Helbestvan, Pêşmerge û Aşiqê Dengbêja Kurd Gulbiharê
Di roja yekşemê 25/10/1998an de, helbestvan, nivîskar û pêşmegê Barzanîyê nemir (Sebrî Botanî: Sebriyê Ehmedê Temir), li Oslo, paytexta memleketa Norwêcê koça dawî kir û lê hat veşartin.
Bi koçkirina wî re, stêrek geş û çirisî ji asmanê helbesta Kurdî a resen rijiya..! Belê gelek stêrkên bi ronahî li paş xwe vêxistî hiştin..
Bi ragihandina peyama koçkirina wî re, evîndarên gotinên wî, ev peyam bi xem û dilekî şikestî pejirandin, nemaze ewên ku li helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo an Ciwan Haco an Izeddîn Temo guhdarî dikirin, wek vê strana bi dengê Mihemed Şêxo:
Ez bûme pîrê xemcivîn
Mest û bê hest jêr nivîn
Evîna wê ez pîr kirim
Yek car bê huş û bîr kirim
Li dil vebûne sed birîn
Ji derdê wê gula şêrîn..
An ev stran:
Tuyî bihişta rengîn
Gul û rîhan û Nesrîn
Tuyî jan û tu î jîn..
An eva ku Izeddîn Temo dibêje:
Dildarim dil birînim
Ne şaşim ez ne dînim
Ez nexweşê evînim..
Wek ku diyar e mamê Sebrî Botanî, dihat hejmartin yek ji helbestvanên jîr û zîrek.. Hem jî yek ji pêşmergeyekî Barzaniyê nemir yên wefadar û canfîda.. Ew Barzaniyê ku azadiya kurdan jê re wek nan û avê bû û her wê ji roja îro û sibe re bimîne serkirdeyê Kurdistanê… Sebrî Botanî di dibistana wî de fêr û mezin bû û dara jiyana wî, bi giyanekî kurdperwerî hat avdan.
Vêca her dem û gav, hêvî û armancên wî yekîtî û serxwebûna Kurdistanê bû. Ev yek, di helbesta wî ya bi navê (Zengilê Min) de, xweş belû û diyar e.. Ev helbest jî Ciwan Haco kiriye stran:
Zingezinga zengilê min
Vaye dîsa deng veda
Dengê doza miletê min
Dinya girt û berneda
Zingezinga zengilê min
Xweş hawar û gazî ye
Awaza vî zengilê min
Ji ferhenga Qazî ye
Her weku birq û birûskê
Xwe gîhand çerxa felek
Sed xweşî bo vî dilê min
Ku min dî kurd bûne yek..
Mirov dikare bibêje ku gelekan ji hunermendên kurd, kodên tenbûra xwe bi helbestên mamê Sebrî Botanî xemilandine.. û bi saye stranên wan di nav gel de, evîndarên helbestên Sebrî Botanî pir bûne û nav û dengê wî belav bûye. Nemaze di nav evîndar û dildarên peyva kurdî a resen de.
Sebrî Botanî kî bû?
Navê wî Sebriyê Ehmedê Temir e, lê bi navê Sebrî Botanî xwe daye naskirin û di seranserî Kurdistanê de bi vî navê dawî hatiye naskirin. Ew bixwe Botî ye, ji Bakurê Kurdistanê hoza Jêliya ye. Di sala 1925an de, li gundê (Lûdê), navçeya (Eroh: Dihê), girêdaya bajarê Sêrtê, ji dê û bavê xwe re çêbûye.
Hêj li ser destê diya xwe bû, Tirkan, Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî li Amedê bidarvekirin. Vêca di sala 1929an de, ji ber tirs, zulm û zora tirkan, bavê wî Ehmedê Temir, mala xwe bi dûv mala Resûl Axa Mihema û birayê wî Agit Axa serokên hoza Jêliyên Botan barkir Binyaxetê (Sûriyê), navçeya Eyndîwerê. Hingê Dîrika Hemko, wek bajar nebû, Eyndîwerê bajar bû, misteşarê Fransî li Eyndîwerê rûdinişt. Di sala 1936an de, diya wî ya oldar û ji Xwedê bi tirs, kurê xwe Sebrî dişîne bal melayê gundê Sêgirka mala Mîro (Niha ev gund nema ye). Sebrîyê zîrek di demek kurt de Qurana pîroz nîvî dike, lê ji ber tirs û xwestekên Mele zû dev ji xwendina olîtiye berdide û berê xwe dide xwendina fermî li Eyndîwerê. Li ser vê yekê Sebrî Botanî di Pêşgotina dîwana xwe (DILISTAN) ê de wiha dibêje:
(…Li hezar û nehsed û sîh û şeş bibûm mîna gulek geş, dayka mina misilman aşiqa dîn û iman, ez birim ber xwendinê ji bo karê dîn û dinê.. Ez rêkirim Sêgirka paytextê mar û mişka, mala Mîro ava bû , Mîro rewşa mêrabû, nimûneyê camêra bû. Seydayê Xwedê kuştî, kar bazbend û niviştî, aşiq mirîşk û qirûş, dem û gavê şer firoş. Hema bi nav mela bû, rastî, derd û bela bû, çav li hêk û sabûnê, heta roja rabûnê. Ewê Xwedê nehiştî, darfeleqe li destî, her hejand û rahejand, heta jê hat veweşand, patk li min herişand, dilê min pê lerizand, wî dil bi kesî nedisot, dar rakir û hat got: Hey kurê wî sehê pîs, kê dît mizgeft û nivîs ? Nivîs ne karê meye, diyanet yarê me ye, tu hatî nîvê Quranê, pa xelatê min kanî?).
Wiha Sebrî Botanî xwendina olîtiyê li paş xwe dihêle û li Eyndîwerê, di gel kurên mala Mîro, ku yek ji wan Hecî Dehamê Mîro bixwe bû, berê xwe dide xwendina fermî, ta ku digihêje rêza çaran. Ji ber gelek sedemên çetîn û dijwan dev ji wê jî berdide.. Di vî warî de wiha dibêje:
(..Ez giham rêza çarê, nexwezî min bi wê biharê, min xwendina xwe hêla, ji nû ketim ber pêla. Bêçare û derbider, derdê welat hate ser. Ji eşqa welatvanê min xwe beda meydanê..)
Sebrî Botanî, biçûkanî û xortaniya xwe li Suriyê, navçeya Eyndîwer û Dêrikê di nav zarokên mala Mîro de derbas dike û di wan salan de çav bi gelek welatparêzên kurdan dikeve. Nemaze ewên ku di civata Xoybûnê de bûn, hem jî xwendevanên kovara Hawarê bûn wek: Resûl axa, Egît axa, Abdulkerîme Melle Sadiq, Haco axa û kurên wî, Hemze begê Miksî: Yê ku wê demê mamosta bû li Eyndîwerê, Dr. Ehmed Nafiz Zaza: Yê ku wê hingê kilînîkek li Eyndîwerê vekiribû.. Dibe jî ku, çav bi mîr Celadet Bedirxan jî ketibe, dema ku mîr bi serdanî dihat Cizîrê. Hem jî dibe ku Cegerxwîn jî di demê de dîtibe.. Jixwe di bin hezkirina helbestên Cegerxwîn de, wî helbest hunandine.. Di destpêkê de, wî piraniya helbestên Cegerxwîn jiber kiribûn. Ew helbestên ku di kovara Hawarê de dihatin weşandin. Mirov dikare bibêje ku Sebrî Botanî yek ji şagirtên Cegerxwîn yên pêşîn bû. Hem jî mirov dikare bibêje ku bi saya kovara Hawarê giyanê niştimanperwerî, di huş û mejiyê wî de hatiye çandin..
Di pêşgotina dîwana xwe (ŞÎN Û ŞADÎ) de, wiha dibêje:
(..Kuro Sebro! Hê hê êdî piştî îro ez te nebînim ha.. Heke, ezê lingê te bişkînim. Wey babooo, tu dibêjî qey wî kafirê Cegerxwîn tifkiriye devê wî de, wê roja hanê li ser berbanga Mele Xelîlê Xello zire zira wî dihat û qîrkirbû Pîra Torê û Ey Felek..).
Li Suriyê, Sebrî Botanî hez helbestan kiriye û dibe ku nivîsandibin jî. Bi texmîn ew di sala 1946an de, çûye Başûrê Kurdistanê û di eynî salê de li wir hatiye girtin.. Hingî di zindana Mûsilê de helbest û nivîsandine û gotine.. Ew bi xwe vê yekê şirovedike û dibêje:
(Ji sala 1944ê ve, ez û şîir bi hevre dijîn, lê ji sala 1946 ê, di zindana Mûsilê de, jîna min di gel vehandinê dest pê dike; dost û hevalên min dixwendina şîiran de kêf xweş dibûn; lê ji nivîsîn û hilgirtina wan dilgiran dibûn..).
Temenê wî dor 20 saliye dema ku diçe bajarê Zaxo û di sala 1957an de dikanek lê vedike:
(..Li sala 1957ê ku dikandar bûm li Zaxo, ji nûyî; lezke bi lezîne ey qelem.. Gelek bûrîne sal û dem.. Ev jîna tehil û derd û xem.. Li dil dijenin sed kelem.. Derke ji dil jana sitem.. Da vejînim gurzê Rustem..).
Bi demê re li Başûrê Kurdistanê dibe endamê partiya (P.D.K-Îraq). Û wek kadirekî çeleng û jêhatî digel hevalên xwe wek (Elî Esker û hin din) kar dike.
Di sala 1961ê de, beşdariyê di Şoreşa Îlonê de dike, ta ku 1967an de li Kerkûkê tê girtin û pêlekê di zindana Mûsilê de dimîne.. Vê paşiyê bi alîkariya hin hevalan ji zindanê direve û xwe bi serê çiyayên bilind û azad ve digehîne..
Rojekê ji rojan Sebrî Botanî xwe ji ber şerê azadiya welatê xwe ne da alî. Bê tirs dinav bazên serê çiyayên Kurdistanê de dijiya. Ta ku 11ê Adara 1970ê pêkhat.. Wiha jî beşdarî di Şoreşa Gulanê /1976 de jî kir û qet xwe ji rêbaza Barzaniyê mezin neda alî..
Di sala 1991ê de, ji neçarî digel kerwanê penaberan çû Bakurê Kurdistanê/ Silopî.. Di sala 1992an de wek penaberekî siyasî çû Ewropa. Li Ewropa, bajarê Oslo, paytexta memeketa Nerwêcê bi cî û war bû.
Ne tenê Sebrî Botanî helbestvanekî zarxweş bû an helbestên wî nêzîkî dilê xelkên kurd bû, lê belê hem jî ew rojnamevanekî jêhatî dihat dîtin û gelek rojname bi nivîsên wî dihatin xemilandin wek: Birayetî, Teaxî, Eliraq, Rewşenbîrî..hwd.
Herwiha jî, bi saya navtêdanên wî, gelekan ji dostên wî yên nêzîk, dest bi hunandina helbestê kirin. Wek ku çawa ew bi xwe bi navtêdana seydayê Enwerê Mayî li ser hunandina helbestê gur bûye.. Ji wan dostan, mirov dikare van navan bi nav bike: Abdulrehman Mizûrî. Xelefê Zîbarî, Dr. Bedirxan Sindî.. Gelekî hez hunermendên kurd dikir û bi merdî helbestên xwe dida wan, ji ber vê yekê jî, gelek helbestên wî bûne stran.
Dema ku gotin bê ser Sebrî Botanî, nexasim jînenîgariya wî, mirov nikare di ser hezkirina wî ji dengbêja kurd (Gulbihar) re biqevêze. Çiko wî gelekî hez Gulbiharê dikir û gelek caran navê wê di helbestên xwe de gotiye. Werim em bi hev re gotinên wî seh bikin, bê wî di vî warî de, çi li dor Gulbiharê gotiye:
(..Min Gulbiharê bi çav nedîtiye, lê ji mêje ku min ji dûr ve naskirî. Naskirinek baş. Nivîsarên min ku hemû ji pesnê wê dagirtîne û bes. Belko hozan jî, ji zarê wê min vehînane û hem li ser wê jî nivîsîne.
Her perça tu dixwînî, bêhna gulê jê tê. Gula hunermend, pencera min e. Ez geşatî û spiyatî ya hemû dol û nizar û çiyayên Kurdistana rengîn têra dibînim..).
Sebrî Botanî; piraniya rojên jiyana xwe bi tirş û talî derbas kirin, gelek qiriktalî û dijwarî di rojên xwe de dîtin, ji roja çêbûna wî li herêma Botan ta roja mirina wî li Ewrûpa, tevi ku ew çend salên li Ewropa jê re xweş bûn û bêhna wî hinekî hatibû ber, lê di baweriya min de Ewropa ji kalemêrekî weke wî re, dûrî welat, heval, dost, xizm û karan ne tû xweşbûn bû. Wek ku kurd dibêjin: (Xanîkê pîrê xweştire ji birca mîrê Cizîrê).
Sebrî Botanî li ser dijwariyên rojên xwe wiha dibêje:
(..Eger xweşiya jînê diravê pir û xanim û meyxaneye, min dedît, eger geşt û seyran û tenahiye, dîsan li min heram bit, her weku goştê berazê boz li sofî Simo heram. Lê eger xweşiya jînê hezkirina xebat û kêferata rast û paqije, eger xemdariya ji bona welate, ez kesî ji xwe kêfxweştir û bextiyartir nabînim..)
Û eve şîreta wî ji keç û lawan re:
(..Qîzino, Lawino! Herdem haş û şad bin, da hûn tam bêhna xweşiya jînê bizabibin. Çiko kesê ne haş û şad bit, bi kêrî xebatê jî nayê. Her gav xeman ji xwe re çênekin, ji bil xema milet û welat û mirovantiya dinyayê..).
Berhemên Sebrî Botanî:
Li gor ku li paş dîwana wî Dilistan: 1984, rûpelê 73an hatiye nivîsandin, berhemên wî yên çapkirî û ne çapkirî evin:
- A – Çapkirî:
- 1 – Şîn û Şadî, 1979 Bexdad
- 2 – Dilistan, 1984 Bexdad
- B – Jêrçap:
- 1 – Dibêjin (1)
- 2 – Şîn û Şadî, çapa duwem
- C – Neçapkirî:
- 1 – Bilûra Çiyan, dîwana sisyan
- 2 – Pîra Gerok
- 3 – Dibêjin (2)
- 4 – Kulîlkên Mam Behdîn: (Çîrok û şîir ji zarokan re)
- 5 – Pak û Pîs (çîrok)
Lê ji berhemên wî, li gor ku kurê wî Beşîr Botanî, di hevpeyvîna roja 28/10/1998an de, di Dengê Emerîka, Beşê Kurdî de, ji seydayê Xelefê Zîbarî re got ku, pirtûkên bavê wî yên çapkirî evin: Şîn û Şadî, Dilistan û Dengê Metîn û Cûdî ye, lê yên neçapkirî evin: komek çîrokên gelêrî û romanek li ser gelê Kurd.
Di bîranîna Sebrî Botanî ya 10an de/2008, sê dîwanên wî (Şîn û Şadî, Dilistan û Bilûra Çiyan), ji rex Yekîtiya Nivîskarên Kurd/tayê Duhokê ve, di pirtûkekê de hatin çapkirin. Wek ku diyar e, herdû dîwanên pêşî berê jî hatine çapkirin, lê dîwana wî (Bilûra Çiyan), cara yekemîne ye ku çap dibe û dikeve ber destên xwendevanan.
Jêder û çavkanî:
– Dengê Emerîka/ Beşê Kurdî, hevpeyvînek telefonî bi kurê wî (Kawa Botanî) re, roja 26/10/1998
– Dengê emerîka beşê kurdî, hevpeyvînek telefonî bi kurê wî (Beşîr Botanî) re, roja 28/10/1998
– Pêşgotina dîwana Şîn û Şadî / 1979
– Pêşgotina dîwana Dilistan / 1984
– Min baş pêzanîn ji gelek kesan girtine.. Nemaze ji Mîcerê Egit Axa, serokê eşîra Jêliyan li Binxetê/ bajarê Dêrikê û ji Dr. Ismaîl Mîro kurê Hecî Dehamê Mîro, yê ku xwediyê gundê Sêgirka Mîro bû.