The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Kategorî
    • Geşt û Ger
    • Hevpeyvîn
    • Krîptozanî
    • Lêkolîn
    • Nûçe
    • Portre
    • Teknolojî
    • Wêje
    • Xweza
    • Zanîst
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Kategorî
    • Geşt û Ger
    • Hevpeyvîn
    • Krîptozanî
    • Lêkolîn
    • Nûçe
    • Portre
    • Teknolojî
    • Wêje
    • Xweza
    • Zanîst
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Kategorî
    • Geşt û Ger
    • Hevpeyvîn
    • Krîptozanî
    • Lêkolîn
    • Nûçe
    • Portre
    • Teknolojî
    • Wêje
    • Xweza
    • Zanîst
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 13»Ji Edîtor 13
Hejmar 13

Ji Edîtor 13

revebirBy revebir01/01/2023Updated:11/01/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ji saleke nû, bi hêviyên nû silav li we be xwînerno.

2022 ji bo kovara me The Hall Kurdiyê saleke bi ber bû. Kovara me bi piştevaniya we xwînerên ezîz û bi keda nivîskarên me yên dilxwaz her meh bi hejmareke nû, têr û tije weşiya. The Hall Kurdî di 2023an de jî wê bêsekin rêwitiya xwe bidomîne û xizmeta kovargeriya Kurdî û zimanê Kurdî bike.

Bergê hejmara yekem ya sala nû pîrozbahiya sersalê ye. Piştî 2 salên ku ji ber pandemiya kovîdê mirov li seranserê cîhanê dûrî şahî, bihevrebûn pêkvexebatê mabûn û di sersalên 2021 û 2022an de piranî li malên xwe mabûn, xelkî îcar sersal bi coş pîroz kir. Nexasim mirovên li Londona paytextê Îngilîstanê. Zêdetirê 100 hezar kesî li Londonê çûn seyra şahiya sersalê. Agahî û wêneyên wê şevê di nûçeya me de ye.

Li Londonê Kurdên Elewî jî bi awayên xwe sala nû pîroz kir. Kevneşopa Kal Û Gaxan ku tê wateya oxirkirina salê û pêşwazîkirina sala nû, hat pîroz kirin.

Ji Keyaniya Yekbûyî mijareke din jî karberdan e, di gelek sektoran de karker grevê dikin. Xirabûna aboriyê derbeke mezin li debara wan kiriye û ew jî ji hikûmetê daxwaza zêdekirina mehaniyan ya bi qasî rêjeya enflasyonê dikin. Karberdan niha yekemîn û girîngtirîn  mesele ye di rojeva vî welatî de.

Nivîskar, rewşenbîr û dîroknasê Kurd Konê Reş ji arşîvên xwe çîroka reng û bijartina Alaya Kurdistanê derxist. Gelo we dizaniya, cara yekem Alaya Rengîn di sala 1919an de di civîna Komeleya Kurdistan Tealî de Li Stenbolê bi reng û şiklê xwe hatiye qebûlkirin.

Nivîskar Necat Zivingî di vê hejmarê de li ser hikmetên jimara 7an nivîseke gelek xweş û bi ber hazir kiriye. Jimarolojî: Hêlîna heft Eyloyan. Zivingî dibêje “Heft”, di sembolîzasyona gelek milet û neteweyan de heye. Lê ne bi qasî ya Kurdan. Çine ew? Ji bo hînbûnê vê gotarê teqez biwînin.

Bloggera delal û serkeftî Salomé Cizrawî li ser helbestvan Arthur Cravan nivîsî. Di sernavê gotarê de ji Cravan wek helbestaneke serserî tê behskirin. Lê gelo ew bixwe kesekî çawa ye? Bersiv di nivîsa Salomé de ye.

Xelkê cihû bi jiyan û serkeftinên xwe mînakeke hêja ne ji bo me Kurdan. Antropolog Welat Ramînazad ji mînaka Eliezer Ben-Yehuda behsa vê mijarê kiriye. Binêrin ka li hember beredayîçûn û nebûna pêşeroja kedê çareseriya Eliezer Ben-Yehuda çi ye.

Di rojên dawîn yên 2022an de mixabin li ser Kurdên me yên li Parîsê êrîşeke xirab hate kirin. 3 can beriya ku sala nû bibînin li ber çavên rayedarên Fransî  hatin qetilkirin. Li ser pêkhatina êrîşê, protestoyên bi girseyî û encamên vê bûyerê rojnameger Sîmon Suleymanî bersiv da pirsên me.

Dîsa di sala çûyî de rûdaneke din a girîng jî pêşketina di xebatên fûzyonê de bû. Zanîstan axirî gihîştin armanca xwe û bi fûzyonê zêdetirê maliyeta wê enerjî bidest xistin. Ev tiştekî gelek bi zehmet û bi maliyet e. Lê di xebatên fûzyonê de konaxeke krîtîk hate derbas kirin. Ev tên çi wateyê? Digikurd ji bo xwînerên me nivîsî.

Û nivîsek din ya zimanzan Abdullah Încekan: Heidegger, Ayetek û Kurd. Fîlozofê navdar Martin Heidegger dibêje “Mala hebûnê ziman e“.

Bi hêviya ku 2023 bibe sala Kurdan û zimanê Kurdî.

1 saliya The Hall Kurdîyê pîroz be!

Bimînin di xweşiyê de.

2023 Çile Çile 2022 Editorya Erol Başak Hejmar 13
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
revebir
  • Website

Rêvebirê The Hall Kurdîyê

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 13 Derket

London Bi Coş Pêşwaziya 2023an Kir

Kal û Gaxan: Pîrozbahiyeke Kevneşopî ya Kurdên Elewî

Piştî 10 Salan Kurd Dîsa Li Parîsê Hatin Qetilkirin

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Kategorî
    • Geşt û Ger
    • Hevpeyvîn
    • Krîptozanî
    • Lêkolîn
    • Nûçe
    • Portre
    • Teknolojî
    • Wêje
    • Xweza
    • Zanîst
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.