Rojnamevan û nivîskarê bêwestan, barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê sekinî, şêxê nivîskarên Kurd, apê me Mûsa Anter: Şêxo, Şeyhmus Almas di şeva 20-21/9/1992an de, li bajarê Diyarbekirê, taxa (Seyran Tepe) bi destê dijminê gelê Kurd hate kuştin.
Helbet rola pênûsa wî ne kêmî rola tivinga şoreşgerên serê çiya bû.. Wî bi pênûsa xwe şerê dijminê gelê Kurd dikir. Lê xuya ye ku ew mêraniya pir bi dijmin re nebû, ku xwe li ber tîrên pênûsa wî bigire, vêca bi bêbextî ew dane ber çend gulleyên sor da ku hew bibêje:Divê em Kurd li benda xelkê nemînin kes lawê bavê me tune, divê em xwe derxin rûyê dinyayê./1.
Di 22 Sibatê de 1992an de, dadgeha ewlekariya Tirkî li pey hev sê dadgeh (mehkeme) ji Mûsa Anter re rêzkirin û ew bi sê nîqan (gunehan) tewanbar kirin:
-Yek, jê re gotin: Çima di sala çûyî de (1991), dema hilbijartinan tu li çend bajarên Rojhilatê (Kurdistanê) geriyayî û tu li ser daxwazên gelê Kurd axiviyî?
-Ya dudiyan, jêre gotin: Çima te gotarek di rojnameya Yeni Ulke de nivîsandîye li ser êş, derd û nexweşiyên Rojhilatê Kurdistanê?
-Ya sisiyan, ew dan bersivdan li ser pirtûka ku wî nivîsî bû bi Tirkî, bi nave Bîranînên min, hingê wî ev pirtûk li Stanbolê çap û belav kiribû di sala 1990î de, li ser vê pirtûkê Apê Mûsa ev bersiv li dadgehvan vegerand û got:
Hakimo! Salê li Tirkiyê bi hezaran kitêb derdikevin, giş bi Tirkîne, û Kemalîst in, em deynakin, çi qewimîye min jî ji salan û caran ji bo Kurdan kitêbek bi Tirkî nivîsîye? Wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê, heger bi vê kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewşe. /2.
Xuya bû ku dijmin ji sala 1948an de li serê wî digeriya, dema ku wî yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Dicle Kaynaği ango Çavkaniya Dicle piştî rojnameya Agiri 1929-1930, li Stenbolê çap û belav kir. Ji wê hingê ve M. Anter li gor zanebûna xwe li ser doza Rojhilatê Kurdistanê disekinî û têkoşîneke ramyarî dikir.
Di sala 1950î de jî, kovareke civakî, konevanî serbixwe bi navê Şark Mecmuasi, ango Kovara Rojhilatê ji kîsê xwe li Stenbolê diweşand. Armanca wî ji vê kovarê ku welatê wî Kurdistan yê paşketî pêş de here û dewleta Tirkî lê guhdar bibe. Di sala 1958an de, careke din, wî û çend hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameyeke rojane bi navê Ilerî Yurt ango Welatê Pêşketî, li Diyarbekirê weşandin. Hingê armanca wan ji vê rojnameyê ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîteyê de belav bikin da ku serwextî rewşa Kurdistanê bibin, lê ji ber gotareke Apê Mûsa bi navê Kimil, Mûsa Anter û herdu hevalên wî hatin girtin. Hingê Apo Mûsa straneke Kurdî kiribû nav gotara xwe de, ew stiran ji devê keçek Siwêrekî girtibû, ev in çend malik ji wê stiranê:
Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno
Ceh seridîn lo apo, genim hûrbûn rebeno
Kimil hatê lo apo, bi refaye rebeno
Xwar genime lo apo, hişte kaye rebeno
Bi weşandina strana Kimilê re di Ilerî Yurd de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê demê li dijî Apo Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan sekinandin û ew û hevalên wî girtin. Lê di roja 11/12/1959an de serbest hatin berdan. Belê piştî berdana wan bi şeş rojan ango di roja 17/12/1959an de, careke din Apo Mûsa tevî 49 hevalên xwe bi sûcê Kurdayetiyê û kumonistiyê hatin girtin.
Di zindanê de man, ta sala 1963an, hingê ji nû biryara dadgehê bi darvekirina Mûsa Anter û Dr. Şivan (Saît Kirmizi toprak), Saît Alçi, Yaşar Kaya, Canip Yildirim, di gel 20 kesên din de hate dan.
Li ser girtin û berdanên Mûsa Anter, kurxalê min (Newafê Qaso, ji gundê Zorava) ev serpêhatiya Mûsa Anter û dadgehvan ji min re got: Apê Mûsa carekê ji me re got; Carekê hakim ji min pirsî tu çi karî dikî? Min lê vegerand û got; Ez ji hepsê derdikevim û diçim malê karê xwe û hatina hepsê dikim! Hakim matmayî ji min re got: Çawa? Min lê vegerand û got: Dema ez ji hepsê diçim malê, di derd û kulê gelê xwe de diponijim û ji neçarî ez li ser êş û birînên wî dinivîsim, dewlet jî wê bê min bigre û bixe hepsê, ma ez ne karê xwe û hatina hepsê dikim?
Mûsa Anter bêtirî 10 caran hatiye girtin. Her cara ku ketiye hepsê de, heps sipî dikir û digot: Mala me ye divê em lê miqate bin.. û bêtirî carekê navê wî bi darvekirinê hatiye xwendin. Di nav girtinên Kurdên Bakur de, Mûsa Anter hatiye girtin, wek sala 1964an, bi 51 kesên Kurd re, sala 1966an bi 244 kesên Kurd re, sala 1977an bi doza/nîqa ku wî û çend hevalên xwe “Komeleya Kulturiya Rojhilata Şoreşger” sazkirine. Û wiha ta girtina wî ya dawîn di sala 1990î de, hingê belavbû ku Mûsa Anter di bin lêdanê de hatiye kuştin.
Mûsa Anter di piraniya rojname û kovarên Kurdî de, dinivîsand û alîkariya xwediyê wan dikir. Ji rojnameya Bariş Dunyasi (Dinya Aşitiyê) bigire ta Dicle- Ferat-Deng û Dengê Serekên û di tevan de jî, bi Kurdî yan jî li ser gelê Kurd bi Tirkî dinivîsand. Di herdu salên dawî de jî, rojnameyek an kovarek nema ku tê de nenivîsand, nemaze di rojnameya bi nav û deng Welat de, hingê wî di quncika bi navê “Tîr” de, tîr berdidan dijmin û neyarên Kurdan û birengekî zanistî ramanên xwe ji xwendevanan re, şirove dikir û qet wî Kurd di ser Tirkan re, negirtin, lê bêtir rewşa Kurdan û zor û stema wan dida xuyakirin û ji Tirkan re digot: Ku hûn me ne êşînin, mafê me bidin me, emê hez ji we bikin û ku hûn wekheviyê bixwazin, emê biratiya we bixwazin û wilo ji wan re digot: Hevalên Tirk, pirsek we heye hûn dibêjin “Dil miqabilê dil e” willeh hûn ji Xwedê yeqîn bikin heta ku karê we ev kar be, em hez ji we nakin û hûn jî zanin ku di ilmê sosyalê de, qayideye ku tiştê mirov jê bi tirse, mirov hez jê nake, belkî hûn di dilê xwe de, dibên qey hûnê Kurdan bitirsînin wê bi vî awayî bibin kolê we!! Lê ez nizanim bê îro Îdara Tirkiyê dawa çi li me Kurdan dike? Ma lawo li ser bextê we be hûn hez ji me dikin, ku em jî hez ji we bikin? Ne min ji we re got: Heywan jî dijminê xwe bi bêhnê û bi dîtinê fem dikin, ma hûn her roj bên bavê me bişewitînin, zarokên me bikujin, namûsa me li ber lingan bidin, xaniyê ku bihişkeberê, bi ser me de bi hedimînin ma dê çawa em ê ji we hez bikin? Ma em Kurd wek heywanan jî nayên ku em hez ji kumê we yê şîn bikin?/3.
Mûsa Anter wek şêxê nivîskarên Kurdên Bakur dihat û tê naskirin. Tevî ku temenê wî gihabû dor 80 salî, di sala dawî de di van rojname û kovaran de dinivîsand: Welat-Tewlo-Deng-Yeni Ulke-Özgür Gündem-Rojname-Medya Güneşi /4.
Mûsa Anter di sala 1918an de li gundê Zivingê ku dikeve navbera wilayeta Mêrdînê û navçeya Nuseybînê de, nêzîkî tixûbê Sûriyê çêbûye. Ew bi koka xwe ji malbata Miho Taze ye, ji şaxê Anter e, niha mirovên vê malbatê li binya xetê pirin, jina wî keça Abdurehman Rohimî ye ji Hekarê (Camêr ji kesên pêşîn bû, ku kurte çîroka Kurdî di gel helbestan di kovara Jîn de nivîsandine). Lê diya jina wî neviya Mîr Bedirxanê mezin bû, sê zarok ji Apê Mûsa hene: Dicle, Anter û Reşê/Reşa ye. Jiyana xwe li Ewropa derbas dikin.
Ji bilî giranmêriya Mûsa Anter di kovar, rojname, pirtûk û welatparêziyê de, camêr giranmêriya xwe li dijî polîtîka Kemalîstan daye xuyakirin, gava tev berhemên xwe binavê Mûsa Anter weşandine, tevî ku navê Mûsa Anter qedexe bû, lê wî qet pîş bi wî paşnavê ku Kemalîstan lê kirbû: Şeyhmus Almas nekir.
Mûsa Anter xwendina xwe li Stenbolê di avokatiyê de kuta kirıbû, lê qet wî pîş pê nekir. Bi tenê kar û xebatên ku pê rehet dibû, nivîsandin bû. Di salên dawî de, dewleta Tirkan ji girtin û berdanên wî betilîn! Vêca wan ew kir bin rûniştina zorê de, li gundê wî Stililê. Ev gundê ku dikeve rojavayî Nusybînê de, bi dor 15km. Wî salên dawî li gundê xwe derbas kirin û dibin dara xwe ya Çinarê de, bîranînên xwe nivîsandin. Çendî dixwest ku di bin siya wê de bê veşartin, dawî wek ku xwest, bû. Niha gora wî di bin wê darê de ye. Di sala1990î de, hikûmetê rê danê ku here Stenbolê, hingê wî pirtûka xwe bi navê Bîranînên Min bi zimanê Tirkî çap kir. Berê jî ev her çar pirtûkên wî hatibûn çapkirin: Kimil/ Reqik/1962, Yara Salar/ 1964, Birîna reş/ 1965, Ferhenga Kurdî Tirkî/ 1967.
Dawî, bi min xweş e gotina nivîskar û rojnamevanê Kurd Huseyn Deniz yê ku berî xalê xwe Mûsa Anter, bi kêmî heyvekê şehîd ket, ji we re bînim ziman. Hingê wî gotarek li dor hovîtî û nedemokratiya Tirkan, dijî nivîskar û rojnamevanên pêşverû di rojnameya Welat de wiha nivîsandibû: Ji ber ku dewleta Tirk zilm û zorê li miletê xwe, li miletê Tirk dike, gelek mirovên pêşverû û welatparêz bê sûc û bê heqî dikuje û winda dike, ne demokrate û guhnade heqê mirovan, li cem ti dewletê rûmeta wî tuneye./5.
Gava bihiştî Huseyn Deniz wiha li ser nivîskarê Tirk yên pêşverû û halê wan dinivîsîne, gelo wê çi halê nivîskarên Kurd be ji destê vê dewletê?
Ez jî, rewşa nivîskarên Kurd di dewleta Tirkî de, li ber çavên serokên deletên aştîxwaz û demokrat datînin. Ewên ku li ser mafên mirovan disekinin û dixeyidin, ka wê çi ji me re bikin? Wê çi dozê li dewleta Tirkiyê ya demokrat bikin!!
Giyanê wî şad be.
Jêder:
- Mûsa Anter: (Tîr) Rojnameya Welat, j: 13 Gulan1992
- Mûsa Anter: Mehkema Xortê 77 Salê, Rojnameya Welat, j: 3 Adar 1992.
- Mûsa Anter: (Tîr), Rojnameya Welat, j: 14 Gulan1992.
- Temenê Mûsa Anter gihabû 80ê, salî, belê di pasporta wî de 74 sal hatibû nivîsîn.
- Huseyn Deniz: Rojnameya Welat, j: 14 Gulan1992.