“Ez ê ku, yek li kemançeyê xe, ez hingê bi hêza jînê xurt dibim û radibim ser pê. Ez hingê dikarim xwe ji ber zewq û şewqê bikujim. Ez dikarim ji bo hemû jinan ji ber evînê bimirim. Ez ji bo hemû bajaran hêstiran dibarînim. Ez li vir im, ji ber ku ji bo jiyanê riyeke çareseriyê nîn e.”
Arthur Cravan.
Di sala 1908an de cara yekemîn yekê reş bûbû Şampiyonê Boksê yê Sîkletê Giran ê Dinyayê. Ev serkeftina hanê ji aliyê hemû dinyayê hatibû pîrozkirin. Ev yek bûbû sedema qilqalebûna gelê Amerîkayê. Herçend xulamî ji aliyê zagonan ve ji mêj ve were hildan jî, di bîra hevpar a gel de kesên reş hê jî xulam bûn. Zilamekî bi navê Jack Jackson ev çarenûsa siûdneçê ya gelê xwe veguherand siûdçêyiyê, tevî hemû astengî û rêlêgirtinan kembera zêr li dor pişta xwe pêçabû. Hetta ev kember ê 14 sal bi pişta Jackson ve pêçayî bimana. Wî dê di sala 1916an de bersiva gazîkirina qayişkişandina helbestvanê bi navê Arthur Cravan bipejiranda û derketa ser rîngê. Wextê ku her tişt hat hazirkirin û ew roj hat, li quncekî rîngê şampîyonekî kevn ê dinyayê yê xwedankembera zêr, li quncê din jî, helbestvanê ku tevî hemû rêbazên edebiyatê, ku ew pejirandibû lê wî hemû red kiribûn sekinîbû; Arthur Cravan.
Bi liva dadwer maçê dest pê kir. Hê di dest pêka maçê de, berî ku raunda pêşîn bi dawî bibe, helbestvan di nav xwînê de mabû. Bi gurmisteke xurt a Jackson, li ser rîngê tekerî bû û terp û ket erdê. Hê wî bi awayekî yekser ê xurt gurmistek neavêtibû dijberê xwe. Gurmista ku li ser rû ketibû lêv û birûh teqandibû û ew li erdê pahn kiribû. Wextê ku çavên xwe ji hev kir û li dadwer mêze kir, dît ku dadwer li serê dihejmêre. Ev hevbirûanîna ku bi liva dadwer dest pê kiribû, bi nakavtbûna helbestvan bi dawî bû. Jackson ê ku bi ser ketibû û kêfxweş bû ji ber vê yekê jî ji xwe stran dinihêwrand, Cravan jî fikrên xwe yên beredayî yên di derbarê kîvroşkan de ji peywirdarên ku ew hildigirtin ser sediyê re vedigot.
Ew merivê ku di nav xwînê de mabû û bi sediyê ji rîngê dihat derxistin û alîgirên ku ji re çepik lêdidan, yên ku tinazên xwe pê dikirin û yên ku li pey wî diqîriyan, di 22ê Gulana 1887yî de li yek ji bajarên girîngtirîn ên Ewrûpayê, li Lozanê, ji malbeteke 2 zarokî yê çîna navîn, wekî kurikê duwemîn hate dinyayê. Ew Fabian Avenarius Lloyd bû. Arthur Cravan bi tenê yek ji navên wî yên dîtir bû. Di sala 1912an de ji bo hezkiriya xwe Renee Bouchetê, navê Arthur Cravan hildabû. Bouchet, ji bajarokê piçûk ê Fransayê, Cravansê hatibû dinyayê û ji bo ku bîranîna wê bajerokê bide jiyîn bûbû paşnavê helbestvan.
Ev zilamê balkêş ketibû bin tesîra Arthur Rimbaud û ketibû nav hin serbûriyan. Digel helbestvanî û boksoriyê, gelekî nasname, pasaport û belgeyên sexte yên Cravan hebûn. Hetta bi van belgeyên sexte di dema Şerê Dinyayê yê Yekemîn de li seranserê parzemînên Ewrûpa û Amerîkayê geriyaye û çûbe kîjan welatî wekî welatiyê wê derê jiyaye. Lê di rastiyê de tiştê ku wî xwestiye bike, xwestiye ku bi herkesî nîşan bide da ku ew ne aîdê ti welatan e. Cravan ji bo ku bêmaneyiya nasnameya ku dewletê daye însên, neteweperestiyê, nijadiyê bide nîşandin ku ewçend bêkêr û beradayî ye, bi serê xwe bûye welatiyê bîst dewletên ji hevûdu cihê. Ji ber ku wî dixwest ew bibe welatiyekî dinyayê. Wî dixwest wekî kesekî nenas ê nayê zanîn li her deverê bigere; da ku bibe govanê êşên însên. Wî dixwest ew jiyanên însanan bi çavên xwe bibîne.
Cravan di heman demê de, xwarziyê jina Oscar Wilde, Mary Lloyd bû. Tevî ku ew zilamê bi homoseksueliya xwe li derdorê Parîsê deng vedabû lê dîsa jî heyranê mêrê meta xwe bû.
“Ez heyranê Oscar Wilde bûm. Ji ber ku ajalekî gewre bi bîr tanî. Bi tenê ez wî wekî hespekî avî yê wextê ku gû dike disêwirînim di hişê xwe de, bi xwerûbûn û rastiya xwe ve vê hemayê hiş ji serê min dibir…” digot di derbarê mêrê meta xwe de.
Ji bo ku li Fransayê meriv bixwaze bikeve nav boheman, helbestvan, nivîskar û hetta xwendeyan wextê ku can dida, berevajiyê vê yekê ew ji bo ku nekeve nav van çi ji dest dihat dikir û ji wan bi dûr diket. Wextê temaşeyên yek kesî pêk tanî, gelek caran bi sîlehên derewîn berik li ser temaşevanan direşand û carekê li ser afîşa temaşeyê welê nivîsîbû: “Werin û Helbestvan Arthur Cravan bibînin (Xwarziyê Oscar Wilde)! Şampiyonê Boksê, du mîtro û 125 kîlo! Ew ê bipeyive, ew ê li hev xe, ew ê dans bike, ew ê xwe tazî bike û wextê ku gotinên wî bibihûrin hingê ew ê xwe bikuje.”
Cravan, hest pê dikir ku huner bêkêr û mirî ye, wî digot huner bideranîna civakeke ku jihevdeketî ye û dewsa vê yeke, wî parastina çalakiya takekesî dikir. Bi rastî jî wî li hemû kesan çêr û heqaret kir. Lê dîsa jî ew kesên ku bi hunerê sermest bûbûn bi awayekî meht li Cravan temaşe dikir. Paşê jî mîna ku li ser afîşê hatibû nivîsandin, dans kir. Heke hûn li rastiyê bihizirin û mêze kin, ew bi Fransayê, lênêrîna wî ya li hûnerê yan jî tiştekî lêpayîna hûnerê û piştî ku ew bû navdar û bi şûn de, wî tinazên xwe bi hemû liv û tevgerên jirêzê û nehêja yên însanan pêk tanî. Serê xwe li ber tu kesî neditewand. Vedixwar, li derûdorê berik direşand, dans dikir, xwe tazî dikir û di nav însanan de digeriya û her tim çepik ji wî re dihat lêdan.
Demekê bi navên mustear ên têvel resim jî çêkir. Resimên xwe bi navê Èduard Archinard da pêşandin. Wextê ku ev yek nedikarîbû pêk bianiya hingê kovareke ku bi tenê ji helbestên wî pêk dihat diweşand. Bi xwe di wextê de vê yekê nepejirîne jî paşê dê ev kovar bibûna pêşengiya rêbaza Dadayê. Kovara ku bi navê “Maintenant”. Bêguman nivîskarê kovarê, edîtorê wê, avakarê wê û gerînendeyê weşanê û helbet xwediyê wê ew bû. Kovara ku wî derdixist, bi siwaroka sêteker di kolanan de bang dikir û digot “helbestder hat” û bi vî awayî firotin dikir Cravan. Bi tenê nedifirot hunermendan. Kovara xwe difirot herkesî û heke bifirota kê navên wan li ser deftereke biçûk dinivîsand.
Arthur Cravan çû New Yorkê û di baloyeke lixwekirinê de wî û helbestvan û resama surrealîst Mina Loy hevûdu nas kir. Bihevrebûna wî û Loya ku zewicî û xwedan du zarok bû di derdora aliyê hûnerê hêtîketiyek anî pê. Mina Loy, dê bigota “Bihevrebûna me bi roj bidesthevgiriya me ya gerûgeştê û bi şev jî ji bihevşabûnê pêk dihat.” Pênc pereyên wan nîn bû lê ew ji dil pevgirêdayî bûn. Serê van herdu helbestvanan ji belayê rizgar nedibû. Cravan ê daxwaziya bihevre xwekujtinê li Loyê bikira, lê ew ê ev yek ji ber dûcanîbûna xwe nepejiranda. Cravanê ku her tim lê digeriyan, Loy bi keştiyekê şand Şîliyê û soza ku ew ê jî biçûna cem wê dayê. Di sala 1918an de deftera xwe ya adresqeydkirinê derxist û li adresên ku di defterê de hatibûn nivîsandin geriya. Ew kovarên ku wî firotibûn pereyên wan lê paşde vegerand û kovarên xwe dîsa wergirtin. Ew kovarên ku dîsa berhev kirin hemû xistin nav telîsekê û bi rê ket. Wextê ku hat tenişta perava Ûmmana Atlasê, tevî kovarên xwe li tekneyekê siwar bû û bêrikên wê li hev dan. Wî haye jê hebû da ev xwekuştinek bû. Wî hemû tiştên ku wî nivîsîbû û afirandibû dabû hev û berhev kiribû, li pey xwe bêyî bîranên xwe tu tişt nehiştibû…
Helbestvan Mina Loy, herçend demeke dirêj nexwestiye ku bawerî pê bîne da ku zilamê wê miribe jî paşê dê ev binivîsa: “Ho Mêrik! Te çawa bi dizî ez xapandim bi mirinê!”