The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 14»Ji Edîtor 14
Hejmar 14

Ji Edîtor 14

Erol BaşakBy Erol Başak01/02/2023Updated:06/03/2023Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên Kurdiya delal.

Min xwest bêjim Kurdiya delal, lewra wekî ku di stranê de jî tê gotin; bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e, zimanê kurdî. Niha ji bo vî zimanê şêrîn li Bakur kampanyayek tê lidarxistin. Zarok dikarin heya 10ê Sibatê li dibistanên xwe wek dersa bijare dersa Kurdî hilbijêrin. Li seranserê Kurdistana Bakur û Tirkiyeyê bi milyonan zarokên Kurd hene û divê serlêdanên ji bo dersa kurdî jî qet nebe bigihê milyonek kesî. Divê hedef ev be, da ku rêya perwerdeya bi zimanê kurdî jî demek nêzîk de dest pê bike. Bi vê nîyeta safî em jî piştgriya vê kampanyaya ku HezKurd dimeşîne dikin. Me bergê hejmara 14an ji bo vê mijarê amade kir.

Herwiha li ser vê mijarê rojnamevan Melahat Uluç Akinci ji bo The Hall Kurdiyê bi rêveberê HezKurdê Barij Celalî re hevpeyvîneke bi ber pêk anî. Xebatên kampanyayê çawa dimeşin? Hedef û astengiyên li ber xebat û serlêdanan çi ne? Hêvî dikim ev hevpeyvîn hişmendiya civakê geş bike û malbatên kurd zêdetir bidin piştevanî vê kampanyayê.

Derûnnas Siyabend Aslan jî ji hêla derûniyê ve li ser vê meselaya hesas gotarek pêşkeş kir. Gelo zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibin tesîreke çawa li derûnî û fêrbûna wan çêdibe?  Ji bo malbat û mamosteyan nivîseke hêja ye û dive bê xwendin.

Di sibata 2020î hunermendê gewre, bestekar, stranbêj, mîre tenbûrê, hosteyê gotinê Seîd Yusiv çû ber dilovaniya Xwedê. Di nivîsandina gotinên stranan de hosteyek bê rikber bû ku bixwe jî wiha digot: Kes nikare di warê jenîna tembûrê, afirandina helbestên stranî û awazan de li pêşiya min bide. Ew hevalê nêzîk yê nivîskar Konê Reş bû. Mamoste ji bo kovara me dostê xwe yê salan Seîd Yûsiv nivîsî. Teqez vê nivîsa dirêj lê tije agahî û bi ber bixwînin.

Nivîskar û aşiqê helbestên Melayê Cizîrî Necat Zivingî dîsa li ser Cizirî gotareke hêja amade kir. Nivîskar hewl dide bi nivîsa “Cizirînasî”yê Mela ji qalibên olperstiyê derxe û ji aliyekê ve jî dipirse: Çima Cizîrî dil neketibe jinan, çima neçûbe meyxanê, çima mey nenoşîbe? Û digel van hemîyan çima ne mirovekî arif û xwedayî be?

Wergêr Şerîf Kaya ji pirtûka Bextiyar Elî ya bi zaravaya soranî çîrokek wergeran ser kurmancî û bi me re parve kir: Destpêka Hevrêtiya Ecêb a Ce’ferê Mexolî û Hesen Tofan.

Ji londonê jî nûçeyeke me heye. Metroya vî bajarî “London Underground” ku cara pêşî di sala 1863an de dest bi seferê kiribû, 160 saliya xwe pîroz dike. Binêrin ka çîrokeke çawa li pey vê kevintirîn metroyê li cîhanê heye.

Sînemazan Rûmet Med vê care li ser nivîskareke frensî Madeleine de Scudéry nivîsî. Ew wek nivîskara romanên ji zêdetirî 13.000 rûpelî tê nasîn.

Zimanzan Dr. Abdullah Încekan vê mehê behsa girîngiya xwendina biyografî û otobiyografiyan dike û ji nivîskarê gewre Stefan Zweig mînakek dide xwînerên xwe.

Digikurd ji bo hezkirî û meraqdarên teknolojî û astrolojiyê vê carê rêtiya bo Marsê nivîsand. Di gotarê de tê gotin ku NASA û Ajansa Projeyên Parastinê ya Pentagonê (DARPA) niha dike roketeke nû bi pêş bixe. Ev roket wê însanan di nav 45 rojan de bibe Marsê. Lê kengê? Vê nivîsê ji dest nekin.

Di kovara sibatê de em sê pirtûkên bi Kurdî didin nasîn. Şeva Dizên Solstîsê, Siya Yê Din û Lerz. Her sê pirtûk jî ji weşanxaneya Pall Weşanê derketin e. Em serkeftinê ji bo vê weşanxaneya nû re dixwazin.

Ji bo rûpela FOTOŞIROVE dîsa wênekêş Berze fotoyek xwe ji me re şand. Çîroka wêneyê: Keça Kurd bi Cilê Kurdî li parkeke Londonê.

Me hejmareke têr û tije bo we xwendevanên hêja û delal amade kir. Bila berhemên kurdî her li ber serê we, pirtûkên kurdî her di destê we de be.

Heya meha bê bimînin di xweşiyê de.

Editorya Hejamr 14 Jimar 14 Sibat 2023 The Hall Kurdî 14
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Nivîsên Têkildar

Ji Edîtor 15

Kampanyaya Bijartina Dersa Kurdî

Zimanê Zikmakî û Derûniya Zarokan

London Underground 160 saliya xwe pîroz dike

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.