Silav xwînerên hêja.
Em gihîştin hejmara 11an. Ji temamkirina salekê re ma mehek. Kovara me The Hall Kurdî bi saya xwîner û kurdîhezan tê nasîn û li alema medyaya civakî roj bi roj berbelav dibe.
Di vê hejmarê de me berga kovarê ji bo protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê veqetand. Di ser kuştina Jîna Emînî ra zêdetirî 50 roj derbas bûn. Jin û ciwanên Kurd û îranîyên azadixwaz li kolanan ji bo pêşeroja xwe têdikoşin. Lê mixabin polîsên rejîma Îranê bi tundî mudexele li wan dike û her roj ciwan dibin qurbanî. Ev protesto û berxwedanên Rojhilatê Kurdistanê dê bi ku alîyê de biçe? Gelo dikere biqulibe serhildanê û rêya azadiyê veke? Nivîskar û lêkolîner Serbest Ferhan Sindî ji bo The Hall Kurdî protestoyên li Rojhilat û Îranê nivîsand.
Li Brîtanyayê ev du-sê meh in siyaset tevlihev e. Li pey hev serokwezîr guherîn. Herî dawî di partiya Conservative de parlamenterekî Hindî wek serokwezîr hate hilbijartin. Rishi Sunak li Brîtanyayê yekemîn serokwezîrê asyayî ye û bi serweta xwe ji malbata keyaniyê jî dewlemendtir e. Ji aliyê din ve Partiya Labour jî amadiyên îktidarê dike. Lewra li gor ankêtan heke hilbijartineke pêşwext çêbe Labour dê bi ser bikeve. Di vê partiyê de Kurd jî roleke girîng û çalak dilîzin. Hûrguliyên zêdetir hûnê di nivîsa me de bibînin.
Li welatên rojava 31ê meha 10ê û hefteya wê wek haloween ango cejna pîrebokan tê pîrozkirin. Li gor baweriyê wê rojê rihên xirab vedigerin dinyayê, xelk jî ji bo ku wan ji mal û derdora xwe dûr bixin cilên tirsnak lixwe dikin da ku wan rihan bitirsînin ku nêzî wan nebin. Ev çand ne xeribî çanda me kurda ye. Nivîskar Necat Zivingî di gotara xwe ya vê mehê de bal kişandiye ser vê meseleyê. Binêrin ka cejna pîrebokan çi ye û çawa tê pîrozkirin.
Bloggera delal û hêja Salomé Cizrawî vê mehê li ser meseleyeke civakî û hesas gotarek amade kir. Di gotara “Zextên Zewacê” de hûnê rastiyeke di nava civaka me de bibînin. Binêrin ka ev zext çawa çêdibe û tesîreke çawa li mirovan dike?
Meha çûyî li Duhokê festîvaleke gelek girîng pêkhat. Festivala Rewşenbîrî. Rewşenbirê hêja Konê Reş jî beşdarî festîvalê bû. Mamoste Konê Reş çavdêriyên xwe ji bo kovara me nivîsî.
Antropolog Welat Ramînazad jî konferanseke li ser muteşebisî ango karpêkhêniyê ya li Zanîngeha Artukluya Mêrdînî şopand. Çavdêriyên Welatî yên li ser veberhênan û karpêkhêniyê hêjayê xwendinê ye.
Nivîskar Zeynelabidîn Zinar li ser Pertew Begê Hekarî gotarek ji me re şand. Derheqê Pertew Beg de kêm agahî û resm hene. Binêrin ka ev Begê Kurd çi kes e.
Digikurd piştî navberekê dîsa dest bi nivîsên xwe kir. Vê mehê li ser girîngiya Mozan gotareke gelek xweş amade kir. Wekî tê zanîn zanîstê gewre Einstein dibêje heke hemû mozên li dinyayê bimirin tenê 6 rojên dinyayê dimîne. Bêyî wan dinya jî xira dibe. Ji bo Giringî û taybetmendiya mozan hîn bibin vê nivîsa hêja ji dest nekin. Bi kêfxweşî dixwazim bêjin ku êdî her meh di warê zanîst û teknolojiyê de wê nivîsên Digikurd di kovara me de hebin.
Nivîskar û wergêr Abdullah Încekan ev du mehin wergerên xwe bi me re parve dike. Vê mehê mijara wî “James Joyce û Kurd” e.
Di hejmara 11an de em dest bi tiştekî nû jî dikin. Ji vir şûn de di dawiya kovarê de beşeke nû heye: Fotoşîrove. Wênekêş Mem Artemêt di vê hejmarê de mêvanê beşa fotoşiroveyê ye.
Kovara me bi saya dilxwaz û kedkarên zimanê kurdî dewlementir û rengîntir dibe. Ez gelek spasiya Mamoste Abdullah Încekan, Mem Artemêt û hemû nivîskarên me dikim. Hûn her hebin.
Di xweşiyê de bin, bi Kurdî re bin!