“Di rojeke germ a meha Gulanê de gelek jin û zarok li qemyonên leşkerî ku her çar aliyên wan girtî, tên siwar kirin û ber bi çol û çolistanên Iraqê ve tên şandin. Hundirê qemyonan, gelek germ e ku bîhna hin zarokan diçike û ji ber germê dimirin. Axirî, li cîhekê qemyon tên sekinandin û av li rêwiyan tên dayîn, lê di nava avê de jî maddeyeke kîmyewî heye ku jin, zarok tev pê diêşin. Yek û yek dest û çavê hemû rêwiyên li qemyonan tên girtin û li çalên mezin tên avêtin. Leşkerên Iraqî, bi çekên qeleşnîkofê gule berdidin ser jin û zarokên dest û çav girtî yên li nava çalan. Di nav de jinikeke ducanî jî hebû ku ji ber guleyên lê dikevin, zikê wê tê perçekirin.”
Ev gotinên Teymur Abdullah Ahmed ê Kurdê Germiyanî yê Başûrê Kurdistanê ye ku di vê çala mirinê de wek birîndar xelas dibe. Şahidê komkujiyê, bi çavê xwe bi awayeke hovane kuştina dayik, xwişkên xwe û gelek Kurdên din dibîne. Dîmenên Ahmed dibîne, wehşeta komkujiya Enfalê nîşan dide.
Li deverên cuda yên Iraqê bi dehan çalên mezin ji hêla leşkerên Iraqî ve tên vekirin; jin, zarok, pîr jî tê da bi deh hezaran Kurd dest û çavê wan girtî, bi saxî bi destên leşkeran ve tên veşartin. Loma ji bo komkujiya Enfalê pênaseyeke wiha tê kirin: “Mirov dimire, piştre tê veşartin. Lê bi deh hezaran Kurd hatin veşartin, piştre mirin.”
Ji wan çalan hêj hestiyên qurbaniyan bi temamî hatine derxistin. Di operasyona enfala li ser mêrên eşîra Barzaniyan de 8 hezar mêr hatibûn kuştin. Meha çêyî hestiyên 100 mêrên Barzanî ji Bexdayê hat anîn Hewlêrê. Di merasîma veşartina cinazeyan de Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî beşdar bibû. Serok Barzanî got ji bo dîtîn û anîna hestiyên qurbaniyan xebata wan dê dewam bike.
Navê komkujiyê, nîşaneya meşrûkirina kuştina Kurdan e
Yek ji êş û trajediyên mezintir ku di dîroka Kurdan de cîh digire komkujiya Enfal e. Di sala 1988an de bi fermana Saddam Huseyin ê Serokkomarê wê çaxê yê Iraqê, li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê jenosideke mezin tê kirin. Di komkujiya bi navê Enfalê de jin, zarok, pîr û kal tê da nêzîkî 182 hezar Kurd tên kuştin.
Enfal ku sureteke ji Qûranê yê û wateya wê “Xanîmetên Şer” e li navê vê operasyona li dijî Kurdan tê kirin. Yanê kuştina Kurdan, milkê Kurdan li xwe dikin ferz û helal! Weke DAIŞê. Di ser komkujiya Enfalê re 34 sal derbas dibe lê rêbazên hov ên li Kurdan tên kirin bi dawî nabe.
Di salên dawî de li deverên cuda yên Iraqê, gelek gorên bi kom hatin dîtin. Li gor ragihandina hikumeta Iraqê, heta niha 70 gorên bi kom hatine dîtin. Ji wan mezelan jî hinek hatine vekirin. Cîhê gelek qûrbaniyan jî hêj nediyar e.
Komkujiya bi navê Enfalê, ji 8 qonaxan pêk tê:
Qonaxa yekem a komkujiyê, di 23ê Sibatê 1988an de li devera Cafayetê ya Silêmanî dest pê dike heta 18ê Adarê dewam dike.
Qonaxa duduyan a komkujiyê li devera Qeredaxê ya navbera Hewlêr û Silêmanî tê kirin di heman salê de ji 22yê Adarê heta 2yê Nîsanê didome.
Qonaxa sisiyan a komkujiyê li herêma Germiyanê di navbera 7 û 20ê Nîsanê de pêk tê.
Qonaxa çaran a komkujiyê, di 3ê Adarê de li Qelay Sewke û li Deşta Zeyî Biçûk dest pê dike heta 15ê Adarê berdewam dike.
Qonaxên pênc, şeş û heftemîn ji 15ê Adarê heta 25ê Adarê li deverên Şaqlawa û Rewanduzê pêk tên.
Qonaxa dawîn a komkujiyê li tevahiya herêma Behdînanê pêk tê ku ji 26ê Adarê heta 9ê Îlonê didome.
Di jenosida Enfalê de 30 navçe, 4 hezar û 500 gund tên tarûmarkirin. Gelek dibistan, nexweşxane, mizgeft û dêr tên xerakirin. Ji ber êrîşan, herî kêm 1 milyon Kurd, ji Başûrê Kurdistanê koç dikin.
Talan û êrîşên bi destê hêzên rejîma Baas a Iraqê ku bi awayeke sîstematîk pêk tê, armanca komkujiya Enfalê jî nîşan dide: Koka Kurdan were rakirin, demografiya deverên Kurdistanê were guhertin.
Herêmên êrîş lê hatine kirin jî ji bo têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê herêmên stratejîk û girîng in. Loma bi taybet pêşî êrîş li van herêman tên kirin da ku şoreşa Başûrê Kurdistanê were têk birin.
Saddam Huseyin ê ku fermana jenosida Enfalê dabû negihişt armanca xwe, piştî demekê hat darvekirin lê belê şoreşa Kurdên li Başûrê Kurdistanê çû serî.
Komkujiya Enfalê 14ê Nîsanê sala 2008an ji hêla parlamentoyên Kurdistan û Iraqê ve wek “Jenosid” hat pejirandin û ev tarîx wek salevgera Enfalê hat destnîşankirin.