22 Sal Ji Koçkirinê û 81 Sal Ji Serdana Mîr Kamîran Bedirxan re
Wek ku diyar e, tev şîn û şadiyên me Kurdan di meha Adarê de ne. Koçkirina Seydayê Tîrêj jî, di 23ê Adara 2002an de ye. Anku ev 22 sal in ku (Seydayê Tîrêj: 1923-2002), ji nav me barkiriye. Bi vê helkeftinê, kêfxweş dibim ku xwendevanên kovara The Hall Kurdî, ya Londonî, serwextî jiyan û bandora Seydayê Tîrêj bikim.
Navê wî (Nayifê Heso) ye, bi nasnavê ”Tîrêj” di nav Kurdan de hatiye naskirin. Ew, di sala 1923an de çêbûye. Li gor wî heyamî, Seydayê Tîrêj dest bi xwendina olîtiyê kiriye û pê re helbest hunandine. Ji roja ku Seydayê Tîrêj, bîrewer bûye, di rewşa gelê xwe de ponijîye, xemên gelê Kurd xwariye û di encam de, têkiliyên wî bi rewşenbîr û welatparêzên Kurdan re çêbûye û di nav refên wan de ketiye xebat û bizavê. Di sala 1937an de bûye yek ji endamên partiya (Xoybûnê) li bajarê Amûdê.
Û wiha bi demê re, xwe bi van pêşengên peyva Kurdî ve gîhandiye: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M. Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî. Bi wan re ketiye meydana ziman, tore û rewşenbîrîya Kurdî; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî û hin caran berhemên wî di kovarên Bedirxaniyan de belav bûne, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên 1932-1946an de li Şamê û Beyrûtê çap û belav dibûn, wek (Hawar û Ronahî) li Şamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di bin pirsyariya Dr.Kamîran Bedirxan de.
Ji wê hingê ve, pênûsa wî nehatiye rawestandin. Her û her li dor kul û xem, kêf û şahiya gelê Kurd nivîsandiye; pesnê gelê Kurd, Newroz û sersala Kurdan, çiya û newalên Kurdistanê daye.
Wek ku hûn tev dizanin, di dawiya salên 1970î û destpêka salên 1980î de, piştî ku Kurdên me ji bakur û başûrê Kurdistanê sirgûn û mişextî Binxetê bûn, hingê geşbûnek rewşenbîrî û şiyarbûnek zimanhezî, xurtir ji berê, serê xwe di nav me de bilind kir. Ta wan salan, kêm kesan, navê Seydayê Tîrêj sehkiribû. Ew jî, ji ber qedexebûna zimanê kurdî û zilm û zora rêjîmê. Hingê piraniya me, navê Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî û Feqiyê Teyran û Cegerxwîn bihîstibû. Vê paşiyê, bi rêka dengê bihiştî Mihemed Şêxo û stranên wî yên ji gotinên Seydayê Tîrêj wek:
Firyad û sed ax û eman
Ez ketim ber êş û bela..
Û: Erê şûxê erê canê
Tu wer dam biçne seyranê..
Em bêtir serwextê navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana wî (Xelat) di sala 1984an de çap û belav bû, di pey re dîwana Zozan û Cûdî. Hem jî, em bi vê helbesta wî, ya ku Seîd Gabarî kiriye stran, bêtir bi helbestbûna wî hesiyan:
Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûre..
Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêka me dûr e..
Piştî ku helbestên Seydayê Tîrêj bi dengê Mihemed Şêxo, Seîd Gabarî û gelek dengbêjên din hatin gotin, evîndarên peyva kurdî a resen hez Tîrêj kirin û dane ser şopa wî. Û nav û helbestên Tîrêj di nav gel de berz û eşkere bû. Ew jî wek Cegerxwîn, Bêbuhar/ Yusivê Berazî, Rêncber/ Omerê Lalê, Ehmedê Şêx Salih…
Bi çapkirina dîwanên seydayê Tîrêj û hevalên wî re, yên ku min navê wan got, evîndarên ziman û hezkerên peyva kurdî peyda bûn û gelekan dane ser şopa Seydayê Tîrêj û Cegerxwîn. Ta ku vê paşiyê, nifşekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin.
Bi peydabûna vî nifşê nû re, evê ku serwextî wêje û çanda Erebî bûn û tûrikê wan ji rewşenbîriyê Erebî dagirtibû, wan bi rengê nûjen helbestên xwe hunandin û di encam de yên wek Tîrêj, Cegerxwîn, Yûsivê Berazî, Omerê Lalê û Ehmedê Şêx Salih man ji helbestvanên kilasîk. Tevî ku hê jî gelek ji xortên me, bi rengê kilasîk di bin bandora Cegerxwîn û Tîrêj û yên mayîn de helbestên xwe dihunin. Wek ku diyare, her û her wê cûdahî di navbera kilasîk û nûjen de hebe. Belê her wê Seydayê Tîrêj û hevalên xwe dimînin xwediyê bandoreke cîgirtî di nav xort û keçan de.
Not: Seydayê Tîrêj, li gundê me (Nicim), herêma Qamişlo, rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew û bavê min (Osmanê Evdo), ketine çillê hev de. Da ku bi çillê hev nekevin, dayikên wan derziyên xwe bi hev guhertine! Konê Reş.
Çûna Seydayê Tirej Beyrûtê û Helbesta Ku Ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Re Xwendiye
Belê wek ku min gotiye di roja 23.03.2024an de, 22 sal di ser koçkirina Seydayê Tîrêj re derbas dibe, bi vê helkeftinê bi min xweşe jî ku ez çûna wî ya Beyrûtê û helbesta ku ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re gotiye, ji we re raxînim ber çavan.
Di wî heyama dûr de, bajarê Amûdê navenda Kurdan bû. Qamişlo, Hesekê, Dêrikê, Serê Kaniyê wek bajar nebûn, Amûdê bajar bû. Tevgera welatparêzên Kurdan di Amûdê de bû. Şaxekî komeleya Xoybûnê bi serokatiya (Mihemed Elî Şiwêş: 1918-1985), lê hatibû damezirandin. Mihemed Elî Şiwêş yek ji welatparêz û maldarên Amûdê bû.
Di sala 1937an de Nadiya Ciwanên Kurd jî li Amûdê hatibû damezirandin, herwiha dibistaneke zimanê kurdî jî lê hatibû vekirin. Endamên wê komeleyê kovar û rojnameyên ku Mîr Celadet û Mîr Kamîran Bedirxan li Şam û Beyrûtê diweşandin (Hawar, Ronahî, Stêr û Roja Nû), ji xelkên Amûdê re dişandin. Ji endamên wê komeleya Kurdî li Amûdê: Cegerxwîn, Qedrî Can, Şêx Selîmê Huseynî, Evdê Têllo, Mela Eliyê Topiz, Mela Şamo, Biro Metinî, Azizê Darî, Brahîmê Hecî Îsayê Qiço, Ûsê Hirsan û gelekên din hebûn.
Di sala 1943an de dema ku kovara (Roja Nû û Stêr) nema ji Beyrûtê hatin şandin Amûdê, Mihemed Elî Şiwêş serokê komeleyê, wek biryara komeleyê ji Seydayê Tîrêj, Ûsê Hirsan û Ezîzê Darî xwest ku herin Beyrûtê da ku ji Mîr Kamîran Bedirxan hîn bibin, çima Roja Nû û Stêr nema têne Amûdê?
Di havîna 1943an de, Seydayê Tîrêj û herdu hevalên xwe (Ûsê Hirsan: 1918-2010) û (Ezîzê Darî: 1900-1954) yên ku di komeleyê de çalak bûn, ji Amûdê çûn Beyrûtê, serdana Mîr Dr. Kamîran Bedirxan. Hingî Seydayê Tîrêj ev pirsa helbestî ji Mîr Kamîran re, li Beyrûtê, di mala wî de xwend û doza herdû rojnameyan lê kir?
Di sala 1989an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî kovareke folklorî û çandî bi navê Gurzek Gul li Qamişlo diweşand, hingî me ev helbesta çûna Seydayê Tîrêj Beyrûtê, ji devê wî girt û di hejmara 7an, sala 1990î de belav kir, eve ew helbest:
Kamîranê dilovan! Tu bi nav û nîşanî
Li Kurdistan tu îro Keyxisrewê zemanî
Şewqa Roja me ya Nû, dida welat seranser
Ronahî dikir çol û deşt, heya zozanê banî
Ew Stêra me ya bilind, şeveq dida cîhanê
Çi kerwan û çi rêwî, wextê xwe pê dizanî
Belê mîrê min îro, çiqasî em dinêrin
Li ezmanê me kurdan, nema dikin xuyanî?
Gelo mij û moranê, sî girtiye ser wana?
Ji vî bextê me yê reş, nakin rohnî li banî
Diwêt eger nema be, em ê ji te re bişînin
Li ser baskên di teyran, ji xwîna erxewanî
Qelem eger nema bin, tiliyên keçan û bûkan
Bikin gurz û bişînin, qelem in wek tu zanî..
Kaxet eger nema bin, zend û bendên xatûna
Em ê bikin diyarî, ji bo te qehremanî
Qelen çiqas biha be, ji ber nadin xwe alî
Têde bidin milk û mal, digel emrê ciwanî
Stêr û Roja xwe îro, wek berê em dixwazin
Ji kulek û pencera, şewqê bidin her xanî
Ji hozanê mey bilind, Tîrêj omîdewar e
Ka bide bersiva wî, belê ne bi dilgiranî.