Di navbera min û Rîtayê de, tivengek heye..
Wê spêdê dema min dîmenên bajarê Xezeyê di bin agir û dûmanê de dîtin, gelek hizir di serê min de derbaz bûn.
Nasnameyên ji xefkên xapînok û dîrokên derewîn xelas nebûn, dibin birîn û dikevine aweneyên şikestî yên beramber bi hev. Birînek ya din dikêşe û yek bîra a din ji êş û xwînê tîne. Neteweyên bi tirajedî û bi birînên xwe serfirazin, neteweyên binketîne. Tu çawa xwe pênase dikî, ew dibe çarenivîsa te. Nûqteya werçerxanê di dîroka mirov, grop û neteweyan de, dest pê dike, dema xwe ji rewşa qurbanîbûnê derdixin û xwe û dîroka xwe dixin jêr lêpirsînê. Ew êdî xwe ji wê xeleka vala derdixin û xwe ji esareta sîberên binkeftinan rizgar dikin û gavan ber bi serkeftinê ve davêjin.
Kete bîra min dema zarok bûm û raperîn çêbûyî û ew nîve mirovên jêr işkenceyan salên dirêj derbaz kirîn û hatin rizgarkirin behs dikirin ku gelek ji kesên işkence li kurdan dikirin felistînî bûn. Ewan welatê xwe yê duwem İraq ji xerabkar û (infisalîyan) diparastin!! Ew êdî xwedî welat bûn, kurd jî têkder û terorist bûn.
Min hizr kir di vî şerî de û li her du aliyan, kurd hene: Kurdên cihû ku bi hezaran salan penaber û perîşan bûne. Di çiya û newalên Mezopotamya û kurdên filistînî ku hindek li gel Silehedin Eyubî li Filistînê bi cî bûne û hinek jî ji zulm û sitema Osmaniyan reviyane û li Şamê, Lubnan û Filistînê belav bûne. Her du jî niha ji bo du welatên cûda şer dikin. Grupek ji wan bo Israilê, grupa din jî bo Filistînê şer dikin. Çend kêmin êdî Kurdên bo Kurdistanê şer dikin. Kenê te bi wan kurdan hat yên dixwazin biçin alîkarîyê bidin filistîniyan û Qudsê rizgar bikin. Weke ku nizanibin alîkarîkirin tenê şiyana bihêzane û yên lawaz û perîşan heger bixwazin alîkarîye jî bidin, tenê dibin bar li ser milan. Yê ji xwe re nebe, çi dikare bide!
Kete bîra min helbesta ( Kurdistan) a ku Mehmud Derwêşî ji dîwana xwe derxistibû. Demek dirêj aşkire nedikir ku ew helbesta wî ye dema Sadam Huseyin hêj li ser hêza xwe bû – tê gotin Edward Said jî dest di wî karî de hebû- û piştî gelek salan dema Raperîn serkeftî bû li başûrê Kurdistanê, ewî ew helbest xwandibû û rê dabû têkve tabeyên nû ya dîwana xwe. Lewma ji wê helbestê re, dihate gotin zarokê bîjî yê Mehmud Derwêşî ku dûmahiyê li xwe mikur hatî û vegerande ser navê xwe.
Min bo çend kêliyan xeyal kir rojekê li wan hemû cografiyan Kurdistan jî tê de, yên xwedî maf, erd û dîrok bi azadiyê û serxwebûna welatên xwe şad bibin. Êdî tiving bêdeng bibin û hiş û wijdan biaxivin. Ew utopya bû! Çêdibe, lê dê rojek wisa her bê.
Trên bi lez derbaz dibû. Hizrekê rê li ber ya din vedikir lê dîmenên wî bajêrî helbesta Mehmud Derwêşî anî bîra min. Ew helbesta ku ji bo yara xwe ya israilî Ritayê nivîsî bû. Ritayê Mahmud Derwêş hêla bû û tevî arteşa Îsraîlê bibû.
Di navbera Rîtayê û çavên min de, tivingek heye
Heçiyê Rîtayê nas dike,
Xwe diçemîne, dua dike
Bo xwedewenda di çavên wê yên hingivînî de
Û min Rîta maç kir
Hêjta keçeke xame bû
Bi bîra min dihêt, çawa xwe bi min ve venabû
Çawa keziyên wê ser milên min nixamtibûn
Rîta dihête bîra min
Weku çawa sivandokek nihala xwe dihîne bîra xwe
Ax Rîta!
Di navbera min û te de, milyonan sivandok û îmge hene
Û gelek ji van
Tivingekê teqe kir
Navê Rîtayê cejneke di devê min de
Laşê wê şehyaneke di xwîna min de
Û ez du salan wenda bûm di Rîtayê de
Du salan li ser milên min nivîst
Me ser ciwantirîn pêkê soz dabû hev
û em sotin di şereba du lêvan de
û em du caran ji dayik bûn
Ax Rîta!
Ew çi tişt bû çavên te ji çavên min veder kir?
Berî vê tivingê
Ji bilî du xewa sivik û ewrên hingivînî
Hebû û nebû
Ho tariya êvarê
Sibehekê parçê tavahîva min koç kir û çû dûratiyê
Ew çavên hingivînî
Û bajêrî
Hemû stiranbêj ji nav birin û Rîta jî
Di navbera Rîtayê û çavên min de, tivingek heye
(Nîşe : helbest bi alîkarîya romannivîs Omer Dewran hatîye wergerandin.)
Ez di xewneka Burgesî de şiyar bûm
Novalis nivîsîbû “xewn bi xewnan ve dîtin, destpêka şiyarbûnê ye”. Jorge luis Burges jî li cîhekî dibêje” ez xewna bi xwe ve di kat û ciyên cuda de dibînim. Ji nîşkê ve dihesim ku ew tenê xewn bûn” û carekê gotibû” ez xewnan bi kesekî ve dibînim ku ew jî xewna bi min ve dibîne. Em her du jî xwe bi xwediyê xewnê dibînîn”. Raste du kesayet giring û bi bandor bûn di hizir û nivîsên Burgesî de. George Barkeley û Arthur Schopenhauer ku yê destpêkê hebûn di sinorê her pênç hewasan de didît û derveyî wê her tişt tenê weke guman û iftiraz didîtin. Schopenhauer jî weke mirovê bilind û jîrmendê nayab yê Nietzsche dihat dîtin. Lê Burges li gel wan dest pê dike û pişt re li dijî wan radiweste û di xewn û aweneyên xwe de li wateya derveyî dîrok, kat û cîh de digere. Tê de dimîne, bêyî ku navê (yeqînê) lê bîne.
Di pertûk û helbestên wî de, xewn û aweneyên wî bala min kêşan. Awêneyekê ez avêtime ber ya din û di xewnan de, tiliya min bire ber pirsa: gelo xewn çi ne? Ji ku tên? Çi wezîfê dikin? Û li beramber min cîhaneke din vebû. Cîhana xewnan.
Xewn ne tenê terkîzek tîre li ser bûyerek ji bûyerên ku kombûne di jêr zanabûna mirovan de weke tak. Xewn beşekin ji bîrokeya gîştî (collective memory) û jêr zanabûna giştî (the collective unconscious) ya mirovatiyê. Wisa jî beşeke ji hişê kûr yê hebûnê. Di dûmahiyê de em hemû yekin û çi heye li jûr, ew heye li jêr. Efsane jî beşekin ji wê bîrokeya colective ¨lewma jî her du xewn û efsane bi zimanê hêmayan (sembollan), jimaran û ikonan li gel me dikevin têkiliyan. Di vê watê de nêrîna Yuval Noh Hararî bi guman meyize dikim dema dibêje efsane destkirdeyên mêşkê mirovanin. Gelo mêşkê mirovan hêza ji xwe duristkirina tiştan heye? Yan jî ew hebûne û hatine jiyanê di zemanên gelek kevnar de û di bîra (zakire) hucreyên herî biçûk yên hebûnê de mane û dema ji nû ve jiyan çê buyî, kara bûne û Neandertal û piştî wan sapien ya weke resim, çîrok, retuel, hizir û efsana derxistine zanabûnê û dûbare vejandine.
Xewnên te, awêneyên rastî ya te ne weke tak û civak. Xewnên du civak û grupên mirovî yên cuda weke hev nahên şirovekirin ji ber ku kilîl û mifteyan wan cûdane. Sembol û wateyên bar kirîn li jimaran û ikonan cûda ne. Ya balkêş ewe ku hemû gelên resen û kevnar kurd jî tê de, xwedî sembol û hêmayên hevbeşin weke ku di destpêka mirovatiye de civakek bûne û ji hev veqetine lê bîrokeya xwe ya giştî parastine. Ewan ji xwezayê sembolên xwe yên destpêkê girtine. Bo mînak girover pîroz dîtine ji ber ku jêderên ronahiyê tav û heyv girover bûne. Dilopên avê girover bûne, çi avêtine nava avekê li şopa wê girover durist bûne. Endamên laşê jinan di dûcaniyê de girover bûyê, memikê şîr dibexşe girover bûye û gelek mînakên din lewma li ser şikeftan girover weke destpêka hebûnê xêz kirine. Çavdêrî û têfikirîn muhîmeta mirovan ya din bûye. Dîtina wan sembolan bi bûyerên ku çêdibin ve girêdane û bi dubarabûna wan, nêrîn û pêşdîtin ava kirine. Wisa jî rê li zanistek weke astrolojî û pêşdîtina bûyeran berî qewimîna wan texmîn kirine. Dîtina wan sembolan di xewnan de jî ayînî nêrînan lê kirine û ev bi kat re bûye bingehê hişmendiya devkî(zargotinê) ya civakan û bi keşifkirina tomarkirinê û nivisandine evê hişmendiyê cîhê xwe di efsanan, lewjên dînî, nimêjan û gotinên pêşine de girtiye ku xewn beşekê giring, efsunî û balkêş bûye ji afirandina wan.
Xewn caran zeman û mekan derbaz dikin û behsa dahatû dikin. Mînakên wan xewna gelek in. Weke çawa pizişkê piskolojîk yê navdar Carl Gustav Yung berî çêbûna şerê yekem yê cîhanê di xewnek de lehiyek xwînê dibîne Ewrupa digire ber û gelek mînakên din hene di pertûk û çîrokên olî de. Caran jî xewn bersiv û çareseriya dibînin bu pirs û arîşan bo mînak August Kekule piştî hizirkirina rojên dirêj, di xewna xwe de marekî dibîne dûvê wî yê devê wî de û wisa heykelê benzîn yê keşif dike. Kimyager Dmitri Mendelêv 10 salan dixwaze 56 madên kîmyayî rêk bixe û nikare heta di xew de rojekê cedwelekê diyar dibîne ku her 56 made tê de hatine rêzkirin li gor kêşa zerî û çawa ji xew radibe wî cedwelî xêz dike û ev nêzîkî 100 sale bi kar tê. Her wisa Nils Bohr di xew da dibîne elktron derdorî atom dizivrin weke çawa kewkeb li derdorî tavê dizivrin û ji ber vê keşfê xelata nobel ya fîzya sala 1922 wergirt. Albert Einstein di bîreweriyên xwe de behsa wê xewnê dike ku ilhambexş bûye di keşifkirina teoriya ronahî û hêza vekêş. Her wisa James Watson çawa di xew de werîsek helezonî dîtiye û wisa bûye sedema keşifkirina DNA di şanan de. Her wisa xewn bûne jêderek ilhamê bo resaman. Bo mînak kevalên herî navdar yên Salvador Dali encamê xewnên wî bûne. Stirana herî bi nav û deng ya Paul Mccartney di grupa Beatlies (dûhî) di xew de guhdar kiribû. Her wisa Homeros, Kafka, Edgar Allan Poe û derhênerê mezin Ingmar Bergman behsa rola xewnan di afrandina karên xwe yên hunerî û wêjeyî de dikin. Romannivîse Arjentinî Ernesto Sebato jî dibêje; ‘mirov di xewnan de dibin helbestvan û dema ji xew radibin vedigerin weke xwe mirovên asayî”
Giringe mirov bi taybet yên afirênder û xwedî lêger, çavdêriya xewnên xwe bikin. Binvîsin, tê bifikrin û şirove bikin û rengdana wan di berhemên xwe de û di nasîna xwe de bibînin.
Di dûmahiyê de nahête veşartin ku xewn di gelek efsane û çîrokan de kenalekê hevdîtin û hevpeyîvînê bûye di navbera evîndaran de. Dema ez zarok bûm, Gula çîrokbêj caran dihate mala me, di bîra min de ye digot; ‘di xewnê de gulekê bişîne ji yarekî re, eger gul jî negehê, lê bêhna wê bêguman digehê” yan jî digotin xewnên xweş dubare bînin ziman da pêk bên û yên nexweş tenê ji ava herikî re bibejin da bi çavgirtî ji we bistînît û bibet… çi xweş gotine!