NAMEYA EDÎTOR
Silav dildarên zimanê şêrîn.
Me meheke din li paş xwe hişt. Di meha Gulanê dê li Brîtanyayê 2 bûyerên sereke û girîng rû dan. Ya yekem di 5ê mehê de hilbijartinên herêmî hatin kirin. Partiya deshilat ango partiya Serokwezîr Borîs Johnson Conservativeyê şikestin xwar. Dengên Partiya karkeran Labour li gelek devaran bilind bû. Lê di vê hilbijartinê de serkeftina namzetên Kurd bal kişand. Em bêjin ne tu partî lê Kurd biserketin şaş nabe. Lewra ji 30 namzetên Kurd dora 25 kes li herêmên xwe biserketin û ketin meclîsên şaredariyên xwe. Kurdan li şaredariya Enfiled a Londonê hema ji sedî 30yê meclîsê bi dest xist.
Li Skotlandê jî serkeftina Roza Saliha keça Kurd a Başûrî hêjayî pesnê ye. Roza Salih ji Partiya Netewperwer a Skotlandê, SNP, kete hilbijartinê û bû yekem penabera hilbijartî di dîroka Skotlandê de.
Nûçeya serkeftina namzetên Kurd, peyamên wan û hevpeyvîna bi Roza Salih re di vê hejmarê de cîh digre.
A diduyan jî Jubîliya Platîn a Qiralîçe Elizabetha II. bû. Di dawiya meha Gulanê û destpêka meha Hezîranê de xelkê Brîtanyayê Jubîleya Platîn a Qiralîçeyê pîroz kir. Lewra Qiralîçeya 96 salî îsal 70 saliya xwe li ser têxt temam kir.
Paytext London di serî de li seranserê Brîtanyayê û welatên 54 Commonwealthê ku Qiralîçe seroka wan e, bi çalakiyên cur be cur û bi coş Jubîliya Platîn hate pîrozkirin.
Dîsa di dawiya mehê de li Londonê festîvala Elewiyên Brîtanyayê hebû. Festîvala ku cara 11an hate kirin, bi coş û şahiyeke mezin berdewam kir. Ji seranserê Brîtanyayê dora 60 hezar Elewî hatin festîvalê. Peyam û hêviyên rêveberên sazî û dezgehên Elewiyan di hejmara Hezîranê de ye.
Nivîskar Necat Zivingî vê mehê ji me re gera xwe ya li Yewnanistanê nivîsî. Çavderiyên wî hêjayê xwendinê ne. Ez dibêm bila şopîner û meraqdarên nivîsên mamoste Zivingî jê nemînin.
Di salvegera mirina wî de em ê helbestvan, nivîskar û rojnameger Pîremêrd bi bîr bînin. Mamoste Zûlkûf Ergûn ji bo The Hall Kurdiyê nivîsî: Pîremêrd: Helbestvanekî Pêşeng
Babeteke din a vê hejmarê jî Dengbêja Hizin û Kederê Meryem Xan e. Rojnameger Melahat Uluçê ku li ser wê tez nivîsandiye, ew ê wek dosye di kovara me de behsa Meryem Xanê bike.
Ji bo hezkiriyên zanîst, teknolojî û sînemayê jî kovara me vê mehê jî têra xwe naverok dihûndirîne.
Ji Londonê digel silavên germ…
Şahî û xweşî her para we be.