Di dîroka me Kurdan de mixabin gelek şer, kuştin, komkujî û hwd. hebûn. Meha çûyî êşeke din li van bobelatan zêde bû. Karesata erdheja 6ê Sibatê… Di reştariya şevê de, demjimêr 4:17ê de li Bazarcixa Mereşê bi mezinahiya 7.8ê erdhej çêbû. Neh demjimêr piştre vê carê li Elbistanê bi mezinahiya 7.6ê erdhejek din bi qasê ya berê mezin pêk hat. Li erdnigariya me ev erdhej wek bobelata sed salê hate binavkirin. Karesateke mezin bi ser ax û gelê me de hat. Hem li Bakur û Tirkiyeyê hem jî li Rojava û Sûriyê hate hîskirin. 11 bajar li Bakur ji ber erdhejê ziyan dîtin. Bi hezaran xanî hilweşiyan, bi deh hezaran însanên me can da di bin kavilan de, bi sed hezaran jî birîndar bûn. Me ji dûr ve bi çavên şil li nûçeyan temaşe kir.
Dinya bû seferber, her kesî bazda hewara erdhejzedeyan. Ji Ewropa û Brîtanyayê gelek mirovan wê rojê bazda, bi derfetên xwe çûn bajarên erdhejlêdayî, da ku merivên xwe ji binê kavilan derxin. Ew karin biçin heya ber mal û taxa xwe lê dewlet û saziyên dewletê yên ku diviya di gavê de biçûna, nekarîn heya 3 rojan biçin tevahiya bajarên wêranbûyî. Dîtina vê yekê, bêxwedanî, şerpezebûn û êşa me girantir kir.
Mereş, Semsûr, Hatay, Meletî, Amed, Entab, Kilîs, Riha, Osmaniye, Edene, Elezîz… Li van bajaran hê jî erdhej û paşhej çêdibin. Metirsî dewam dike, lewra avahiyên qels û yên zirardîtine bi tirsa hilweşîne bitalûke ne.
Ji derba erdhejê xirabtir ku em êşand û me diêşîne bêxwedanî ye. Kêm zêde mehek di ser erdhejê re derbas bû, hê jî xelk hewceyî kon û konteyniran e.
Li rojava mixabin xelk bêtir hêsîr û perîşan e. Li Efrîn û Cindirêsa dorpêçkirî heya 4-5 rojan kes neçû hewara xelkê şerpeze.
Divê meriv li vir behsa weqfa xêrxwazî ya Barzanî bike. Mala wan ava be, di roja ewil de ew gihîştin hewara xwîşkûbirayên xwe li Bakur. Beriya dewleta Tirk ew çûn gelek deveran. Dîsa ew bûn ku destê alîkariyê dirêjî Rojava kirin. Xelkê Efrîn û Cindirêsê bi saya wan gihişt hinek alîkariyan.
Vê karesatê, mixabin, bi me da nîşandan ku em kurd divê bihevre bin, divê nakokiyên navbera xwe de çareser bikin. Doza niştiman û welat li ser her partî û kesan e. Me sazî divê, me rêkxistin divê, me dezgeh divê. Dezgehên mîna Weqfa Barzanî û ji wê jî mezin û xurttir lazime li her parçeyên Kurdistanê hebin. Axa me li ser fayên erdhejê ye. Em mecbûr in ji vê haydar bin û ji bo tevdîran li hêviya ti kesî nemînin.
Di vê hejmarê de nivîs û gotarên me bêtir li ser erdhejê ne. Endezyarê Jeolojiyê Ümit Eke li ser erdhejên Bazarcix û Elbîstanê gotareke analîzî nivîsî. Digikurd wek kronoloji 10 erdhejên herî mezin yên di nava sed salî de li dinyayê çûbûne berhev kirin.
Erdhej tenê malan hilnaweşîne, derûniya mirovan jî xirab dike. Herî zede jî zarok jê bandordar dibin. Lazime meriv vê rastiyê bizane, qebûl bike û ji bo vê alîkariyê bixwaze. Derûnnas Siyabend Aslan “Alîkarîya Pêşî ya Derûnî” nivîsand.
Tirsa erdhejê di demên piştî erdhejê de jî berdewam dike. Ew tirs zû bi zû ji nav me naçe. Derûnnasê Klînîkê Yusuf Atabay li ser vê mijarê sekinî: Erdhej û Anksiyete.
Zimanzan Abdullah Încekan behsa van rojên qiyametê dike di nivîsa xwe û bi gotina nivîskarê navdar yê alman Geothe li ser nave yên li paşmayî bang dike: Ronahî, hinekî din ronahî.
Mamoste Konê Reş dest bi rêzenivîseke li ser Kovara Hawarê û Nivîskarên wê kir. Nivîsa yekem di hejmara Adarê de ye.
Nivîskar Necat Zivingî li ser “Guharên Mêrên Kurd” nivîsî. “Nekin girar di zikê xwe de, bikin guhar di guhê xwe de.”
Di beşa FOTOŞIROVE de wênegir Mem Artemêt bi fotografên xwe rastiya tûj ya erdheja 6ê Sibatê raxist ber çavan.
Û di hejmara 15an de digel kovarê pêvekek heye. Şerîf Kaya çîroka Haruki Murakami “Beq Efendî Tokyoyê Xilas Dike” li ser boneya erdhejê ji bo The Hall Kurdîyê ji Îngilîzî wergerand ser Kurdî.
Bi hêviya ku karesatên wiha careke din bi ser welat û miletê me de neyên.