(Qehremanek ji pêşengên rewşenbîrê gelê min bû)
Hemza begê Miksî (Hemza Beg kurê Hacî Bekir) qehermanekî pêşeng bû di nav gelê kurd de. Eger navê vî lehengî hinekî di nav tariya salan de mabe jî, lê her ew wek zêrê zer e, çendîn sal di ser navê wî re derbas bin, navê wî nayê zingar kirin, her û her wê navê wî bi nirx û biha di nav dilsoz û wefadarên gelê kurd de bimîne. Dibêjin ku ew di 1892an de li bajarokê Miksê yê Wanê ji dayik bûye, lê rojbûna wî li ser kêla wî nehatiye nivîsandin.
Di destpêka çerxa 20an de Hemza Beg yek ji pêşengên rewşenîrê gelê kurd bû li Stenbolê. Wî jî, wek hevalên xwe gelek kar û xebat di avakirina komeleyên pêşîn de li Stenbolê kir û tev jiyana xwe bi wefadar û dilsozî di rêka Kurd û Kurdistanê de xerc kir. Ciwaniya xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kir. Dûrî xizm, dost, heval û hogirên xwe temenê xwe buhirand, digel ku çend salên giring ji ciwaniya xwe di zindanên Kemalîstan de derbas kir.
Hemza Beg yek bû ji rojnamevanên kurd yên sereke. Wî gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêşkêş kirine. Di destpêka sala 1918an de digel hevalê xwe Memdûh Selîm Begê Wanî yekemîn rojnameya Kurd/ Tirkî bi navê (JÎN) li Stenbolê weşandine, hem jî, wî dîbacak bi nirx û biha di gel çîroka Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye. Hin dibêjin ku Hemza Begê Miksî ji bo çapkirina pirtûka Mem Û Zînê hatiye girtin û hin dibêjin ji bo rojnameya Jîn e û hin dibêjin ji bo bizav û çalakiyên wî, yên bêrawestan di ber pêkanîna prensîbên serokê Amerîkî Welson de yên ku di sala 1918an de hatibûn belavkirin.
Di baweriya min de, dema ku Hemza begê Miksî di sala 1928an de ji zindanê hatiye der, hatiye nav kurdên Binxetê/ Sûriyê, ew jî mîna Dr. Ehmed Nafiz beg Zaza û birayê wî Nûredîn Zaza, Arif beg Abas, Osman Sebrî, Qedrî Can, Qedrî beg û Ekrem beg Cemîl paşa…û li Sûriyê bûye endam di civata Xoybûnê de, ewa ku di sala 1927an de li Beyrûtê hatibû damezirandin û ji encamên wê, Şoreşa Agirî bi serkatiya Ihsan Nûrî paşa Ala Kurdistanê li ser çiyayên Araratê hatibû bilind kirin.
Di sala 1930/1031ê de, piştî têkçûna Şoreşa Araratê, li ser daxwaza hikumeta Tirkiyê, ji hikumeta Fransî ya ku li Sûriyê desthilat bû, Hemza beg jî di gel Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Ehmed Nafiz, Memdûh Selîm, Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can, Qedrî û Ekerm beg Cemîl paşa, Haco axa, Mustefa û Bozan Şahîn dikeve bin rûniştina zorê de li Şamê.
Di sala 1932an de, Hemza beg ji rex desthilatdarên fransizan ve dibistanekê li Eyndîwerê, di binya bajarê Cizîra Botan de vedike û zarokên kurdan fêrî ilm û zanînê dike. Ew yekemîn dibistan bû ku di wê herêmê de tê vekirin. Hem jî, di wê hingê de Dr. Ehmed Nafiz kilînîkekê li Eyndîwerê vedike. Bi weşana kovara HAWARê re Hemza beg dibe wek gerînendayekî ji kovarê di nav kurdên Cizîrê de û propagende ji bo zimanê Kurdî dike.
Di sala 1940an de, dibe edîtorê yekemîn dibistana fermî ya herî bilind li bajarê Hesekê/ parêzgeha Cizîrê. Di sala 1943an de dibe berpirsyarê dibistanan û zanînê di tevî parêzgeha Cizîrê de û di wê salê de gelek mamosteyên kurd ji Şamê têne Cizîrê dibin mamosteyên zarokên kurdan, (hê jî hin ji wan sax in).
Li dor jinenîgariya wî; min gelekî da ser şopa vî lehengê kurd, min ji gelek kesan pirsî, belê mixabin, kesî tu nûçeyên wiha hêja nizanî bû. Bi tenê ji min re hat gotin ku jina wî tirk bû, zarok jê re çênedibûn, bi gelek zimanan dizanîbû. Bêtir bi van kesan re dida û distand: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Memdûh Selîm beg Wanli, Dr. Ehmed Nafiz, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî û Ekrem beg Cemîl paşa bûn. Û hin xiristyan û ermen jî dostên wî hebûn.
Hemza begê Miksî di roja 15 Remezana 1377an de, li bajarê Hesekê, di mala xwe de çû ber dilovaniya Xwedê, anko roja (05/04/1958). Li ser dazwaxa wî, ew li gundê Dugirê, di nav goristana welatparêzên kurdan de hatiye veşartin.
Gundê Dugirê li bareşî Qamişlo, bi dor 27 kîlometran dikeve. Ji welatparêzên kurdan yên ku di vê goristnanê de hatine veşartin evi n: Hacî Mûsa begê Xuwêtlî, Dr. Ehmed Nafiz beg Zaza, Arif beg Abbas, Haco axa, Silêmanê Abbas Axa, Dr. Qasim Miqdad Cemîl paşa, Ebdulrehman Axa Eliyê Ûnis, Dr. Dara Arif Beg Abbas, Hesen Hişyar/ Mele Hesenê Kurd, Hesenê Haco.
Wek ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên komara Mehabadê bû, piştî herifandina komarê reviyabû, xwe li nav Kurdên Sûriyê, bajarê Tirbespiyê girtibû, di sala 1958an de dema ku Hemza Begê Miksî çû ber dilovaniya Xwedê, rehmetiyê Hejarê Mukiryanî ev nivîs li ser kêla ber serê wî nivîsand:
Mamoste Hemza beg
Rehberê fidakar!
Pir kes ji xew te kirine hişyar
Raze bi xoşî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim
15 ê Remezana 1377 Koçî/ Anku 05/04/1958 Zayînî
Hêjayê gotinê ye ku gora Hemza Begê Miksî di goristana gundê Dugirê de di rewşeke xerab de bû; kêlên wê hatibûn şikenandin, kevirên li dor tirba wî hatibûn belawelakirin û bi zor dihat nas kirin. Ew jî mîna pirraniya gorên welatparêzên kurdan di wê goristanê de, ku hina bi mebest ew gor xerab dikirin! Jixwe gora Hacî Musa Begê Xuwêtlî êdî kes nema cihê wê nas dike! Ji berî çend salan ve partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), gora Hemza Beg restore kir. Ez jî, ji dil spasiya wan dikim. Xwezî hina ji dewlemendên Kurdan gora Hacî Mûsa Begê Xuwêtlî jî nûjen kiriba.