Beriya Sersalê Êrîş Birin Ser Kurdan!
Sala 2022an ji bo Kurdan mixabin bi bûyereke xembar bi dawî hat. Hefteyek beriya sersalê, di 23ê Kanûnê de li Parîsa Fransayê zilamekî 69 salî êrîşî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya kir. Di bûyerê de Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û hûnermend Mîr Perwer şehît ketin. Ev êrîş bêguman dilê hemû Kurdan sot. Civaka Kurd a li Parîsê bi dilşewatî bi hêrs bertek nîşanî vê tevkujiyê da. Protesto û xwepêşandanên mezin hate lidarxistin. Ji ber provokatoran protesto ji kontrolê derketin. Lê Kurdan bi meş û xwepêşandanên aştiyane û bi beşdariya bi deh hezaran kesî peyameke xurt da civaka navdewletî. Ji bo ku ev êrîş baş bê fehmkirin, sedem û encamên wê baş bê zanîn çend pirsên xwe ji rojnamevan Sîmon Suleymanî re şandin. Brêz Suleymanî li Parîsê dijî û ji serî heya dawî şahidiya hemû geşedanên piştî êrîşê kirin. Vaye pirsên me yên kurt û bersivên wî yên zelal.
***
Ev êrîş çima û çawa çê bû?
Ev êrîş yek ji wan êrîşên stratejik ên li ser çarenûsa Kurdan bû. Bi destê dewleta kûr a Tirk, bi armanceke kûr a mêjîyê tarî yê Avrasyacîyan pêk hat. Du sedemên vê tevkujîyê hene ku dawîya salê organîze kirin. Yek, civîna Fransayê ya li Ammanê wê hefteyê çêbûbû, ku ev civîn li ser ewlehîya Rojhilata Navîn bû. Ya din jî, dehemîn salvegera kuştina Sakîne Cansiz û rûhevalên wê bû.
Eger em bên çawanîya wê, kujer bi armanca kuştina gelek kesan tê wir. Him dest de gelek şarjor û fîşeng hene him jî di seeta civîneke taybet de tê komeleyê. Li pêş derîyê komeleyê Evîn Goyî û Abdurahman Kizil hene tenê, ji ber ku wê nas dike, lê wir rasterast dest bi plana xwe dike. Piştî ku her duyan şehîd dixe, nikare bikeve hundurê komeleyê, îcar berê xwe dide Avesta Restoranta li hember. Li wir hema ber derî Mîr Perwer dixe û lez û bez berve dikana berber a Kurdan dimeşe lê belê li wir tê desteserkirin. 3 kes jî birîndar dibin.
Çima kurd hatin hedef girtin?
Çimkî Kurd doza welatê xwe dikin û dagirker jî vê yekê naxwazin. Her kuştina Kurdan armanceke xwe heye, lê belê ev her du bûyerên li Parîsê armancên xwe gelekî stratejîk hebûn. Bi kuştina Sakîne Cansiz û hevalên wê ve, pêvajoya çareserîyê hedef girtin, bi ya dawî ve jî statûya Kurdan û rola dawî ya Fransayê li Rojhilata Navîn hedef girtin. Çimkî Amerîka, Fransa piştevanîya Kurdan dikin û êdî projeya Kurdistanê eşkere destek dikin. Lewra, Bloka Avrasyacîyan bi destê MITa Tirkan mesajek dan her kesî.
Protestoyên aştiyane çawa û çima ji kontrolê derketin?
Yên ev tevkujî kirin, planeke wisa bo provokasyonê jî kiribûn. Armanca wan him li Parîsê Kurdan bikujin him îmaja Fransayê qirêjkin him jî navbera civata Kurd û Fransî xerakin. Jixwe Kurdên vir gelekî hêrs û xembar bûn, kamyoneteke provokatîf jî hat mesele tamî ji kontrolê derket. Lê belê bi wan meşên dawî aştîyane û bi beşdarî û mesajên hemû giregirên Fransayê ve pêşî li vê plana qirêj girtin.
Civakeke çawa ya Kurdan heye li Parîsê? Gelo di siyaseta wî welatê de qet nûnerên Kurdan tune ne?
Civata Kurdan a li Fransa civata herî azad û xwebawer e. Çimkî him nêzî 300 hezar Kurd hene, him jî dizanin Fransa li wan xwedî derdikeve. Zana û pispor jî hene, karker û xebatkar jî hene. Lê wekî min dîtîye, tevî ku derfetên Fransayê gelek in û rê li Kurdan vedikin, em di nav bûrokrasî û dîplomasiya Fransayê de gelekî kêm in. Ew çanda rayedarî û karîyerîyê, di me de peyda nebûye. Helbet ev yek zeman jî dixwaze û bi ya min dê dem bi dem baştir be.
Têkiliyên dewlet û hikûmeta fransî bi kurdan re çawa ye?
Tevî ku sed sal berî niha devleta Fransayê jî welatê Kurdan perçe kiriye, piştî îktîdara sosyalîstan û şerê Başûr, heta Helebçeyê eleqeya Fransayê li ser Kurdan zêdetir bûye û bêtir jî destê dostanîyê dirêjî Kurdan kirine. Îro jî Fransa dixwaze li ser Kurdan li Rojhilata Navîn hêza xwe xurt bike û bi avabûna Kurdistanê ji xwe ra dostekî li wir dest bixe. Bi saya serê Kurdan dixwaze dijayetiya xwe sîyasî ya Tirk û Farisan jî qewî bike. Ji ber van sedeman him hêla dîplomasîyê him jî leşkerîyê piştevaniya Kurdan dike. Ev yek ê heta demek dirêj jî wiha dewamke.
Encam û tesîrên vê bûyerê li civaka kurdî û li dewleta fransayê dê çi bin?
Bi min, ev karesata dilşewat dê gelek tiştan biguherîne. Êdî Fransa ê mîna berê nebe û dê zêdetir ewlekar li ser meselaya Kurdan bisekine. Wê êdî Kurdan zêdetir hesas muxatab bigire. Wê li Ewropayê dîplomatîk, li Rojava û Başûr jî leşkerî zêdetir piştevaniya Kurdan bike. Çimkî eger vê yekê neke, dizane ku Moskova, Enqere û Tehran rê nede Fransayê û wê tim pêşîya berjewendîyên Fransayê bigirin.
Kurd lazime ji vê bûyerê çi hîn bibin?
Gerî baş bizanin ku sedsaleke nû hat û heta Kurdistan ava be dê dagirkerên me gelek gilokan serê me badin. Çimkî bloka Avrasyacî yekem car e, evqas eşkere li dijî Kurd û Kurdistanê disekine û yekem car e Amerîka, Fransa û bloka Rojava evqas eşkere behsa Kurd û Kurdistanê dikin. Xuya ye ku ev şerê mezin li ser xaka Kurdistanê gurr dibe. Em jî mejbûr in hay ji van planên kûr û qirêj hebin û gorî wê tev bigerin. Ev sedsal dibe sedsala Kurdistanê, jixwe ev kuştin û êrîş jî baştir nîşanî me didin ku dinya car din navbeya blokan de dibe du paran. Gerî em jî hay ji xwe hebin û berê xwe bidin Atlantîkê. Jixwe dema meriv li nexşeyan dinêre, bimbareka Kurdistanê tam di navbera Atlantîk û Pasîfîkê de ye. Jeostratejîya Kurdistanê ji berê bilintir bûye. Ji me ra hişekî hevpar û analîtîk pêwîst e ku em saxlemî ji binê vê gengeşîya nû rabin.