belê tevî xwînherikandina wek cobaran di serhildana Dersim de, ew ji desthilanîn neket û xwe ji ber neyartiya Tirko neda alî.. Tirko yê ku heval, dost û xizmên wî kuştin, sirgûn kirin û di zîvariyan de belavkirin.. Dr. Nûrî Dersimî li Sûriyê jî wek lebatekî aktiv ket nav refên welatparêzên Kurdan de, li kêleka Bedirxaniyan û hevalên wan sekinî û bi wan re kar û xebat di ber kurdewariyê de kir.. Di sala 1952an de pirtûka xwe a navdar bi navê: (KURDISTAN TARIHINDE DERSIM), li Helebê çap kir, lê mixabin ku ji rex rijîme ve hat qedexekirin.. Belê, ta di mirinê de jî, Dr. Nûrî Dersimî nexwest neyar zanibe ku têkçûye.. Û razî nebû, ku serê wî li ser ti axê bê danîn ji bilî axa çiyayê Dersimê pê ve.. Û her dem û gav bi axîn û hesreta axa çiyayê Dersimê bû..
Ji min re gotin; Berî ku Dr. Nûrî Dersemî here ber dilovaniya Xwedê, wî di sala 1964 an de, ew mizgeftika biçûk ku wek xanîkî bû di goristana şêx Henan de, li Kefercenê, ser riya Efrînê, ji nû ve nûjen kir (restore kir), hem jî hewşek ji wê mizgeftê re ava kir û di hundirê hewşê de, gora xwe û a kebaniya xwe Ferîde xanim kola û amade kir û ev nivîs li ser kêla gora xwe nivîsand:
Dilbirînê Bi Nalîna Welat
Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo
Li ser vê riya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we rojekê
Dinya bibe gulbihar
û qewîtiyên xwe (wesyet), li dost û hevalên xwe yên nêzik wek: Dr. Mihemed Cafer, Şêx Mihemed Şêx Îsmail Zade û hin din kir, ku roja bemire qewîtiyên wî bi cî bînin; yek ji wan qewîtiyan, ku wî li çiyayê Kurdaxê, di goristana şêx Henan de veşêrin, da ku her sibeh bayê çiyayê Dersimê bi ser de bibare.. A din ku darbesta wî di ber qunsilxaneya tirkan re derbas kin.. û ya din ku, ew kîsê AXA çiyayê Dersimê, yê ku her dem di bin palgeha wî de bû, di gorê de jî, têxin bin serê wî de.. Belê, û ji min re gotin; dema ku Rehmetî Dr. Nûrî Dersimî di roja 22.8.1973an de koça dawî kir, me ew qewîtiyên wî, wek ku wî dixwest, bi cî anîn.. Lê mixabin gelek kes bi me re beşdar nebûn, newêrîbûn, ji emnyetê ditirsiyan..
Di vê gera xwe a çiyayê kurmênc de, min du rojan ser hev gora wî û kebaniya wî ziyaret kir û her car min çend kulîlkên Nêrgizan datanîn ser gora wan. Li ser gora wî wiha hatiye nivîsandin:
Dilbirînê Bi Nalîna Welat
Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo
Li ser vê riya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we rojekê
Dinya bibe gulbihar
Li Kurdistana tirkiyê meha azara 1892 an çêbûye
Li Helebê di roja 22ê meha abê 1973 an de miriye.
Li ser gora kebaniya wî Ferîde xanim, ya ku di rex gora wî de ye, bi tenê ev nivîs hatiye nivîsandin:
Dilgirtî
Ferîde Dersimî Elî(Xiz)Oglî
Sê zarok ji wan hene, du keç û kurek, keçek li Elmaniya ye, yek li Dûbey ye û kur li Bolgarisanê dimîne. Yezdanê gewre Dr. Nûrî Dersimî û tev têkoşerên Kurdan bi dilovaniya xwe şad bike.
Piştî ku ez ji Efrînê zîvirîm Qamişlo, bi çend mehan, anku di roja 22/08/2009an de, bi helkeftina derbasbûna 36 salan di ser koçkirina Dr. Nûrî Dêrsimî re, min ev helbest wek bersiv lê vegerandiye:
Lehengo Nûrî Dêrsim
Bijî Çiyayê Dêrsim
Jiyana te ya dijwar
Va em bi zêr dirêsim
Bi saya kesên wek te
Bihişt bibe mala te
Xweş silava bigihîn
Wan şehîdên rêya te
Seyd Riza û Şêx Seîd
Wan sofiyên wek Egîd
Xwîn rijandin bi merdî
Bo azadî bûn mirîd
Bo rêya te yî dijwar
Va em jî dikin hawar
Navê te diparêzin
Ji bihar ta bi bihar
Ji Qamişlo û Efrîn
Gul, kulîlka datînin
Ser gora te ezbenî
Dêrsimê bi bîr tînin
Qamişlo 22/08/2009